
Hoşeng Derwêş: Zêdetirî heft hezar çekdarên biyanî di nav hêzên Sûriyeyê de hene
.
Nûnerê Encûmena Sûriyeya Demokratîk li Herêma Kurdistanê amaje da ku, ew hikûmeta ku niha li Sûriyeyê heye tu tiştekê bi navê demokrasiyê nizane. Herwesa got ku, parastina mafên pêkhateyan dê rewşa Sûriyeyê çareser bike.
Nûnerê Encûmena Sûriyeya Demokratîk li Herêma Kurdistanê Hoşeng Derwêş îro (Çarşem, 07.01.2026) tevlî bernameya Basî Rojê ya Kurdistan24ê bû û tê de got: “Ev çend roj in ku her du taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê hatine dorpêçkirin, rê nayê dan ku xwarin û derman bigihîjin welatiyan.”
Hoşeng Derwêş herwesa got: “Parastina mafên hemî pêkhateyan dê rewşa Sûriyeyê çareser bike. Ew hikûmeta ku niha li Sûriyeyê heye ji aliyê siyasî û aborî ve lawaz e, û welatên deverê dixwazin berjewendiyên xwe li Sûriyeyê bi dest bixin.”
Nûnerê Encûmena Sûriyeya Demokratîk li Herêma Kurdistanê amaje jî da: "Divê hemî pêkhateyên Sûriyeyê di zûtirîn dem de li ser maseyekê bicivin û danûstandinan bikin."
Navbirî ron jî kir ku, komên çekdar fermanan ji derve werdigirin, tu tiştekî li ser demokrasiyê û pêkvejiyanê nizanin, zêdetirî heft hezar çekdarên biyanî di nav hêzên girêdayî hikûmeta Sûriyeyê de hene.
Serok Barzanî jî her îro (Çarşem, 07.01.2026) li ser şer û aloziyên ku li taxên Kurdan ên Helebê hene peyamek belav kir û tê de got: “Ev rewşa metirsîdar û şer û tundûtûjiya ku niha li bajarê Helebê heye, cihê gelek dilgiraniyê ye û metirsî li ser jiyana xelkê sîvîl û welatiyên bêtawan çê kiriye û gefa qirkirina etnîkî li dijî Kurdan li wê deverê heye.”
Serok Barzanî di peyama xwe de tekez jî kir: “Me bi hemî aliyan re gelek bizav kir ku divê hemî pirsgirêka û nakokî bi rêya diyalogê û bi awayekê aştiyane bên çareserkirin.”

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin