Macron ji Şer re got: Girîng e dan û standinên HSD û Şamê berdewam bikin

Macron ji Şer re got: Girîng e dan û standinên HSD û Şamê berdewam bikin

.

A+A-

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ji Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer re got, "Girîng e ku dan û standinên di navbera HSD û Hikûmeta Sûriyeyê de bi niyazpakî berdewam bikin."

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bi rêya telefonê bi Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer re axivî.

Emmanuel Macron derbarê pêwendiya telefonî ya bi Ehmed Şer re li ser hesabê xwe yê X daxuyaniyek belav kir.

"Civîna li Parîsê ji paşeroja Sûriyeyê bûye alîkar"

Macron di parvekirineke xwe ya de amaje pê kir ku civîna roja înê ya li Parîsê ya di navbera wezîrên derve yên Fransa û Sûriyeyê û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê de, "ji bo diyarkirina gavên paşerojê alîkar bûye."

Macron da zanîn ku ev gav ji bo dan û standinên di navbera HSD û Şamê de yên li ser yekkirina hêz û saziyên Rêveberiya Xweser bi Hikûmeta Sûriyeyê re ne û li gorî wê rêkeftina ku 10ê Adarê di navbera Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî û Şer de hatibû îmzekirin tên avêtin.

Roja înê piştî civîna sêalî, Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot pêwendî bi Mezlûm Ebdî re kir û jê re got:

"Di demek nêz de li Parîsê, dê di navbera hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de dan û standin bên kirin bi armanca bicîkirina rêkeftina 10ê Adarê ya di bin çavdêriya Fransa û Amerîkayê de."

Beşeke din a gotûbêja Macron û Şer li ser şer û pevçûnên dawî yên di navbera Durzî û eşîrên bedewî yên parêzgeha Siwêdayê de bû ku di encamê de zêdetirî hezar û 300 kes hatibûn kuştin.

Her wiha hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê û Îsraîlê jî destwerdana leşkerî kiribûn.

"Qonaxa veguhêz gelekî nazik e"

Macron li ser vê mijarê nivîsî, "Tundûtûjiya vê dawiyê ya li Sûriyeyê nîşan dide ku qonaxa veguhêz gelekî nazik e. Divê xelkê sivîl were parastin."

"Agirbesta li Siwêdayê nîşaneke erênî ye"

Serokkomarê Fransayê derbarê agirbesta ku 19ê Tîrmehê bi navbeynkariya Amerîka û welatên herêmê li Siwêdayê hat ragihandin de got:

 "Agirbesta li Siwêdayê nîşaneke erênî ye. Divê niha gotûbêjeke aram rê li ber armanca yekkirina Sûriyeyê û di heman demê de rêzgirtina ji mafên hemû welatiyan re veke."

Macron her wiha got, "Min û Serokkomarê Sûriyeyê me behsa pêwîstiya dîtina çareseriyeke siyasî ya bi aliyên navxweyî re di çarçoveya hikûmet û ewlehiya niştimanî de kir."

Nakokiya HSD û Şamê

Ji piştî rûxandina desthilata Beşar Esed a Kanûna Pêşîn a 2024an ve, Fransa hewl dide ku desthilata nû ya Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser nêzîkî hev bike.

Li gorî daxuyaniyeke Wezareta Karên Derve ya Fransayê, wezîrê karên derve yê wî welatî di pêwendiya xwe ya telefonî ya bi Mezlûm Ebdî re, piştgiriya welatê xwe "ji bo çareseriyeke aştiyane ya bi rêya danûstandinan ji bo yekkirina Sûriyeyê, tevlîkirina şêniyên bakur û rojhilatê Sûriyeyê di pêvajoya veguhêz a siyasî de û garantîkirina mafên gelê Kurd" ducare kir.

Piştî îmzekirina rêkeftina di navbera wan de, çend gerên danûstandinan di navbera HSD û Şamê de hatin kirin, lê ti pêşketineke berbiçav çênebû.

Nakokiya sereke ya di navbera wan de ew e ku Şam daxwaz dike HSD xwe hilweşîne û endamên wê tevlî Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê bibin.

Lê hêza ku piraniya wê Kurd in û wekî artêşa defakto ya Rêveberiya Xweser tê dîtin, daxwaz dike ku bi pêkhate û şêweyê xwe yê niha bimîne û bi vî rengî bibe hêzeke ser bi artêşa Sûriyeyê ve.

Derbarê wê civîna ku biryar e li Parîsê bê kirin, roja înê Berpirsê Karûbarên Amerîkayê yê Wezareta Derve ya Sûriyeyê Quteybe Duleymî ji medyaya welatê xwe re ragihandibû "Ew temamkerê gerên berê yên dan û standinên bi serkirdayetiya HSDyê re ye ji bo yekbûna tam" a hêzê bi artêşa paşerojê ya niştimanî ya Sûriyeyê re.

Wekî îşaretekê ji bo pêdagiriya li ser çekdanenîn û hilneweşandina hêza xwe, çarşema borî Berdevkê HSDyê Ferhad Şamî got, "Kes li Sûriyeyê xwe radest nake. Yên ku li ser xwe radestkirina me behîsê dikin, dê têk biçin."

Ev axaftina Şamî, rastî bertekeke tund a Şamê hat.

Roja pêncşemê, çavkaniyek ji Hikûmeta Sûriyeyê ji medyaya welatê xwe re ragihand, "Axaftina li ser redkirina radestkirina çekan an jî mana hêzeke leşkerî ya serbixwe, bi ti awayî nayê qebûlkirin."

Aloziyên Siwêdayê

Şerê Siwêdayê 13ê Tîrmehê dest pê kir, piştî ku eşîrên bedewî sebzefiroşekî Durzî revand.

Paşê hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê ku li gorî gotina xwe ji bo nehiştina pevçûnan çûbûn, li gel eşîrên bedewî ketin şerê Durziyan.

Piştî wê, Îsraîla ku xwe wekî parêzvanê Durziyan dibîne, êrişî baregehên leşkerî yên artêşa Sûriyeyê kir û Wezareta Parastinê ya li Şamê jî bombebaran kir.

Macron li ser vê mijarê nivîsî, "Gelekî girîng e ku rê li ber nûbûna tundûtûjiyê bê girtin û were misogerkirin ku yên ji van kiryaran berpirsyar in, dê bên dîtin."

Çavkaniyeke dîplomatîk a Sûriyeyê roja şemiyê ragihand ku di wê civîna li Parîsê de ya ku bi navbeynkariya Amerîkayê di navbera şandeyên Sûriye û Îsraîlê de hat kirin, behsa aktîvkirina rêkeftina aramkirina rewşê û "kontrolkirina aloziyan" hatiye kirin, lê hîn "rêkeftineke dawî nehatiye kirin."

Çavkaniyê ji televîzyona fermî ya Sûriyeyê re ragihandiye ku di paşerojê de dê çend civînên din jî bên kirin.

Berê çavkaniyeke dîplomatîk li Şamê ragihandibû ku Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî û Wezîrê Kar û Barên Stratejîk ê Îsraîlê Ron Dermer civiyane.

Di heman demê de, Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barak, di parvekirineke xwe ya li ser tora civakî ya Xê de ragihand ku li Parîsê bi berpirsên Sûriye û Îsraîlê re civiyaye.

Televîzyona fermî ya Sûriyeyê ji zarê çavkaniya dîplomatîk ve belav kir:

"Civîna ku şandeyeke Wezareta Karên Derve û Saziya Îstixbarata Giştî bi aliyê Îsraîlî re kir, bi navbeynkariya Amerîkayê bû û mijara wê ya sereke pêşhatên ewlehiyê yên dawî û hewlên ji bo kontrolkirina aloziyên li başûrê Sûriyeyê bûn."

Her wiha got, "Civîn negihişt ti rêkeftineke dawî, belkî şêwreke destpêkî bû bi armanca kêmkirina aloziyê û vekirina kanalên pêwendiyê piştî wê aloziya berdewam a ku ji destpêka Kanûna Pêşîn ve dest pê kiriye."

Çavkaniyê amaje pê kir ku di dan û standinê de behsa "îhtimala aktîvkirina rêkeftina aramkirina rewşê" hatiye kirin ku ew rêkeftin sala 1974an di navbera her du welatan de hatibû îmzekirin.

Her wiha berpirsên Sûriyeyê di civînê de daxwaz kiriye ku hêzên Îsraîlê "demildest" ji wan xalên ku van demên dawî ber bi wan ve pêşve çûne, vekişin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin