
Medya Rûsî: Deshilata Şamê ji Rûsyayê xwest polîsê leşkerî vegere nav Sûriyê
.
A+A-
Rojnameya Kommersant Rûsî ragihand ku hikûmeta qonaxa veguhêz a Sûrîyê ji Moskowê xwestiye ku polîsên leşkerî yên Rûsyayê ku piştî ketina Esed vekişayabûn, cardin vegerin başûrê Sûriyê.
Rojnameyê diyar kiriye ku hikûmeta Sûriyê vê yekê ji bo kêmkirina êrîşên Îsraîlê li başûrê Sûriyê dixwaze.
Hate zanîn ku ev daxwaz di dema serdana Wezîrê Derve yê Sûriyê Esed El-Şeybanî ya Moskowê û civîna wî ya ligel serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û berpirsên pilebilind ên Rûsyayê hatiye kirin.
Hêjayî gotinê ye, piştî wê serdanê, piştî hilweşîna Rêjîma Esed polîsên leşkerî yên Rûsyayê cara yekem gerek li nêzîkî Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê pêk anîne.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin