
Li Kerkûk, Nînowa û Diyaleyê Kurdî hat qedexekirin
.
Wezareta Xwendina Bilind a Îraqê dersgotin, danîn û bersivdana pirsên ezmûnan ên bi zimanê Kurdî li zanîngeh û peymangehan qedexe dike û gefa lêpirsîna yasayî dixwe.
Nûnerên Kurdan jî dibêjin, "Biryar li dijî destûrê ye û em dê li Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê gilî tomar bikin."
Wezareta Xwendina Bilind û Vekolînên Zanistî ya Îraqê di nava vê mehê de nivîsek ji zanîngeh û peymangehên Kerkûk, Nînowa û Diyaleyê re şand.
Di nivîsê de hat tekezkirin ku nabe dersgotin, pirsên ezmûnan û bersivên wan bi zimanê Kurdî bin û divê tenê bi zimanê Erebî yan jî Îngilîzî û li gorî pisporiyan bin.
Wezareta Xwendina Bilind û Vekolînên Zanistî ya Îraqê gef li zanîngeh û kolejan xwar ku eger pabend nebin dê rûbirûyê encamên yasayî bibin.
"Biryar li dijî destûrê ye"
Endama Lîjneya Xwendina Bilind a Parlamentoya Îraqê ya Kurd Nehle Efendiyê îro nûçe ji Tora Medyayî ya Rûdawê re piştrast kir.
Nehle Efendiyê ragihand ku biryar li dijî destûrê ye, ji ber ku di madeya 4an a destûra Îraqê de bi zelalî hatiye gotin ku zimanên Erebî û Kurdî du zimanên fermî yên Îraqê ne.
Her wiha li gorî heman madeyê, mafê xwendinê ne tenê bi zimanên Erebî û Kurdî, bi Tirkmenî, Suryanî û Ermenî jî hatiye dayîn.
Wê endama Kurd a Lîjneya Xwendina Bilind a Parlamentoya Îraqê her wiha got:
"Em biryarê red dikin, divê were betalkirin, eger na em dê li Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê gilî bikin."
"Li gorî destûrê Erebî û Kurdî fermî ne"
Bi heman awayî, Endamê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê yê ji Fraksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Ebdullah Mîrweys ji Rûdawê re got:
"Em biryarê red dikin, neyasayî û nedestûrî ye, li gorî destûrê Erebî û Kurdî du zimanên fermî yên Îraqê ne."
Li gorî gotina Ebdullah Mîrweys, zerermendê sereke yê vê biryarê parêzgeha Kerkûkê ye û wan berê ev pirsgirêk çareser kiribû.
Xwendekarên Kurd ên li zanîngeh û peymangehên Kerkûkê dikarîbûn bi zimanê Kurdî bersivê bidin û pirsên wan jî ji bo zimanê Kurdî dihatin wergerandin.
Ebdullah Mîrweys amaje bi wê yekê jî kir ku ew dê roja Yekşemê li gel endamên Kurd û aliyên nêzîkî xwe yên li encûmenên parêzgehên Nînova û Diyaleyê û nûnerên Kurd ji bo wergirtina helwestekê bikevin nava tevgerê û eger neyê çareserkirin dê li Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê gilî tomar bikin.
"Ez dê li Dadgeha Federal gilî bikim"
Derbarê heman mijarê de, Nûnerê Parêzgeha Nînovayê yê Parlamentoya Îraqê ê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Şêrwan Dûberdanî îro ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:
"Em biryarê red dikin, ev li dijî destûra Îraqê ye ku tê de zimanê Erebî û Kurdî du zimanên fermî ne.
Mafê xwendekarên Kurd e ku bi zimanê dayîka xwe bersiva pirsan bidin. Ez dê li Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê gilî tomar bikim."
"Biryareke nijadperestî û nedestûrî ye"
Akademiya Kurdî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve biryarê wekî "nijadperestî" bi nav kir û got:
"Em biryara hejmar 6496 a Wezareta Xwendina Bilind a Îraqê ku di 16ê Tîrmeha 2025an de derketiye û tê de zimanê Kurdî li navendên xwendina bilind ên deverên Kurdî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê qedexe kiriye, şermezar dikin û wê wekî biryareke nijadperestî dibînin.
Em daxwaz dikin ku ev biryara neyasayî û nedestûrî demildest were betalkirin û Wezareta Xwendina Bilind a Îraqê ji gelê Kurd lêborînê bixwaze."
Wezareta Xwendina Bilind û Vekolînên Zanistî ya Îraqê di destê Tevgera Esaîb Ehl El-Heq de ye ku Qeys Xezelî serokatiya wê dike û wezîrê wê jî Neîm Ebûdî ye ku yek ji serkirdeyên diyarker ên Esaîbê ye.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin