
Medyaya Îsraîlê: Di navbera Şam û Tel Evîvê de nakokiyeke nû derketiye
.
Hat îdiakirin ku di navbera Îsraîl û Sûriyeyê li ser mijara pêkanîna êrişên artêşa Îsraîlê yên li nav axa Sûriyeyê nakokiyeke nû derketiye.
Rojnameya The Jerusalem Postê, di nûçeya xwe ya ku dispêre çavkaniyên Îsraîlî ku nexwestine navên wan werin eşkerekirin de diyar kir ku di navbera Îsraîl û Sûriyeyê de nakokiyeke nû derketiye.
Li gorî nûçeyê, Îsraîl û Sûriye ji bo berfirehkirina Peymana Abrahamê hevdîtinên ewlehiyê dikin. Ev peyman sala 2020î ji aliyê Îsraîlê ve li gel Fas, Îmarat û Behreynê hatibûn îmzekirin.
Divê were gotin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump serperiştî û navbeynkariya Îsraîl û welatên Kendavê kiribû.
Her wiha hat ragihandin ku Hikûmeta Şamê bi awayekî eşkere diyar kiriye ku di çarçoveya ti peymanê de destûrê nade Îsraîlê ku li ser axa Sûriyeyê êrişan pêk bîne.
Di nûçeyê de tê ragihandin ku Îsraîlê jî ji rêveberiya Şamê xwestiye ku di berdêla vekişîna ji herêma tampon, ji bo midaxeleya li dijî gefan, azadiya êrişkirinê jê re were dayîn û li ser vê yekê jî bi israr e.
Her wiha hat bibîrxistin ku Îsraîlê di demên dawî de helwesta xwe ya dijî Sûriyeyê nerm kiriye.
Li gorî nûçeyê, çavkaniyên ku derbarê dan û standinan de xwedî agahî ne gotine ku eger peymanek pêk were jî ew dê di qonaxa yekem de bibe “aştiyeke sar.”
Yek ji çavkaniyan îdia kiriye ku di vê qonaxê de li cihê peymaneke aştiyê dê bibe "lihevkirina ewlehiyê ya ku armanca wê hevkarîkirina li dijî gefan e."
Piştî bidawîbûna êrişên Îsraîlê yên ser Îranê, mijara berfirehkirina Peymana Abrahamê li Îsraîlê dîsa bûbû rojev.
Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar li ser mijarê herî dawî gotibû ku bi mercê mayîna Îsraîlê ya li Girên Golanê, Tel Evîvê dixwaze pêwendiyên xwe bi Sûriye û Libnanê re asayî bike.
Tevî ku ji aliyê Îsraîlê ve daxuyaniyên bi vî rengî tên dayîn jî heta niha ji aliyê Sûriyeyê ve li ser dan û standinên asayîkirina pêwendiyan bi Îsraîlê re ti daxuyaniya fermî nehatiye dayîn.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin