
Li Stockholmê bîranîna M. Emîn Bozaslan
.
Bi minasebeta 40 rojîya koçadawî ya nivîskar, lêkolîner û rewşenbîrê kurd M. Emîn Bozarslan, li Stockholmê Yekitîya Nivîskarên Kurd Li Swêdê, Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê, Weşanxaneya Dengê û malbatê, di 22ê adara 2026an de, bi beşdarîyêk girseyî civînek bîranînê li dar xistin.
Civîn li ser navê desteya birêvebir bi rêzgirtina pakrewanên Kurdistanê ji alîyê Newzad Hirorî ve dest pê kir. Piştî axaftina Newazad Hirorî ya li ser navê Kitêbxaneya Kurdî, civîn bi moderatorîya Zinar Soran ve hate birêvebirin.
Piştî xwendina helbesta Seydayê M. Emîn Bozarslan ya bi navê ”Dayê Tu Megrî” ji alîyê Siddik Bozarslan; Zinar Soran bi sinevizyonek ji wêne û berhemên M.Emîn Bozarslan kurtejiyana wî pêşkêş kir.
Li ser navê Weşanxaneya Dengê jî Mesûd Tek axftinek kir. Beşê dûdan yê bîranînê jî bi axaftinên beşdaran berdewam kir.
KURTE JIYANA M. EMÎN BOZARSLAN
Mamoste M. Emîn Bozarslan di 15ê îlona 1934an de li gundê Akroya qeza Licê hatitiye dinyê. Di temenekî biçûk de li medreseyê dest bi xwendina olî dike. Perwerdeya xwe ya olî li medreseya Hênê, Hezro û medreseyên derdorê temam dike.
Îmtihanên dibistana seretayî û miftîtîyê ji derve xelas dike. Di salên 1956-1969an de, li Hênê, Meletê, Qulpê û Şarkköya Tekirdagi muftîtîyê dike.
Di sala 1964an de gava li Qulpê Muftîye, kitêba bi navê ”İslamiyet Açısından Şeyhlik-Ağalık” derdixînî. Di vê kitêbê de, rexneyan li îstismar û kedxwarîya şêx û axa û terîqetan digre.
Ev derdor hewil didin ku kitêba ”İslamiyet Açısından Şeyhlik-Ağalık” bê qedexekirin û ew jî bi behaneye ”Kurdperwerî û Çepîtîyê” bê darizandin û ji kar bê bidûrxistin.
Ew di sala 1965an de bi behaneya ”Kurdperestî û Çepîtîyê” ji kar tê avêtin. Teva ku ew doza ”Mahkemeya Daniştayê” qezenc dike jî tayina wî didin Şarkköya Tekirdagê, ango sirgûnî wê derê dikin.
Mamoste di wê demê de, tevgera siyasî ya neteweyî jî ji nêz ve taqîb dike. Di warê xebata siyasî û rêxistinî de jî hinek hewildanên wî çê dibe; lê dûrê bêtir êlma xwe davêje ser xebatên ziman, edebîyat, lêkolînên dîrokî û wergerê.
Piştî ”Efûya Giştî” ya 1974an ew ji zîndanê derdikeve; tecrûbe û serpêhatiyên xwe yên di zîndanê de, di di kitêba ”İçerdekiler ve Dışardakiler” de diweşîne.
Di sala 1979an de kitêba xwe ya bi navê Meyro bi kurdî diweşîne ku ji alîyê raya giştî ve gelekî balê dikşîne.
Di 1979an de ji Tirkîyeyê derdikeve û li Swêdê bi cih dibe. Piştî wê jî xebatên xwe yên di warê, lêkolîn, ziman, edebiyat, folklor, kultur û dîroka Kurd û Kurdistanê de heta koçadawî bê westan didomîne.
Mamoste M. Emîn Bozarslan di 22-01-2026an de li bajarê Uppsalayê koça dawî kir. Wî bi awakî fizîkî xatirê xwe ji me xwest û ji nav me bar kir; lê ew bi xebat û berhemên xwe dê her di nav tevgera doza Kurd û Kurdistanê de; di dilê kurdên welatparêz û dildarên ziman û edebiyata kurdî de bijî.
Bila ruhê Xwedêzêrazî M. Emîn Bozarslan şad û mekanê wî rohnî be.
Bila serê malbatê, dildarên ziman û edebiyata kurdî û miletê Kurd sax be.
22-03-2026
Zinar Soran









NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin