Li Amedê komxebata erdhejê; Çi xeletî hatine kirin û divê çi were kirin

Li Amedê komxebata erdhejê; Çi xeletî hatine kirin û divê çi were kirin

.

A+A-

Li Amedê komxebateke taybet bi erdhejê hat kirin. Mamostayên beşa avahîsaziyê ji Zaningehên Amerika, New Zeland û Tirkiyê, piştî erdhejên Mereşê, li bajarên ku bibûn navenda erdhejê, lêkolîn li ser zêdetirî 300 avahiyan kiribûn û di komxebatekê de li Zanîngeha Dîcle ya Amedê, encama lêkolînên xwe eşkere kirin.

Li zaningeha Dîcleyê a Amedê bi sernava “Çi Xeletî Hatine Kirin û Divê Çi Were Kirin” komxebata erdhejên Mereşê  birê ve çû.

Serokê Beşa  Endezyarîya Avahîsazîyê li Zaningeha Dîcleyê Prof.Dr.Îdrîs Bedirhanoglu dibêje: “Me pisporên vî karê anî vir ku herkes biaxivin û fikra xwe bêjin ku ji îro şûn ve felsefa me bê guhertin, teknîka me bê guhertin. Em ji îro şûn de avahîyên xwe li gorî wê teknîk û felsefê çêkin.”

Mamosteyên ji zaningehên cûda cûda di gotarên xwe de endezyariya avahiyan û di erdhejan de berxwederiya avahiyên li Tirkiyê û bakûr û bi avahîyên welatên cûda cûda ku zêde lê erdhej çêdibin re berawird kirin û ji bo di paşerojê de xisara erdhejan bikeve asta herî nimiz nexşerêyek  avahîsaziyê danîn.

Serokê Şûbeya Odeya Endezyarên Avahîsaziya Amedê Mahsûm Çiya Korkmaz jî got: “Hêvîya me ew e ku ji vir çi emcam derkeve saziyên peywendîdar û Wezareta Bajarvanîyê guh bidin me.”

Mamosteyê Zaningeha Purdeuyê Prof.Dr.Ayhan Îrfanoglu jî got: “Însan heta ku bijî hêvî heye,rêyek din nîn e, bê hêvî nayê jiyîn. Gelek tiltezîn e ku hercar van windahiyên me çêdibin. Lê di destên me de mînak hene ku dide nîşan bi awayek pêwîst pêkan e ku avahî çêbibin. Yanî hewceyî keşfek nû nîne. Ew tiştên em dibêjin dikarin bikin.”

Jeolog Dr.Şefîq Îmamoglû jî dibêje: “Divê em vê jî bizanin ku divê avahî li gorî cîhên erdhejan werin çêkirin.”

Di komxebatê de, mamoste û xwendekarên beşên avahîsazîyê, jeolog û mîmar beşdarbûn û di beşa dûyem de bi pirs û bersivan dawî bû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin