
Lûtkeya NATOyê ya li Holendayê bi dawî bû
.
Lûtkeya NATOyê ya li bajarê Laheyê yê Holendayê bi dawî hat û biryar hat dayîn ku lûtkeya 2026an li Tirkiyeyê were lidarxistin.
Lûtkeya NATOyê ku li bajarê Laheyê yê Holendayê hat lidarxistin îro bi dawî bû.
Di encamnameya lûtkeyê de hat ragihandin ku lûtkeya sala 2026an a NATOyê dê li Tirkiyeyê bê lidarxistin.
Her wiha eşkerekirin ku welatên endam ên NATOyê li hev kiriye ku heta sala 2035an, ji bo lêçûnên paratinê rêjeya ku ji berhema xwe ya navxweyî ya giştî vediqetînin, bigihînin ji sedî 5an.
Li gorî encamnameya lûtkeyê, serokên 32 welatên endam pabendiya xwe ya bi madeya 5emîn a NATOyê nîşan dane.
Di encamnameyê de hat diyarkirin ku ev rêjeya lêçûnan dê sala 2029an ji nû ve bê nirxandin û soza piştgiriya ji bo Ukraynayê hat dubarekirin.
Hat ragihandin ku di hesabkirina lêçûnên parastinê yên hevpeymanan de, alîkariyên ku ji bo parastina Ukraynayê tên dayîn jî dê bên hejmartin.
Di daxuyaniyê de tekezî li ser biryardariya ji bo berfirehkirina bilez a hevkariya pîşesaziya parastinê ya transatlantîk hat kirin û hat gotin:
“Em dê ji bo rakirina astengiyên bazirganiya parastinê yên di navbera xwe de bixebitin û em dê hevbeşiyên xwe ji bo handana hevkariya pîşesaziya parastinê bi kar bînin."
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin