Mecit Boran: Ev çîrok ne ya min tenê ye! 

Mecit Boran: Ev çîrok ne ya min tenê ye! 

.

A+A-

Mecit Boran

 

Belê , ev çîrok ne ya min tenê , ya nivfşê me yî heta çûna mektebê ku bi lefzek tirkî nizanî bûn , zarokê kurda hemuyane !

Herwiha , bi vê çîrokê mebesta min , ne ku bi taybetî qala jîyana xweyî şexsî , di heman demê de di ser vê çîrokê re qala trajediya zarokê kurda yên nivşe me bikim.

Di sala 1959 an , demsala payizî ku roj û heyva wê ne diyar , li gundekî ku ji panzdeh şanzdeh mala pêkdihat, ( Cûmik ) heştsed nehsed mîtro nêzîkî tuxûbê Serxet û Binxetê hatime dinyê..

Li wî gundî , wekê her biçûkekî , bi şîrê diya xwere di heman demêde bi lorîkê kurdî hatime xwedîkirin û bi tirsandina peyvê ku digotin ,

"esker hat " ,

"pîrebok hat "

"gurê manco hat" mezin bûme

ji vana, esker şênber( somut) , berbiçav , lê pîrebok û Gurê Manco razber (soyut) bûn û her di nava tarî yê de veşirtîbûn, tirs û xova vana her di dil û giyana mede bandoreke mezin li me dikir. .

Heta şeşsalî ya xwe , jîyana mi/me zaroka, ya azad , bi lîstik , çîrok, dubarok û veşartokê bi zimanê dayika xwe derbazdibû û di vê jîyana xwezayî de yek peyvikek tirkî neketibû guhê min/me.

Piştî ku ketim sala hefta , me şandin mektebekê 3 km dûrî gundê me , li gundekî sifir km li ser tuxûbê Serxet û Binxetê ( Eradê ) bû.

Ew gundê weke bajarokekî, ji du taxa pêkdihat ( Erad û Ofis ) Li taxa Erad ê Ocaxa Tendurustîyê ( sağlık ocağı ) , li Ofîsê , Ajansa Ofîs a Zad ( TMO), Qereqola Cendirmê Sînor , Rawestgaha Trênê û mektebek hebû.

Karmendê van sazîya hemû tirk bûn û diyare ku mekteb ji bo zarokê wan li vî gundî hatibû avakirin ..

Bi çûn a mektebê re jiyana meyî xweş û xwezayî derbazdibû çû, jiyaneke nû , bi ezab û bi zimanekî bîyanî destpêkir..

Navbeyna gundê me û Ofisê , çolbir 2-3 km bû. Di wan sivistanê no û sar de , her sibe sê km em dimeşîyan û me berê xwe dida mektebê , weke mere berê xwe bide cehennemê .

Ji ber ku sê tiştê em jê ditirsîyan, edî rojane ketibûn jiyana me.

Li ser reya mektebê , di Şurtikê de ( Çemikekî di navbeyna Cumik û Ofisê de ku sivistanî tenê diherikî ) pîrebok hebûn ,

li Ofis ê li ber çavê me esker hebûn, û ji xwe li malê jî di bin kulînê , di tarîyê de her Gurê Manco xwe veşarti bû.

Ji bilî vana , li mektebê ezabakî nû , nehikê ser dehika , li van her sê tirsê me zêde bû..

Ew jî zimanê tirkî û mamostê tirk bi xwe bû .

Zarokê karmendê Ofîsê tirk bûn û bi tirkî diaxivîn . Bo wan tu pisgirêk nebû.

Lê ji bo me ?

Ji bo me ne wisa bû !

Me bi tirkî nizanîbû û li mektebê axavtina bi kurdî jî qedexe bû ..

Ji xwe berî ku em dest bi mektebê bikin agahî hatibûn guhê me ku li mektebê axavtina bi kurdî qedexeye..

Avahîya mektebê , mamoste tev cil û bergê xwe , nerînê xwe , axavtin û sekna xwe bo me xerîb bû , bi me xerîb dihat.

Hingê li me dinherî û diaxivi , an tiştek ji me sewal dikir , me jê fahmnedikir.

Ji tirsa lêxistinê , weke bersivekê, bes me nav û paşnavê xwe digot .

Wextê derzê destpêdikir , me nizanîbû emê çi bikin !

Eşkenca mezin , ya Çînî destpêdikir , taya mirini diket qirika mi/me.

Min ji xwe dipirsî , gelo ez çi bikim ku ji lêxistin û heqaretê mamoste û kenê zarokê tirka xwe xelaskim ?

Gelek cara jî ji mecbûrî ,

bo alîkarîyekê, an bo pêwistîyekê bi dengnizmî û bi dizî em hevre bi kurdî diaxivîn , ka çi ji me tê xwestin ,

em çi bikin ?

Heger mamoste bi me bihisîya, an zarokna ixbarîya me bikirana , me haqaret an lêxistin dixwar.. 

Ezabekî din mezintirîn hebû ku di wextê derzê de zarokên mîza wan dihat û ji ber ku bi tirkî nizanîbûn destûrê ji mamoste bixwazin da ku herin derve , destavê , gelek cara bi xwede dimîstin, bin xwe şildikirin ..

Ji bilî Ofisê , teva gundê me, ji pênc gunda zarok her roj piya dihatin mektebê û hingê seeta mektebê xelasdibû cardin piya vedigerîyan gundê xwe ..

Di çûn û hatinê de eşkencak û ezabekî mezintırîn bi serde hatibû serê me jî ev bû;

Mamoste , ji her gundekî Serokekî Şaxa Ziman ( Dil Kolu Başkanı ) tayinkiribû .

Edî ji gund û hetta çûna mektebê û li vegerê jî axavtina bi zimanê me , kurmancî qedexe bû.

Wextê seeta mektêbê xelasdibû ku me berê xwe dida gundê xwe gelek kêfa me dihat , lê mixabin ew kêf jî zû li me dişkest..

Çer ku em ji mektebê derdiketin û bi rê diketin , Serokê Şaxa Ziman digot :

Hetta gund axavtina bi kurdî qedexeye !

Kî bi kurdî biaxivi ezê sibê navê wî bidim mamoste ,

de îca hûn zanin !

Ji xwe her zarokî dizanîbû ku navê wî here ber destê mamoste , encam û berdêla wê heqaret û lêdane..

Ya qomîk û malkambax ku tu carî ji bîra min nari ;

Serokê Şaxa Ziman, ji ber ku wî jî bi tirkî nizanîbû , ew ferman ji mere bi kurdî digot ..

De were mere zarok be , 3 km bi rê de bimeşi û newêribi heta gund devê xwe veke , biaxive !

Gelo li dinyê , ji qedexekirina zimanê dayikê li zaroka mezintir trajedî û trawma heye ?

Bes, yên veya jîyani dikarin têbighêjin !

Zimanê Herkesî Bi Wan Xweşe

Herwiha Zimanê Me jî Bi Me Xweşe û Bo Me, Ji Zimanê Herkesî Xweştire !

Bo Vê Yekê , Dive Ku Her Zarok Bi Zimanê Dayika Xwe Perwerde Bibe !

Ev Mafekî Mirovahîya Gerdûnîye !

Nîşe :

1. Li herema Qoserê navê Bakur Serxet , yê Rojava Binxet bû .

Heta careke din

BI ZIMANÊ XWE BIMÎNIN !

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin