Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê her sal 350 pirtûkên Kurdî tên çapkirin

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê her sal 350 pirtûkên Kurdî tên çapkirin

.

A+A-

Weşanxaneyên Kurdî yên li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê ji ber krîza aborî ya heyî di bin şertên giran de karê xwe brrdewam dikin. Ji ber zêdebûna maliyetan çapkirina kitêban jî zehmettir dibe û ev yek dibe sedema kêmbûna firotin û xwendina Kurdî.

Li Tirkiyeyê ku zimanê fermî û perwerdehî tenê Tirkî ye weşanxaneyên Kurdî bi awayeke hewlên takekesî û bêyî piştgiriya sermiyandaran kar dikin tevî krîza aborî û kêmbûna xwendina Kurdî karên xwe di şertên zehmet de didomînin.

Di serdemeke de ku qeyrana aborî heye sala par 349 pirtûkên Kurdî hatine çapkirin ku di nav wan de zêdetir helbest, roman û çîrok cîh digirin.

Weşangerên Kurd balê dikêşînin ser kêmbûna firotin û xwendina kitêbên Kurdî.

Bi taybetî di nav van du mehên dawî de rêjeya firotina kitêbên Kurdî û kitêbên der barê Kurdan de li gor demên berê gelek daketiye. Tesîra zextên li ser Kurdî jî li ser vê yekê heye lê sedema sereke krîza aborî ye. Li Tirkiyeyê kaxiz gelek biha ye, ji ber vê bihabûnê çapkirina kitêban dibe pirsgirêk. Piştî kitêb tên çapkirin jî bihayên wan jî bi awayek mecbûrî zêdetir dibe. Ev jî zorê dide ser kiryaran.

BERPİRSİYARÊ NİVÎSAN YÊ KOVARA DERWAZE – RÊBÎN OZMEN

Li nav 35 weşanxaneyên Kurdî pirtirî wan li Stenbol û Diyarbekirê ne. Kaxizên pirtûkên tên çapkirin ji derveyî Tirkiyê tên hawirdekirin û bi zêdebûna nirxê dolar û hin maliyetên din barê weşanxaneyên Kurdî girantir dike.

Weşangeriya Kurdî di şertên Tirkiyê de bivê nevê bi krîzê dest pê dike û karê xwe di şertên zehmet de berdewam dike. Ji ber ku zimanê Kurdî zimanê bazarê nîn e, zimanê perwerdehî nîn e, zextên siyasî li ser hene. Zimanê Kurdî di gelek zehmetiyan re derbas dibe. Ji aliyê perwerdehî û aborî ve şertên baş bo bazara Kurdî nîn e. Salane 350 pirtûkên Kurdî tên çapkirin, her çiqas ji derva dema lê dinêrin dibêjin kitêbên Kurdî çap dibin lê ev di asteke baş nîn e û bazare xurt nîn e bo Kurdî.

Nûçe: Chanel 8

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin