Li Ser Pêvajoya Çekdanîn û Xwebelavkirina PKK - Baran Boskan*

Li Ser Pêvajoya Çekdanîn û Xwebelavkirina PKK - Baran Boskan*

.

A+A-

Serokê Meclîsa Ewropayê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Merd Baran Boskan, di Rojnameya Xebatê de, di derbarê çekdanîn û xwefesih kirina PKKyê de bersîva pirsên Sasan Derwêş da û bîr û rayên PWKyê anî zimên.

Weka ku tê zanîn di destpêka meha cotmeha 2024 an de di Parlamentoya Tirkîyê de bi silav û destdayina Serokê MHP( ku partîyekî  nijadperest e) Devlet Bahçeli bi DEM Partîyê (ku ser bi PKK diyar e) vê pêvajoyê ji nişkave ket rojeva Tirkîyê û Kurdistanîyan. Ev bûyer;  di raya giştî ya Tirkîyê û Kurdistanê de  nedihat payin, ji ber vê jî bi matmayinî û bi balkêşî ket rojevê. Herçend bi mehan berya vê rûdanê Dewleta Tirk bi rêya hinek merivên xwe, di nav raya kurdî de li ser danûstendinên Abdullah Öcalan û Dewletê de agadarî belavdikirin û propogandayek destpê kiribûn.

Di ser vê rûdanê de Devlat Bahçeli gavek matmayînîyek din jî nîşan da. Di Gurûba Partîya xwe ya Parlamentoya Tirkîyê de got: `bira serokê Rêxistina Terorist Abdullah Öcalan  were di Parlamentoyê de, di gurûba DEM Partîyê de gazî PKK bike, bêje çekên xwe deynin û xwe fesih bikin. Emê jî,  ji bona Abdullah Öcalan  piştgêrîya `mafê Hêvîyê` bikin`! Mafê Hêvîyê, tê wateya kesê 25 salan di girtîgehê de mayî û mulahîmîtîya xwe nîşanda hêvîya wî heye ku cezayê mayî ya li girtîbûnîya male yan girtîgeha vekirî teva bike, yan jî bê berdan!

Ji bona eger û pêwistîyên vê guhertina hanê hinek zelaltir diyar bibe,  pêwistî  bi çavlêgerandina buyer û kiryarên dîroka nêzîk yên tevayî û herîmî jî heye..

Weka ku têzanîn nakokî û pevçûnên  dîroka nêzîk yên li seranserê dinê û bi taybet yên herêma Rojhilata Navîn gotûbêj gengeşeyên guhertinên statuyên nû jî xistin rojevê.

Gelek zelal e ku; li herêmê şerê Îran û Iraqê ku egerekî wê nakokîyê parvekirinên encamê Lihevkirina Cezayirê ku li ser xwîna kurdan lihevkiribûn destpêkir,  lê alîyek din jî nakokîyên mezinahîya Îslamê û berberîya mezhehebên Îslamî bû. Di demajoya vî şerî de gurûbên Îslamîyên Sune yên tundrew û terorîs derketin pêş.

Bi jinavbirina rejîma BAAS ê û lêdana  El QAIDE û DÎIŞ hêzên terorist ên Îslamîya Sune hatin şikandin, lê vêyekê bû egerê dibin serkêşîya Dewleta Îslamîya Îranê de hêzên Îslamîya Şîe yên terorist li qadê xwurt bibin.

Êrîşa tevgera HEMAS ê ya 7 mijdarê  û bersîva Îsraîlê ya dijwar li hemberê vê bûyerê û pêre şikandina baskên Dewlet şîa Îslamî ya Îranê yên terorist li Filistîn, Lubnan, Sûrî têkbirin, li Yemen û Iraqê jî şûnda xistin û berbi şikandinê dibin.

Van rûdanan li Rojhilata navîn valayîyek çê dike, rêya guhertinên siyasî  û erdnîgarî jî bi xwe re vedike. Ev xewna Tirkîyê xira dike, tirs û lerzek dixe nava wê. Valayî ya ku çê dibe kî wê çawa dagire, ne zelal e! Ger di vê valayîyê de destketinên kurdan çêbin, keysûfesal ji kurdan re xweş be ji xwe re wek taya mirinê dibînin. Ji ber wê jî Dewleta Tirk ket nav tevgerê li gorî xwe ji bona parastina xwe li amadekarîyên nû gerîya. Vê pîvajoya çekdanînê jî, ji vêpêwistî û geryanê derket pêş.

Dewleta Tirk herçend di dema `pêvajoya aştîyê` ya pêşî de ku li ser navê çekdarên PKK ji Tirkîyê (mebest Kurdistana Bakur) derdikevin bi kêfxweşî diyar kirin ku çekdarên ji Sûrîyê (mebest Başûrêrojavayê Kurdistanê) vedikişin Sûrîyê! Lê piştî têkçûna vê demajoya aştîyê û kiryarên DÎIŞ ê rayagiştî ya Tirkîyê dan kanî kirin ku `Emerîka dixwaze dewleta Kurdistanê avabike ji bona wê jî piştgêrîya PKK dike` !

Gava meriv li gotin  û kiryarên alîyan mêze dike ev  pêvajo çi ye û çawa diçe dikare çi jê derkeve zelaltir diyar dibe.

Piştî banga Devlet Bahçelî bi navê Heyeta Îmralî heyetekî ji Pervîn Buldan û Sirri Sureya Önder  hat ava kirin. Vê heyetê navbera Abdullah Öcalan  û Qendîl û Başûrûrojavayê kurdistanê û Ewropayê de tevî partîyên Tirkîyê de danûstendin kirin, lê tu têkilî bi partîyên kurdan re dananîn û tu agadarî jî nedan wan.

Li gora agadarîyên ku zelal bûn ji sala 2022 wan ve danûstendinên Abdullah Öcalan  û Dwletê tevî Qendîl, Ewropa û Kurdistana Rajavayêbaşûr çêbûne û lihev kirine. Yên vê dawîyê tenê diyarkirin pêkhanîna wê lihevhatinê ye.

Di vê pêvajoyê de heta niha sê belge ji alîyê Abdullah Öcalan  ve ji raya giştî re hatine vekirin. Di 27 Sibata 2025 an de Banga Çekdanîn û xwefesihkirina PKK, Gotara Abdullah Öcalan ji Kongreya 12 an ya PKK re hatîye pêşkêş kirin. Destnivîsên hevdîtina Îmralî ya 21 sibatê ku bi Abdullah Öcalan  ra hatîye kirin.

Em PWK,  Partîya Welatparêzên Kurdistanê ji destpêkê ve, gelek vekirî dibêjin; piştî şerê malkambaxî ya hendekan li Kurdistana Bakur şer nema ye. Hinek bûyerên piçûk yên propogandayê jî tu destketin û fêdeyek negihandîye û nagihîne meiletê kurd û doza wê. Di roja îroyîn de şertên şer li Kurdistana Bakur tune ye. Ev ji ber teknolojîya şer, di demajoya şerê PKK de pêkhanîna guhertinên demografîya Kurdistanê, valakirina gundan, bi bendavan guherînên erdnîgeranîya Kurdistanê bi vekirinên rêyên leşkerî û li Kurdistanê avakirinên bingehên leşkerî yên stratejî kû hwd.

Ev şer derbasê perçeyên din yên Kurdistanê bû ye û zirarek mezin dide tevgera neteweyî ya van perçeyan, rêya dagirkirin û desttêwerdana perçeyên din yên Kurdistanê dike.

Di bin navê egera  şer  û terorê de êrîşên dewleta tirk li ser Kurdistanê, rêxistinên Kurdistanî, xwestekên herî xwezayî yên kurdî jî dijwartir dike.

Em gelek vekirî û bi zelalî,  piştgêrîya çekdanîna PKK û dawîhanîna şer, rawestandina êrîşên Tirkîyê ser perçeyên din, dawîhanîna tundûtûjî yê dikin. Em bawer dikin ku piranîya kurdistanîyan li seranserê Kurdistanê jî kêfxweşin ev şerê ku tu fêde nade û tenê zirarê digîjîne miletê me û doza me raweste.

Lê Abdullah Öcalan  di banga şerrawestandinê de, dibêje `daxwazên dewleta neteweyî, daxwazên Federalî, daxwazên Otonomî û daxwazên  kulturalist xwestekên milêyetçîtîya tûjin û ne ligora sosyolojîya civakê ne, gereke neyên rojevê`!

Dibêje em demokratîk Tirkîye,  biratîya kurd û tirkan dixwazin.

Dîsa dibêje ez tevî paradîgmaya Devlet Bahçelî û Teyip Erdogan dibim.

Bahçelî û Erdogan dibêjin tu pirsgirêka kurdan tune ye, em Tirkîyekî bêteror ava dikin.

Em PWK, li dijê vê lênêrîna Abdullah Öcalanî ne û vekirî dibêjin: Ji çekdanîn û dawîhanîna şer û êrîşan û tûndûtûjî re erê, lê ji dijderkrtina xwestekên miletê kurd yên xwezayê re dibêjin na.

Xwestekên serxwebûnê, federalîzmê, otonomîyê yanê xwestekên statuyek ji bona miletê kurd mafên xwezayîne.

Bê guman ger di van danûstandinan de hebe yan jî tunebe, berdana girtîyên siyasî, nexweşan, pêşeroja gerîlayan xwestekên xwezayîne û em piştgirê van xwestekanin, Herweha em li dijê qeyumên ser şaredarane ku bi dengên gel hatine bijartin girtin û ji kar dûrxistina wan karekî nerewa dibînin.

Lê sosretek din heye ku dinava van belgeyên diyarkirî de Abdulah Öcalan  bi navdanan serkêş rûmetên Kurdan wek Şêx Seîdê Pîran, Seyit Rîza, Mele Mustefa Barzanî piçûk dixîne heqaretê li wan dike, binemalên Şêx Seîd, Seyid Rîza, Malbata Barzanî, malbata Talabanî bi Junrath (cûhîyên ku ji bona temenê xwe û mala xwe hinek dirêj bikin bi qeflan cûhîyan dibin nave serşoyê de dibirin firnên xazê) gunehbar dike.Em van lênêrînan bi tundî red dikin, em dibêjin pêwiste ku Abdullah Öcalan  ji ber van gotinên xwe yên bi belge lêborîna xwe ji miletê kurd bixwaze.

Em dubare  bawer dikin û dibêjin ku çekdanîna PKKê wê rêya têkoşînên civakî xweştir bike, Wê rêya têkoşîna neteweyî ya kurd jî xweştir bike. Wê egerên Dewleta Tirk ji bona êrîşkirin û dagirkirina perçeyên din yên Kurdistanê ji hole rake. Ji ber vê jî gavek erênî ye.

Lê pirsa kurd û Kurdistanê, ne di rojeva  gotin û belgeyên Abdullah Öcalan  û DEM partîyê de û ne jî di gotin û belgeyîn Dewleta Tirk de tunene!

Civata Demokratîk, Neteweya Demokratîk, Biratîya kurd û tirkan ya ku hezar sale çê bû ye (!) û bê domandin weka benîşt ji devê Abdullah Öcalan û hevalbendên wî dernakeve! Di van gotinên bê vate de jî  tu tiştekî ji bona kêşeya neteweya Kurd tine ye!

Merd Baran Boskan

Serokê PWK Meclisa  Ewropa

07-07-2025

 

 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin