Medyaya Îranê: Serokkomar Pizîşkîyan di êrişa Îsraîlê de birîndar bû

Medyaya Îranê: Serokkomar Pizîşkîyan di êrişa Îsraîlê de birîndar bû

.

A+A-

Ajansa fermî ya Farsê ya Îranê ragihand ku serokkomarê wan Mesûd Pizîşkîyan di êrişeke mûşekî ya Îsraîlê de birîndar bûye.

Li gorî nûçeyê, Pizîşkîyan di dema civîneke Konseya Bilind a Ewlehiya Niştimanî ya Îranê de hatiye hedefgirtin û Serokatiya Îranê jî bûyer wek "hewldana sûîqestê" bi nav kir.

Li gorî nûçeya Ajansa Farsê, Mesûd Pizîşkîyan 16ê Hezîranê anku roja sêyem a şerê bi Îsraîlê re di civîneke ewlehiyê de birîndar bûye.

Hat ragihandin ku êrişî civîna Konseya Bilind a Ewlehiya Niştimanî ya Îranê hatiye kirin ku li avahiyekê li rojavayê Tehrana paytext dihat lidarxistin.

Di nûçeyê de hat gotin ku sê berpirsên payebilind ên serokatiyê jî beşdarî civînê bûne û Îsraîlê bi şeş mûşekan êrişî hola civînê kiriye.

Ajansa Farsê amaje pê kir ku Pizîşkîyan di dema ku hewl dida ji cihê bûyerê derkeve, perçeyek şarapnel (pîjik) li serê wî ketiye û birîndar bûye.

"Hewla kuştina Serokkomar hat dayîn"

Ji aliyekî din ve, Alîkarê Serokê Ofîsa Ragihandinê ya Serokkomariya Îranê Mihemed Mehdî Tebatebayî, beriya niha ji kanala El-Meyadînê re ragihandibû ku “Îsraîlê hewla kuştina Serokkomarê Îranê daye."

Şerê Îran û Îsraîlê de 13ê Hezîrana 2025an bi êrişa Îsraîlê dest pê kiribû.

Îranê bersiv dabû û jî bi mûşekên balîstîk û dronên bombebarkirî êrişî Îsraîlê kiribû.

Roja 22yê Hezîranê Amerîka jî tevlî şer bû û êrişî tesîsên nukleer ên Fordo, Netenz û Îsfehanê kir.

Serokê Amerîkayê Donald Trump jî 24ê Hezîranê agirbest ragihand.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin