
Mezlûm Ebdî: Êrişên li ser Helebê rê li ber guherîna demografîk vedikin
.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî derbarê êrişên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê daxuyaniyek belav kir. Ebdî diyar kir ku berdewamiya nêzîkatiya şer û zimanê şer ji bo ferzkirina çareseriyên yekalî nayê qebûlkirin.
Mezlûm Ebdî bal kişand ser rûdanên pêşeroj û got: "Vê nêzîkatiyê berê li peravên Sûriyeyê û Siwêdayê bû sedema komkujiyên ku di asta sûcên şer de ne."
Ebdî destnîşan kir ku belavkirina tank û topan li taxên bajarê Helebê, bombebarankirina sivîlên bêparastin, koçberkirina wan û hewldanên dagirkirina taxên Kurdan di dema proseyên dan û standinê de, derfetên gihîştina lihevkirinê ji holê radike.
Fermandarê Giştî yê HSDyê hişyarî da ku ev rewş zemînê ji bo guherînên demografîk ên metirsîdar amade dike û sivîlên li her du taxan asê mane rûbirûyî metirsiya komkujiyan dike.
Mezlûm Ebdî teqez kir ku ew li gel xelkê Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê ne û wiha got, "Em bi rojan e bi hemû aliyan re dixebitin da ku van êrişan rawestînin."
Fermandarê Giştî yê HSDyê di dawiya peyama xwe de sersaxî ji malbatên kesên ku canê xwe ji dest daye re xwest û ji bo birîndaran jî daxwaza başbûneke bi lez kir.
Rewşa Helebê piştî ragihandina "qedexeya hatûçûnê" û naskirina taxên Kurdan wekî "herêma leşkerî" ji aliyê artêşa Sûriyeyê ve, li ber teqînê ye.
Li gorî Komîteya Bersivdayînê ya Helebê, heta niha 142 hezar kes koçber bûne.
Wezareta Hawarçûnê ya Sûriyeyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi "gulebarankirina ambulansan" tohmetbar dike.
Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê jî îdia dike ku HSDyê dest bi êrişan kiriye.
Birêvebirê Ragihandina Tenduristiyê yê Helebê (yê hikûmetê Şamê) ragihand ku 7 sivîl hatine kuştin û 52 kesên din jî birîndar bûne.
Hevserokê Encumena Tenduristiyê ya taxên Kurdan Dr. Osman Şêx Îsa derbarê "komkujiyê" de hişyarî da.
Li gorî amarên wan ên herî nû, 8 kesan canê xwe ji dest daye û 66 kes jî birîndar bûne.
Şer ji Helebê derket derve
Li gorî daxuyaniya HSDyê, komên "Emşat"ê yên hikûmeta Şamê navenda nahiyeya Dêr Hafirê ya ku sivîl lê zêde ne, bi topên hawanê, çekên giran û dronên xwekuj topbaran kir.
Di encama êrişê de 3 sivîl birîndar bûn û zirar gihîşt torên elektrîkê.
HSDyê her wiha eşkere kir ku heman komên çekdar li derdora Bendava Tişrînê êrişî "Tel Seryatel"ê kiriye.
HSDyê ev êriş wekî "aloziyeke plankirî" pênase kir û teqez kir ku mafê wan ê bersivdayîna rewa ji bo parastina xelkê û aramiya herêmê heye.
Li hêla din, HSDyê li gundewarê Reqayê droneke bombekirî xist xwarê.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin