
Melayê Cizîrî: Sembola Xwedanasiyê û qutbê îrfan û welatperweriyê
.
Ebdula Şêrkaweyî
Şêx Ehmedê Cizîrî (1570 - 1640) ku bi navê Melayê Cizîrî tê naskirin, helbestvanekî Kurd ê klasîk e. Li gorî lêkolînên zanistî, wekî rêber û damezirênerê şêwezarê klasîzma Kurmanciya Jorîn (li ser devoka Botanî) tê hejmartin.
Cizîrî yek ji wan helbestvanên mezin e ku Kurd şanaziyê pê dikin û bûye cihê balkişandin û haveynê zanistxwazên qada wêje, îrfan û merîfetê.
Beriya her kesî, Cizîrî wêjeya Rojhilata Îslamî bi Kurdî peyrew kir û ji nû ve bi bêhn û awaza rojhilatî helbestên Kurdî nivîsandin û bingeha hunerî yê herêmê bi Kurdî danî. Di serdema xwe de tiştek derxist pêş ku bi temamî nû, cuda û taybet bû.
Cizîrî sofî û Neqşibendî bû lê melayekî pêşeng, xwendewar û kemilî bû. Di qada zanistên şerîetê de gelek ders dane. Di warê tefsîra Quranê, felsefe, stêrnasî, kîmya, fîzîk û bijîşkiyê de xwedî zanîn bû û gelek kes jî perwerde kirine.
Li gelek cih û deran melatî kiriye lê herî dawî li "Mizgefta Sor" bi cih bûye, ku di rojên desthilata Mîrên Botan de cihê xwendin û pêgihîştinê bû û bi sedan feqiyan li wir dest bi xwendinê kiriye û bûne xwendewarên pir hêja.
Zêdebarî vê yekê, di qada nivîsîn, şîroveya wêjeyî û helbestên bêhempa yên îrfanî û Dîwana xwe de, bûye çavkaniyeke mezin a belavbûna rêbaza tesewifê û dariştina rêçikeke taybet di vê navberê de.
Cizîrî bi hezaran kesên xwendewar ber bi cîhana olperwerî, hezkirin, mirovdostî, dilpakî û haveynê neteweyî û welatperweriyê ve kişandine. Yên ku hespê xwe yê zanebûnê li meydanê felsefeya helbestên wî nedabe bezandin, nizanin ku Cizîrî çi qelemşorekî jêhatî yê ziman û wêjeya Kurdî bûye!
Tewra şîrove, ravekirin û wergera helbestên wî heger ne ji aliyê pispor û şarezayekî baş ve be, rewanbêjî, lojîk û wateya wan a wêjeyî ya veşartî wekî pêwîst nayê dîtin.
Wekî ku rojhilatnas û Kurdzanê navdar Vladimir Minorsky dibêje: "Heger rojhilatnasiya Ewropayê kesekî peyda neke ku Dîwana Melayê Cizîrî wergerîne zimanên Ewropî, wê demê bi rastî di nirxê wêjeya Kurdî û bilindiya zimanê Kurdî de negihîje."
Di qada felsefeya edebiyata Kurmancî de, lûtkeyeke bilind û kesayeteke jêhatî bû. Di asta hizrî û felsefî de sînor jê re kêm tên dîtin, ji gelek aliyan ve guncav bû ku navê bîrmend, fîlozof, helbestvan û şairê mezin û nûxwazê sedsala xwe hilbigire lê ji ber hezkirina wî ya heqîqeta rêbaza wî û naveroka hizir, eşq û merîfetê, bêhtir nasnavê "Mela" hilgirtiye û bi navê Melayê Cizîrî deng vedaye.
Tişta ku Cizîrî ji piraniya hozan, bîrmend û wêjevanên din cuda dike, ew hesta kûr a îrfanî û eşqa rasteqîn e ku xwe di neynika bedewiya hezkirina Îlahî de dibîne.
Ji ber ku di hizra wî de eşqa dinyayî û cismî du roj e lê eşqa Xwedayî herheyî ye û hêz, enerjî û mifadara giyan e. Lewma Cizîrî tev li giyanekî mezin ê îmanî û wan biha û bedewiyan bûye ku Xweda li ser rûyê erdê bi hêza exlaq nav lê kiriye.
Ji aliyê hezkirina ax, niştiman, Cizîra Botan û hesta neteweperweriyê ve, Melayê Cizîrî rêberekî mezin û xwediyê nexşerêyeke taybet û bilind bû.
Ji ber vê yekê ye ku di beşeke helbestên xwe de rasterast navê Kurdistanê aniye ziman û hesta xwe derbiriye. Ev yek bûye çavkaniya îlhamê ji bo kûrbûna hesta neteweyî û Kurdîtiya gelek ji wan serkirde û Kurdperwerên ku bi dilsozî di vê meydanê de gavan davêjin, ji wî fêr bûn ku parastina ax û xelkê ne tenê hez û meraqek e, hezkirina niştiman û Kurdistanê erkekî pêwîst û armanc û rêbazeke bilind û pîroz e. Rengvedaneke berfireh a vê nêrîn û hesta rûhî ya bilind û mezin li ser helbestên wî hebûye:
"Gulê baxê Îremê Bohtan im .. Şebçiraxê şebê Kurdistan im"
Her ev yek bûye sedem ku Melayê Cizîrî erk û rola xwe tenê di çarçoveya mizgeft, şîret, xutbe û dersdayînê de nebîne, belkî xeleka kar û pêngavên xwe wekî melayekî jêhatî dorfireh bike û sînorên navbera parçeyên Kurdistanê bibire. Hizir, helbest û nêrînên wî bibin hêwênê şiyarbûnê û xetîreya rêya Kurdayetî û berxwedanê.
Lewma beşeke mezin ji serkirde, helbestvan û rêberên rêya Xwedanasî û terîqeta sofîgeriyê bi giringî li Cizîrî meyîzandiye û helbest û dîwana wî kirine bingeha hesta neteweyî û pêngavavêtin û xizmetkirina ax û welêt.
Mînaka vê yekê jî bi awayekî zindî li Tekyeya Barzanê hatiye tomarkirin ku Mewlana Şêx Ehmedê Barzanî wekî balpêdanekê bi warê rûhî û îrfanî, bi berdewamî helbestên Melayê Cizîrî xwendine û hikmet jê wergirtiye.
Zêdebarî vê yekê, gelek mijar, pirtûk û tezên master û doktorayê li ser Dîwan, jiyan, nivîsîn, helwest û helbestên Melayê Cizîrî hatine nivîsandin.
Salane jî li vir û wir konferansên taybet û navneteweyî li ser kesayetiya Cizîrî tên lidarxistin û lêkolînên zanistî yên biqîmet tên pêşkêşkirin ku ji bo rewşa merîfî û hesta Kurdayetiyê hêz û enerjiyeke nû diafirînin û laşê welêt bi giyan dikin.
Ya herî dawî Sempozyuma Navneteweyî ya parêzgeha Şirnexê -navçeya Cizîrê- bi navnîşana "Melayê Cizîrî" bû ku dengvedaneke erênî ya mezin li ser vî helbestvanê mezin çêkir û bala piraniya xwendevar, rewşenbîr û wêjehezan kişande ser xwe.
Ji ber vê kesayetiya wêjeyî û bandora wî ya li ser bizava neteweyî, tesewif û îrfanê bû ku Serok Mesûd Barzanî, ji bo rêzgirtin û balpêdana bi Melayê Cizîrî û ji ber bandorbûna bi hizir û helbestên wî, beşdarî simpozyûmê bû û gotareke pir watedar li ser vê kesayeta wêjehez pêşkêş kir.
Serok Mesûd Barzanî amaje bi wê pêwendiya giyanî ya navbera Cizîrî û Şêxên Barzanê kir û got: "Li Tekyeya Barzanê, li hizûra Mewlana Şêx Ehmedê Barzanî helbestên Cizîrî bi berdewamî dihatin xwendin. Ji bo me derket holê ku çi nêzîkatiyeke rûhî di navbera wan de heye, ji ber ku rêya heq û heqîqetê yek e, her wekî Cizîrî kerem dike: Di esl da ku hemî av e, çi av û çi cemed."
Serok Barzanî her wiha got: "Rojeke gelekî xweş e ji bo min ku îro li Cizîrê beşdarî kongreya çaremîn a Melayê Cizîrî dibim ku ji bo me qutbekî gelek mezin e."
Ew gotinên Serok Barzanî ji aliyekî ve nîşanên giring û mezin in ji bo wesifkirina zatekî mezin ê wekî Cizîrî ku rêber û damezirênerê şêwezarê Kurmanciya Jorîn bûye û xwediyê dîwaneke taybet a helbestên bêhempa ye û ji aliyê din ve jî amajeyên diyar in ji bo rola melayên Kurd di tevgera rewşenbîrî û wêjeyî ya Kurdî û hizra neteweyî de.
Ev yek cihê behskirin û giringîpêdanê ye û dibe cihê balpêdana xwendewar û rewşenbîrên niha da ku rûhê niştimanperwerî yê hizra Cizîrî li qalibê hemû kesên ku li ser rêbaza olî û neteweyî gavan davêjin, bikin.
Ev beşdarî, serdan û gotara Serok Barzanî li Şirnexa Bakurê Kurdistanê û Cizîra Botana ku warê desthilata Mîrên Botan e û çûna her sê şûnwarên: Mezara Hezretê Nûh, Gora Melayê Cizîrî û Mezargeha Mem û Zînê ji bilî aliyê siyasî, rehendên din jî li xwe digire.
Bi wê yekê ku Serok Barzanî wekî rêberê mezin ê Kurdan û cihgirê Şêxên Barzanê, doza rewa ya gelê Kurd ne tenê ji pencereya pêwendî û siyasetê ve dibîne, wê di sêgoşeya ol, çand û neteweyî de dinirxîne û li ser kar dike.
Çimkî ev bi hev re dîrokeke mezin a neteweyî û paşxaneyeke dewlemend a çandî ne ku piştevaniya pêvajoya aştî û yekrêziya nav mala Kurdan li Başûr û Bakurê Kurdistanê dikin.
Rast e Cizîrî nemaye û desthilata Mîrên Botanê jî bi dawî hatiye lê di warê hizirî û neteweyî de; gelê Kurd her maye û namire. Lewra careke din zanayê mezin Melayê Cizîrî dibe xilasker û qutbekî mezin ê nasnameya Kurdan û faktora gihandina peyama neteweyî û hevpar a navbera raman û aliyên Kurdî.
Rast e dibêjin sembol ji bo her neteweyekê nîşaneya rabûn, peyama mezin, dîrok û şanaziyê ye. Lewma serdana Serok Barzanî bo wargeha melayekî mezin, arifekî wêjevan û edîbekî niştimanperwer ê wekî Cizîrî wateya xwe heye. Bi taybetî di serdana her yek ji şûnwarên Mezara Nûh, Gora Cizîrî, Medreseya Sor û Mezargeha Mem û Zînê de amajeyên giring hene:
Yekem: Mezara Nûh, bîrxistina wê rastiyê ye ku Kurdistan wekî landika duyem a mirovayetiyê, cihekî pîroz e lê ev pîrozî ne xelat û mineta kesî ye, ew bexşîn û vîna Xwedayê mezin û dilovan e ku di Quranê de li ser zimanê Pêxember Nûh –Silavên Xwedê lê bin- behs kiriye û kerem dike: (وَقُلْ رَبِّ أَنْزِلْنِي مُنْزَلًا مُبَارَكًا وَأَنْتَ خَيْرُ الْمُنْزِلِينَ) [El-Mûminûn:29], wate: "Her wiha bêje: Perwerdigarê min, li şûneke bimbarek û pîroz min daxe (deyne), çimkî tu baştirînê wan zatan î ku li şûneke bimbarek û pîroz dadixînin (bi cih dikin)." (وَاسْتَوَتْ عَلَى الْجُودِيِّ..) [Hûd: 44], ango: "Keştî jî li ser çiyayê Cûdî (ku li Kurdistana Bakur e) rawestiya û lenger girt (rûnişt)."
Duyem: Melayê Cizîrî û Mizgeft û Medreseya "Sor", nîşana bingeha resenayetiya olperwerî, çanda neteweyî, hişyariya çandî û bilindnirxandina rola zana û melayên mezin ên Kurd e ku para wan a şêr di nav mîrat û kelepora rewşenbîrî û edebiyata Kurdî de hebû û heye.
Sêyem: Mezargeha Mem û Zîna Xanî, amajeya dastana siyasî û bîrxistina mafê çarenivîs, xewna serxwebûnê û armanca neteweyî ye ku ti carî Kurd dev ji xewna xwe bernadin û li ser rêçik û rêbaza şasiwarên tevgera neteweyî û meydana Kurdayetiyê û gihîştina bi armanca bilind a neteweyî berdewam dibin.
Bi kurt û Kurmancî, Cizîrî wekî mînakeke bedew û pêşeng a melayên Kurd, rêberekî diyar ê îrfanî û wêjeyî û serkarwanê her du baskên olperwerî û neteweperweriyê, dîrokeke cihê şanaziyê û medreseyeke mezin a hizra olî û neteweyî ye.
Tiştê ku wî em fêr kirin ev e ku wêje û siyaset berhema têgihiştina kûr a Kurdayetiyê û serkirdatiya hekîmane ye. Serdana Serok Barzanî jî piştrast ku ew ne tenê nûnerê Başûrê Kurdistanê ye, ew rêber û nûnerê neteweya Kurd e û hilgirê doza rewa ya neteweyekê ye û peyama Kurdan digihîne hemû cîhanê; bi wê yekê ku pêngavên mezin ên vê doza rewa di çarçoveya nasname, ol, wêje û dîroka resen a neteweya me de digihîje encamê, ne bi mercên demkî û siyaseta sexte.
Çavkanî: Tora Medyayî ya Rûdawê

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin