
Kurdistan Mewcûd
.
Encamên hilbijartinên dawî yên bajarê Kerkûkê ji bo Kurdan ne cihê dilxweşiyê bûn, ji ber ku piştî pêvajoya rizgarkirina Îraqê ya ji destê rejîma Beasê (2003), cara yekem e ku kursiyên Kurdan ji yên neteweyên din (Ereb û Tirkmen bi hev re) li Kerkûkê kêmtir in.
Sedema wê wekî roja ronî diyar e: Rikeberiya hizbî ya partiyên Kurdistanî sedema yekem e. Wisa xuya dike ku genimê Kurdan ji bo demeke dirêjtir di beroşekê de bi hev re nakele. Ji aliyekî din ve, giraniya Erebkirinê û hişyariya neteweyî ya Ereb û Tirkmenan li bajêr di zêdebûnê de ye.
Piraniya kesên ku ez li Kerkûkê bi wan re axivîme yan min bername bi wan re çêkiriye, bi taybetî ewên ku di salên 40î yên sedsala borî de li Kerkûkê ji dayîk bûne, hemû li ser wê yekê hevfikir in ku Ereb li Kerkûkê yan nebûn yan jî bi tiliyên destan dihatin hejmartin.
Heta serê salên 60î yên sedsala borî jî her wisa bûye lê bi hatina ser desthilatê ya partiya Beasê û neteweperestên Ereb, êdî Ereb wekî lehiyê hatin û berê xwe da bajêr. Dewletê hemû pêdawîstiyên jiyanê ji wan re dabîn kirin û li hember nîştecîbûna wan a li Kerkûkê îmtiyazên mezin dan wan.
Desthilatdaran bêyî liberçavgirtina mezhebê wan, Ereb han dan ku berê xwe bidin Kerkûkê. Kabûs û tirsa "Heres Qewmî"yên sala 1963yan û bi şûn de, hîn jî ji nav dilê takê Kurd ê wê serdemê derneketiye. Ji wê demê ve derxistina Kurdan a ji mal û erdê wan, kuştin, girtin û ravedûnana Kurdan heta rizgarkirina Îraqê berdewam bûye. Niha Erebkirinê şêwe û rûyekî cuda bi xwe ve girtiye. Bi navê biratiyê, Îraqeke biçûk û bajarê pêkvejiyanê, çermekî din lê hatiye kirin.
Berevajî Erebên hawirde û dagirker, beşeke zêde ya Kurdên Kerkûkê bi hincetên curbecur li Silêmanî û Hewlêrê rûniştine û ne amade ne vegerin bajarê xwe, di demekê de ku berpirsên hizbî yên Kurdistanî heta 16ê Çiriya Pêşîn a sala 2017an li Kerkûkê xwedî desthilat bûn lê berpirsên PDK û YNKyê bi roj li Kerkûkê dibûn û bi şev jî vedigeriyan malên xwe yên li Çemçemal, Hewlêr, Silêmanî û cihên din.
Vê yekê ziyana herî mezin gihandiye hejmara niştecihên Kurd ên li Kerkûkê. Di demekê de ku diviyabû desthilata Kurdistanî bi zorê jî be berpirsên xwe li Kerkûkê nîştecî bikira û awareyên Kerkûkê han bida ku vegerin Kerkûkê.
Axir çawa dibe namzedên Kurd ên Kerkûkê li Hewlêrê şahî û dîlanê ji bo hilbijartina bajarê xwe bigerînin? Li Silêmaniyê pendek heye ku gelek caran tê bikaranîn û tam li bejna wê diyardeyê tê ku dibêjin: Nanê Kunemasî dixwe û parêzvaniya Cirtawa dike!
Di van rojên borî de me bernameyeke Pencemorê li Kerkûkê tomar kir li gel kesayetiyeke ku jidayîkbûyê bajarê Kerkûkê ye, her di wê tevliheviyê de mezin bûye lê bavê wî, bi baweriya min, ji ber wî navê Erebî yê giran ku li kurê xwe kiriye, zilmeke mezin lê kiriye. Axir di nav wan hemû navên Kurdî yên xweş de, di nasnameyê de navê wî wekî (Mewcûd) tomar kiriye lê ji bo qewînkirinê di bangkirinê de "Ebdul"ek jî pê ve kiriye: Ebdulmewcûd lê gava mezin dibe, ew Mewcûdê dike tolhildan.
Karesata têkçûna Şoreşa Îlonê ne tiştek e ku wisa bi hêsanî ji bîra Kurdan were jêbirin, meger bi damezirandina dewleteke Kurdistanî. Hizba Beasê piştî Peymana 6ê Adara sala 1975an karî ji bo demekê bi ser Şoreşa Kurdistanê de bi ser bikeve lê baca wê rûreşkirina dîrokiya wan bi xwe bû. Axir beşek ji axa xwe ku Şetulereb e pêşkêşî Şahê Îranê kir, şermezarî ji vê zêdetir dibe çi be?
Hizba Beasê piştî têkçûna sala 1975an li Kerkûk û Mûsilê dest bi zêdekirina Erebkirinê kir lê xelkên neteweperwer ên Kurd heta astekê şiyan rûbirûyî Erebkirinê bibin. Ev tiştê ku ez li vir vedibêjim li cem min wêrekî û mêrxasî ye, her wiha Kurdayetî ye û peyamek e ji bo dagirkeran ku nikarin planên xwe bi temamî pêk bînin. Sala 1979an keçeke mala Kek Mewcûd dibe. Kak Mewcûd ku hîn jî xema têkçûna 1975an ji ser milê wî neçûbû, ji bo dilhetisandina xwe navê wê dike Kurdistan. Her çend xelk jê re dibêjin çima bi destê xwe pirsgirêkan ji bo xwe û paşeroja zaroka xwe çêdikî jî ew her bi israr dibe li ser biryara xwe, êdî di fermangeha nasname û barê şaristaniyê de bi navê “Kurdistan Mewcûd” tomar dike.
Zêde naçe ji daîreya ewlehiyê gazî wî dikin, helbet ew jî piştî nivîsandina raporekê ji aliyê çend sîxuran ve. Kek Mewcûd digot qet nedihat bîra min ku ji ber navê keça min gazî min bikin, min digot hîn jî kîna beşdarbûna min a Şoreşa Îlonê li ser dilê wan maye!
Kek Mewcûd zilamekî rastgo ye û çîrokan ji ber xwe ve çênake, loma tenê behsa midûrê ewlehiyê dike û dibêje: "Xwedê heye gava min dît bi rêz ez pêşwazî kirim, tiştê yekem ku pirsî: Zarokên te hene? Min jî got belê, keçeke min heye. Got navê wê çi ye? Min got Kurdistan! Baş e mamoste, qey nav nemabûn ku te navê wê kiriye Kurdistan? Min jî got çima, ma tu yasa heye ku navê Kurdistan qedexe kiribe? Min fêm kir mesele çi ye, ji bo ku ji destê wî xilas bibim min ji midûrê ewlehiyê re got: Meger Serok Sedam Husên bi xwe çendîn caran navê Kurdistanê neaniye ziman? Bi van gotinên min re, bişirîneke tal ket ser rûyê midûrê ewlehiyê û got: Mesele ne ew e, dibe ku te bi zanîbûn navê wê kiriye Kurdistan da ku li gel navê te awazeke nexweş bide guhê me: Kurdistan Mewcûd!"
Piştî vê gengeşeyê, Kek Mewcûd berê xwe dide midûrê ewlehiyê û dibêje: Mala te ava be ez li vê yekê nefikirîbûm lê xwe ez û keça xwe jî nebin, Kurdistan her mewcûd e (Kurdistan her heye)!
Midûrê ewlehiyê têdigihîje û dibe ku gotibe baştir e vê mijarê zêde beloq nekim, ji bo ku ji Kek Mewcûd re biselmîne ku di nav we de xelkên xwefiroş gelek in, dibêje: "Heke hûn di nav xwe de sîxuriyê li ser hev nekin ez çi dizanim navê keça te çi ye? Rabe mamoste ji ber çavê min winda bibe."
Bi rastî em Kurd kengî pend û dersan ji dema borî werdigirin? Nexasim jî vê dema ku mewcûdiyeta (hebûna) me li hinek deveran di bin metirsiyê de ye.
Çavkanî: Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin