Amerîka: Em piştgiriyê didin tevlîbûna HSDyê ya nav artêşa Sûriyeyê

Amerîka: Em piştgiriyê didin tevlîbûna HSDyê ya nav artêşa Sûriyeyê

.

A+A-

 Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê piştgiriya xwe ya ji bo wan guftûgoyên ku armanca wan tevlîkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a di nav Artêşa Sûriyeyê de ye, ducare kir.

Di konferanseke rojnamegeriyê de, Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Tammy Bruceyê tekez kir ku Washington piştgiriyê dide her civîna di navbera HSê û desthilatdarên nû yên Şamê.

Tammy Bruceyê ragihand, “Em piştgiriya xwe ji bo guftûgoyên di navbera Hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de yên bi armanca tevlîkirina HSDyê ya di nav Artêşa Sûriyeyê de didomînin.”

Bruceyê her wiha amaje pê kir ku Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack hewlên xwe didomîne da ku ewlehî û aramiyê ji bo hemû welatiyên Sûriyeyê misoger bike û got:

“Em piştgiriyê didin hemû civînên berhemdar ên di navbera HSD û Serok (Ehmed) Şer de dikin.”

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê da zanîn ku îdareya Trump piştgiriyê dide guhertina agirbesta heyî ya li bakurê rojhilatê Sûriyeyê ji bo aştiyeke “berfireh û mayînde” û tekez kir ku berpirsyariya birina welat ber bi aştî û xweşguzeraniyê dikeve ser milê hikûmeta nû ya Sûriyeyê.

Bruceyê her wiha got, “Ez bawer im helwesta me ya berê wekî xwe maye.

Em li ser wê baweriyê ne ku demokrasî gelekî girîng e û dema ku mijar dibe çareserkirina pirsgirêkan, dîplomasî jî girîng e.”

10ê Adara îsal, Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî û Serokê Qonaxa Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şer peymanek ji bo tevlîkirina hêz û saziyên Rêveberiya Xweser bo nav Hikûmeta Sûriyeyê îmze kiribûn, lê piştî çend gerên guftûgoyan, hîn jî di cîbicîkirina peymanê de pêşketinek çênebûye.

Biryar e gera bê ya danûstandinan bi navbeynkariya Fransayê li Parîsê were kirin.

Mezlûm Ebdî îro got, “Dema civîna Parîsê hatiye diyarkirin, ne di meha 10an de ye lê wextê wê nêzîk e.”

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin