Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê derbarê êrişên li taxên Kurdan daxuyanî da

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê derbarê êrişên li taxên Kurdan daxuyanî da

.

A+A-

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar li ser êrişên artêşa Sûriyeyê yên li dijî taxên Kurdan ên Helebê hişyarî da û got, "Cîhan deyndarê Kurdan e."

Artêşa Sûriyeyê û komên çekdar bi dijwarî êrişî taxên Kurdan ên Helebê dikin û rewşa mirovî ya li herêmê her ku diçe xirabtir dibe.

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir û êrişên li Kurdan şermezar kirin.

"Êriş giran û metirsîdar in"

Saar diyar kir ku ew ji rewşa li Helebê bi fikar in û got:

"Êrişên hêzên rejîma Sûriyeyê yên li dijî kêmîneya Kurd a li bajarê Helebê giran û metirsîdar in."

"Deyndarê şerefê ne"

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê bi bîr anî ku Kurdan şerekî mezin li dijî DAIŞê kiriye û wiha pê de çû:

"Civaka navneteweyî bi giştî û Rojava bi taybetî, deyndarê şerefê ne ji bo Kurdên ku bi wêrekî û serkeftî li dijî DAIŞê şer kir."

"Li dijî sozên Sûriyeya nû ye"

Gideon Saar bal kişand ser zextên li ser pêkhateyan û anî zimên:

"Zextên sîstematîk û kujer ên li ser kêmîneyên curbicur ên Sûriyeyê li dijî sozên 'Sûriyeya nû' ne.

Bêdengiya civaka navneteweyî dê bibe sedema zêdebûna tundiya rejîma Sûriyeyê."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin