Li Fînlandayê Kurdek ji paşmayên qehweyê enerjiya paqij çêdike

Li Fînlandayê Kurdek ji paşmayên qehweyê enerjiya paqij çêdike

.

A+A-

Behêz Kerîm li Fînlandayê Kurdekî ji paşmayên qehweyê kelûpelên sotemenî û enerjiya paqij çêdike.

Her çi qasî ji ber şeran vê demê kêm behsa jîngeh û enerjiya paqij tê kirin lê ew kesên ku li ser vê difikirin û karên baş jê re dikin, dîsa hene.

Yek ji wan Behêz Kerîm e ku li Fînlandayê xwendina xwe temam kiriye û tiştekî balkêş keşf kiriye.

Xortekî Kurd ê xelkê bajarê Silêmaniyê, li welatê Fînlandayê li ser projeyeke jîngehî ya girîng kar dike û dixwaze bi rêya zanista "bayoekonomî", paşmayên qehweyê ku yek ji zêdetirîn paşmayên ku li wî welatî tên avêtin e, bike çavkaniyeke enerjiya mifadar.

Behêz Kerîm, xortekî niştecihê paytexta Fînlandayê, Helsinkî ye û endezyariya jîngehê dixwîne.

Ew mêvanê Diyasporayê bû û di wê derbarê de ragihand ku projeya wan a bi navê "T Seven Percent Coffee Waste and Biodegradable Ingredients" armanc dike ku çareseriyeke pratîkî ji pirsgirêka avêtina tilpa qehweyê re bibîne û wê bike ardûyeke paqij.

Behêz Kerîm derbarê jiyan û rêwîtiya xwe ya xwendinê de wiha ji Rûdawê re got:

“Ez xelkê devera Şarbajêr im û li bajarê Silêmaniyê ji dayik bûme. Ez ji bo mebesta xwendinê hatime derveyî welêt.

Destpêkê ez salekê li Almanyayê bûm, paşê li zanîngeheke Fînlandayê hatim wergirtin û vêga ev nêzîkî şeş sal in ez li vir niştecih im."

Behêz pisporiya xwe wekî "endezyariya jîngehê yan bayoekonomî" pênase dike û dibêje, "Kurteya beşa me ew e ku em çawa dikarin paşma û kelûpelên ku tên avêtin, ji nû ve bi kar bînin û jiyaneke nû bidin wan."

Hizr çawa derket holê?

Fînlanda yek ji wan welatan e ku niştecihên wê salane herî zêde qehweyê li ser asta cîhanê vedixwin.

Li gorî amaran, her takekesekî Fînlandî salane nêzîkî 12 kîlogram qehwe vedixwe. Vê yekê jî wer kiriye ku tibabeke pir mezin ji paşmayên qehweyê rojane bê avêtin.

Behêz Kerîm amaje bi wê yekê kir ku fikra projeya wan ji projeyeke xwendinê ya zanîngehê derketiye û got:

"Li zanîngehê ji me hat xwestin ku em projeyekê ji bo avakirina 'bajarekî nimûneyî' amade bikin, bajarekî ku ti cure zibil û sergo tê de neyê avêtin û hemû kelûpel ji nû ve bên bikaranîn.

Di dema lêkolînê de ji me re eşkere bû ku li Fînlandayê ku hejmara niştecihên wê tenê pênc milyon û nîv e, mîqdareke xeyalî ya qehweyê tê bikaranîn û piraniya paşmayên wê jî vala diçin."

Ji vir û pê ve, Behêz û tîma wî biryar didin ku li ser vê pirsgirêkê kar bikin û çareseriyeke afirîner jê re bibînin.

Ji tilpa qehweyê ber bi "darikên sotemeniyê"

Projeya Behêz Kerîm ew e ku tilp û paşmayên qehweyê ji kafe, xwaringeh û malan kom bike, paşê bi rêya proseyeke mekanîkî û kîmyewî ya xwerû, wê vediguherîne cureyekî ardûya hişk ku di şiklê "darikên sotemeniyê" yan jî gulok (Pellets) de ye û dikare ji bo germkirinê bê bikaranîn.

Ew herwiha dibêje, "Em dixwazin wê qehweyê kom bikin û jiyaneke dîtir bidinê.

Li şûna ku bibe barekî giran li ser jîngehê, em wê dikin çavkaniyeke enerjiya paqij ku cîgireke baş a sotemeniyên kevneşopî be."

Ev xortê Kurd hêvîdar e ku di paşerojê de projeya xwe berfireh bike û bikaribe li ser asteke bazirganî kar bike, ne tenê li Fînlandayê, belkî li her cihekî din ê cîhanê ku pirsgirêkên bi vî rengî lê hene.

Wekî ku ew bi xwe dibêje, "Ev tenê destpêk e û di pêşerojê de hûn ê guh li nûçeyên me yên zêdetir bibin."

Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin