Kemal Tolan

Kemal Tolan

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Lave û daxwaznama sererastkirina qanûnên hesabê salnama Êzdîtiyê

A+A-

Şikir ji Xwedê ra û ez serbilindi im ku, pêşniyariya min kirî*1-2 , dengvedan û dinav endamên civata me de têne pêşwazîkirin û nirxandin.*3

Lave û daxwaznama sererastkirina qanûnên hesabê salnama Êzdîtiyê

Çaxê we bixêr birêz Mîr Hazim Tahsîn Beg Mîrê Êzdiyên cîhanê  !

Weke ku cenabê we jî min nasdike û dizane, ez eva serê 46 salan weke mirîdekî ne ilimdar, xemxwir û berhevkarê kevneşopên Êzdîtiyê, hemû rojên îd û erafatên me Êzdiyan yên pîroz in dişopînim. Ez gihîştime wê baweriyê ku, tamamiya hesabê rojên îd û erafatên me Êzdiyan yên pîroz, li gorî qanûna ilim û qewlên ku Xwedê  ji me ra diyarî kiriye hatine nîsankirin. 

Xwedê xêr û xilmeta babçak û xasên ku, ilim û qewlên Xwedê di nav Êzdîtiyê de ji me ra parastin, pêşxistin û dane danesîn qebûl bike. Mixabin ji gelek fermanên bi serê bavkalên me va hatine û em koçberî welatê cûr bi cûre bûne, hinek hesabê rojên îd û erafatên salnama Êzdîtiyê jî tevlî hevûdinê bûne. 

Lê gelek şikir ji Xwedê û Tawisî Melek ra, niha gelek derfetên ku, oldar û ilimdarê Êzdîtiyê bikaribin bi destûra cenabê we, van cûdetiyên ketine nav hesabê rojên îd û erafatên salnama me Êzdiyan, car dinê bi hevûdinê ra li gorî qanûna ilim û qewlên ku Xwedê  ji me ra diyarî kiriye sererast bikin hene.

Lewma jî ez weke nivîskarekî Êzdî, xemxwir û berhevkarê kevneşopên Êzdîtiyê daxwaz û lavan ji cenabê we dikim, ku hûn weke Mîrê Êzdîyên cîhanê destûrê bidine „Endamên Meclisa Ruhaniyên Êzdîtiyê ya  Bilind“, çend alimên Êzdiyên çiyayê Şengalê, Welatêşêx, tirkî, surî, ermenistan, gurcistan, rusî, qafqasî, ûkranî û ewrûpa yê, ew bên li Lalişê li gel hevûdinê rûnên anjî di rêya bernameyeke teknîka pêşketî de, bi hev ra biaxivin û ew van cûdebûnên ku ketine nav perwerde û  qanûnên hesabê salnama Êzdîtiyê car dinê li gorî qanûna ilim û qewlên ku, Xwedê berê ji me ra diyarî kiribû sererast bikin.

Ji Xwedê, Tawisî Melek û ji cenabê we hêvê dikim ku, hûn vê daxwaz û lava min binîne cîh!

Gelek silav û rêzên min ji bo we hene Mîrê min!

Kemal Tolan- Xemxwir û berhevkarê kevneşopên Êzdîtiyê

 *Çavkanî: 

https://www.facebook.com/profile/100006170713219/search/?q=Lave%20%C3%BB%20daxwaznama%20

https://www.facebook.com/KemTolan/posts/3205803969635262 

https://www.facebook.com/KemTolan/posts/3256859334529725

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin