Gundî li hemberî DEDAŞê rabûn ser pêyan: Rêya Amed û Mêrdînê hat girtin

Gundî li hemberî DEDAŞê rabûn ser pêyan: Rêya Amed û Mêrdînê hat girtin

.

A+A-

Xelkê gundê Barê yê navçeya Çinarê ya Amedê, doh êvarê derengê şevê ji ber birîna kahrebayê gund rêya Amed-Mêrdînê girt û gundiyan xwenîşandan saz kir.

Li gundê Barê şêniyan ji ber ku kahrebeya wan bi temamî hatiye birîn, rêya Amed û Mêrdînê ji çûn û hatinê re girt.

Li gorî agahiyan, Kompanyaya Belavkirina Elektrîkê ya Dîcleyê (DEDAŞ) bi hevkariya cendirmeyan kahrebeyê gund bi temamî birîne.

Piştî birîna kahrebeyê, nerazîbûnên gundiyan zêde bû û wan doh derengê şevê rê girt.

Hat zanîn ku ku bingeha vê krîza enerjiyê, fatûreya 200 milyon lîreyî ye ku DEDAŞê bi hinceta "bikaranîna elektrîka qaçax" li xelk gund birî ye.

Li aliyê din, gundî van tohmetan red dikin û dibêjin ku fatûre ne rast in û ji ber bêkarebayê çandinî û jiyana wan a rojane têk çûye.

"Tevî biryara dozgeriyê karebe hat birîn"

Gundiyan da zanîn ku tevî biryara dozgeriyê ya ku gotibû "Bila elektrîk neyê birîn" jî, DEDAŞê guh nedaye vê biryarê.

Şêniyên gundê Barê destnîşan kir ku zeviyên wan ên pembo û genim hişk bûne û nexweşên wan ên ku bi amûrên tenduristiyê ve girêdayî ne di bin metirsiyê de ne.

Gundiyan bang li rayedaran kir û got, "20 roj in kahrebeya me tim dihate birîn.

Tevî rapor û biryara dadgehê, tîmên DEDAŞê li gel cendirmeyan li herêma Zerzevanê kabloyên me birîn û hemû gund bê kahrebe hiştin. Bila bi lez çareseriyekê ji vê pirsgirêkê re bibînin."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin