Li Amedê ji bo bîranîna 100 salîya darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî semîner

Li Amedê ji bo bîranîna 100 salîya darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî semîner

.

A+A-

Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), bi boneya 100 saliya darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî, semînereke taybetî li dar dixe. Semîner, ku dê li ser "Tevgera Neteweyî ya sala 1925an" be, di 29ê Hezîrana 2025an, roja Yekşemê, saet 12:00an de li Navenda PWK ya Amedê bê lidarxistin.

Di çarçoveya bîranîna vê bûyera dîrokî ya girîng de, semîner wê li ser rola Şêx Seîd û hevalên wî di tevgera neteweyî ya Kurd de bisekine.

Moderatoriya semînerê dê ji aliyê Endamê Çingirê Serokatiya PWK'ê M. Can AZBAY ve bê kirin. Wekî axaftvan, Berdevkê PWK'ê Hanîfî TURAN dê agahiyên berfireh derbarê mijarê de pêşkêş bike.

PWK, di banga xwe de, hemû gelê Kurd vexwendiye ku beşdarî vê semînera girîng bibin da ku bîranîna Şêx Seîd û hevalên wî yên şehîd bi rêzdarî bidomînin û li ser dîroka tevgera neteweyî ya Kurd ronahiyê bibarînin.

Agahiyên Semînerê:

  • Dîrok: 29ê Hezîrana 2025ê, Yekşem

  • Dem: Saet 12:00

  • Cih: Navenda PWK Amedê

seminera-100-saliya-darvekirina-sex-seid-u-hevalen-wi.jpg

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin