
Îlham Ehmed: Me bi Washington, Parîs û Enqereyê re pêwendî daniye
.
Rêveberiya Xweser eşkere kir ku wan ji bo aramkirina rewşa taxên Kurdan ên li Helebê, bi Washington, Parîs û Enqereyê re xeteke pêwendiyê vekiriye û armanca wan ew e ku ew welat di navbera wan û Şamê de bibin navbeynkar da ku rê li ber komkujiyê bigirin.
Artêşa Ereban a Sûriyeyê ji roja sêşemê ve bi tank û topan êrişî taxên Kurdan ên li Helebê, Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê dike û Asayîşa taxên Kurdan jî li ber xwe dide.
Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê di hevpeyvînekê de ragihand:
"Pêwendiyên me yên bi Washington, Parîs û Enqereyê re yên li ser pêşhatên Helebê didomin.
Em hewl didin ew welat di navbera me û Şamê de wekî navbeynkar bixebitin."
Îlham Ehmedê amaje pê kir ku armanca wan ji bo çareserkirina pirsgirêkan, bêyî ku rewş bigihêje asta leşkerî yan jî "komkujiya li dijî sivîlan bikaranîna "zimanê aqil û mantiqê ye."
Hişyariya li ser komên li Helebê
Îlham Ehmedê dilgiraniya xwe ya li hemberî wan hêzên ku li derdora Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê hatine bicihkirin anî ziman:
"Gelek komên ku berê li Laziqiye û Siwêdayê komkujî kirine, niha li nêzîkî Eşrefiye û Şêx Meqsûdê hatine bicihkirin.
Ez nizanim hikûmeta Sûriyeyê çi sûdê ji vê teşwîqkirina binpêkariyan dibîne."
Îlham Ehmedê behsa dîroka dorpêçkirina wan her du taxan kir û diyar kir ku di serdema "rejîma berê de" jî dorpêç û êriş hebûn û piştî guherînan jî her didomin.
Ehmedê tekez kir ku divê çareserî "Sûriyeyî-Sûriyeyî" be lê destwerdana hêzên herêmî yên ku berjewendiyên wan li Sûriyeyê hene, bûye asteng.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin