Li Qamişlo 60 kargeh di pêşangeha pêşesaziyê de cih digirin

Li Qamişlo 60 kargeh di pêşangeha pêşesaziyê de cih digirin

.

A+A-

Berê hikûmeta Sûriyê rê nedida ku kargehên mezin li navçeyên Kurdî bêne  avakirin, ev siyaseteke dewletê bû li hemberî Kurdan. Lê niha hêdî hêdî hêdî Kurd dibin xwedî kargeh. Niha 620 kargeh li Cizîra Rojavayê Kurdistanê hene, piraniya wan yên xwarin û vexwarinê ne.

Rojavayê Kurdistanê weku ku navçeyeke çandinî ye, navçeyeke pêşesazî nîne, beriya destpêkirina kirîza Sûriyê rê bi avakirina kargehan li deverên Kurdî, ji aliyê hikumeta Sûriyê ve nedihat dan.

Niha li gor amarên Rêveberatiya pêşesaziyê ya Rêveberiya Xweser, 620 kargeh li Cizîra Rojavayê Kurdistanê hene.

Piraniya kargehan pêkhatiyên destpêkî ji derve tînin û li Rojavayê Kurdistanê di kelûpelên xwe yên çêkirî de bikar tînin. Yek ji wan kargehan, kargeheke madeyên paqijkirinê li Qamişlo ye.

Emîn Mehmûd, xwediyê kargehê ji Rûdawê re dibêje: “Madeyên me yên destpêkî ji derve tên, ji gelek welatan, weku Çîn, Îmarat, Îran. Karîna me heye em dikarin di heftiyekê de ji 2 heya 3 hezar kerton berhem bînin, anîna madeyan zehmet e, dema ku ez ji Çînê dixwazim, 45 rojan di rê de dimîne, gumrik jî heye, lêçûn zêde dibe.”

Ji bo dema sê rojan Pêşengeha Pêşesaziyê li bajarê Qamişlo birêve diçe. Şêst Kompanî li hev kom bûne, him berhemên xwe nîşan didin, him gilî û gazinên xwe bi hev dikin.

Hisên Hemo, xwediyê kargehekê dibêje: “Aşê me heye, li ser riya Amûdê Qamişlo, karîna me heye 65 ton genim di rojekê de em bihêrin, ardê zîro em berhem tînin, jibo şêranî û nanê siyahî, astengiyên tên ber me, mijara genim e, Rêveberiya Xweser dest datîne ser genim, biryar e em li ser vê yekê bicivin.”

Desteya Aborî û Çandiniyê di riya Rêveberatiya Pêşesaziyê re rewşa kargehan li Rojavayê Kurdistanê dişopîne, ji sedî 95 kargehan ên taybet in û ji sedî 5 ser bi Rêveberiya Xweser in, berhemên xwe li deverê belav dikin û ji sedî 5 heya 25 xwesta bazarê ji kelûpelan dadigirin.

Azad Hiso, Rêveberê Pêşesaziya Cizîrê ji Rûdawê re ragihand: “Me beriya niha behs kir, sîrom gelekî girînge û lazim e, her kes nikare bike, li Sûriyê du kargeh hebûn, ev ya sêyem e li Bakur Rojhilatê Sûriyê tê damezarndin, di demek nêzîk de wê vebe.”

Herî kêm ji sedî 75 kelûpelên bazarên Rojavayê Kurdistanê ji herdû deriyên sînorî yên Minbic a bi hikûmeta Sûriyê re û Sêmalka ya bi Başûrê Kurdistanê re derbas dibin. Lê kargehên xwarin û vexwarin, madeyên paqijkirinê, cil û berg, semad û kelûpelên nav malê li gor amarên Rêveberiya Pêşesaziyê sal bi sal zêde dibin.

Vîviyan Fetah  (Rûdaw) 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin