Li Efrînê hîn jî Kurd tên girtin

Li Efrînê hîn jî Kurd tên girtin

.

A+A-

Hêzên Ewlehiya Giştî li Efrînê bi cih bûne lê hîn jî Kurd tên girtin.

Parêzer Îbrahîm Şêxo ji Rûdawê re ragihand ku şeva borî li Racoyê 2 Kurdên ku ji koçberiyê vegeriyane malên xwe hatine girtin.

Îbrahîm Şêxo da zanîn ku Hêzên Ewlehiya Giştî yên hikûmeta Sûriyeyê her 2 Kurd li gundê Gewendayê yê Racoyê girtine.

Navê wan Egîd Reşîd Hesen (24) û Reşîd Sîdo Bekir (50) e, ew beriya niha bi hefteyekê hatine warê xwe û a niha li navenda nahiyeya Racoyê girtî ne.

Çekdarên Hêza Hevbeş a Emşat û Hemzatê û Hêzên Ewlehiya Giştî li gundê Qeregolê yê nahiyeya Bilbilê jî doh du ciwanên Kurd girtibûn.

Ew her du ciwan jî êvara Cejna Qurbanê vegeriyabûn gundê xwe.

Navên wan her du ciwanên Reşîd Ehmed Mihemed (20) û Azad Îsmaîl Sîdo (21) ye.

Her du ciwan heta vêga jî li navenda bajarê Efrînê li cem Hêzên Ewlehiya Giştî girtî ne.

Dagirkirina Efrînê

Artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdarên ên di kontrola wê de, 20ê Kanûna Paşîna 2018an ji asman û bejahiyê ve bi awayekî berfireh êrişî Efrînê kir ku wê demê di destê Kurdan de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi çekên giran, bajarê Efrînê 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar.

Di encama êrişên giran û dagirkirinê de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rê û dirbên koçberiyê.

Piştî ku rêveberiya Şamê 8ê Kanûna Pêşîn 2024an guherî, hikûmeta Şamê hinek hêzên Ewlehiyê li Efrînê bi cih kirine lê binpêkirin heta roja wekî îro jî didomin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin