
Kurdên li Gurcistanê di bin gefa asîmîlasyonê de ne
.
Di kolaneke teng a nêzîkî Kolana Rustaveliya Tiflîsê de, xaniyekî kevn ê yekjûrî heye ku tabloyeke biçûk pê ve ye û bi Kurdî li ser nivîsandiye "Komeleya Ronahî".
Ev der komeleya Kurdên li Gurcistanê ye, xanî ji jûrekê û seredereke biçûk pêk tê û li ser 20 hezar Kurdên li wî welatî dixebite ku piraniya wan Êzidî ne û hinek ji wan jî bûne Xiristiyan.
Rustaveli, kolaneke sereke ya Tiflîsa paytexta Gurcistanê ye û bi navê helbestvanê wî welatî Shota Rustaveli hatiye binavkirin.
Ew helbestvanekî mezin ê Gurcistanê ye û di sedsala 12an de jiyaye.
Berhemên wî cara ewil sala 1712an li Tiflîsê hatine çapkirin.
Guhertina olê
Ji bo Kurdên li Gurcistanê amareke fermî nîne ku hejmara wan diyar bike lê li gorî Komeleya Ronahiyê zêdetirî 20 hezar kes in.
Hemû bi ol Êzidî ne lê hejmareke wan ku nêzîkî 200 kesî dibin, ola xwe guhertiye û bûne Xiristiyan.
Ew di Komeleya Ronahiyê de mil bi milê Kurdên Êzidî ji bo doza neteweyî dixebitin.
Roza keçeke Kurd e ku bûye Xiristiyan. Di Komeleya Ronahiyê de bêyî hestkirina bi westiyanê kar dikir û Kurdiyeke navîn jî dizanî. Li gel hevalên xwe yên Êzidî ji bo doza neteweyî dixebitî.
Du kurên Îsko Dasiniyê parlamenterê Kurd ê wî welatî bûne Xiristiyan.
Ji bo dîtina kurê Îsko Dasinî, Kinyaz Dasinî, ez çûm otela wî ya bi nav û deng a li Tiflîsê.
Kinyaz bi Kurdiyeke herikbar ez pêşwazî kirim û li jûreke civînan a otelê me li ser karên wî yên bazirganiyê gotûbêjek kir.
Şirketa wî di warê avahîsaziyê de şirketa duyemîn a herî mezin a wî welatî ye û li 5 bajaran projeyên wî hene.
Pirsgirêka fêrbûna zimanê dayîkê
Kinyaz Dasinî behsa çawaniya fêrbûna zimanê Kurdî kir û got:
"Ez ji dê û bavê xwe fêrî Kurdî bûm, niha jî ez zarokên xwe bi heman awayî fêrî Kurdî dikim.
Ew hinekî Kurdî dizanin."
Piraniya Kurdên li Gurcistanê li Tiflîsa paytext dimînin.
Taxa Kokeyê ew tax e ku sîmayeke wê ya Kurdî heye û beşa zêde ya Kurdan li wê taxê dijîn.
Tax li bilindahiyên bajêr e û li heman taxê goristana bajêr jî heye.
Beşek ji goristanê ji bo Kurdên Êzidî hatiye terxankirin.
Piraniya gorên Kurdan nîşana Êzidîtiyê pê ve ne. Yek ji goran jî ya Yûsif Kamil Bedirxan e.
Paytexta Gurcistanê, ew bajarê xweşik ê ku di sedsala 5an de hatiye avakirin, hejmara şêniyên wê nêzîkî milyonek û 500 hezar kesî ye.
Yek ji navendên sereke ye ji bo geştyarên Rûs, Asyayî û Ereb.
Ji bo dahata xwe heta astekê pişta xwe bi geştyariyê ve girê dide.
Ciwanên Kurd bi destên xwe yên rengîn karên cuda dikin lê naskirina wan zehmet e.
Li yek ji xwaringehên bajêr ciwanekî garson ku rûçikekî wî yê Kurdî hebû, min jê pirsî navê te çi ye?
Bi Îngilîzî bersiv da: Nîga.
Min pirsî Kurd î? Bi Kurdî bersiv da, "Belê Kurd im, ez Kurdî baş fêm dikim lê nikarim pê biaxivim."
Di rastiyê de di tevahiya guftûgoya me de bi Kurdiyeke baş axivî.
Îsko Dasiniyê ku berê Dozgerê Giştî yê Gurcistanê bû û 3 ger in parlamenterê wî welatî ye anî ziman:
"Berê dê û bavan bi Kurdî bi zarokên xwe re diaxivîn lê niha ev kêm bûye.
Pirsgirêka mezin li vir ew e, zarok ewil fêrî Gurcî û Îngilîzî dibin, paşê Kurdî."
Îsko Dasinî xeyn ji wê yekê ku parlamenter e, yek ji bazirganên diyar ên Gurcistanê ye jî.
Di dema axaftina me ya li ofîsa wî ya li yek ji bankên Tiflîsê ku ew xwediyê wê ye got:
"Dema têm Kurdistanê gelekî kêfxweş dibim, ji ber ku hemû bi Kurdî diaxivin.
Carekê zarokên min, ji min pirsî, gelo polîsên vir (Kurdistan) jî bi Kurdî diaxivin?"
Maria Alexander, keçeke 26 salî ya Kurd a Êzidî ye.
Zimanên Tirkî, Gurcî, Rûsî û Îngilîzî dizane lê bi zehmetî bi zimanê dayîka xwe diaxive.
Maria Alexanderê got:
"Ez Kurd a Êzidî me û hez dikim fêrî zimanê Kurdî bibim lê dibistana Kurdî nîne û hevalên min ên Kurd jî gelekî kêm in."
Serokê Komeleya Ronahiyê Zaza Kolaşov venaşêre ku di navbera Kurdên li Gurcistanê de pirsgirêka Kurdbûn û Êzidîbûnê heye û anî ziman:
"Pirsgirêka me ya mezin parçebûn e, em ji destê pirsgirêka Kurdbûn û Êzidîbûnê dinalin."
Zaza Kolaşov li ser zimanê Kurdî got:
"Pirsgirêka me ya fêrbûna zimanê Kurdî heye, ne dibistan û ne jî mamosteyên me yên taybet bi zimanê Kurdî hene."
Kurdbûn û Êzidîbûn
Pirsgirêka mezin a li pêşiya Kurdên li Gurcistanê nasnameya neteweyî ye, ji ber ku beşeke mezin ji wan dibêjin, "Em Êzidî ne, ne Kurd in."
Mamoka û Marî ku malbateke Kurd a Êzidî ne, em li mala xwe kirin mêvan.
Keçeke 12 salî ya Mamoka û Mariyê heye ku ne navê wê bi Kurdî ye û ne jî bi Kurdî dizane.
Mamoka jî çend peyvên Kurdî ku ji tiliyên destan derbas nabin dizane û ji min re got, "Ez dixwazim fêrî Kurdî bibim", ev hevok jî bi zehmetî got.
Marî Datoya hevjîna Mamoka ku li Dadgeha Tiflîsê dixebite Kurdiyeke baş dizane.
Marî Datoyê behsa çawaniya fêrbûna Kurdî kir û got:
"Dapîr û bapîrê min bi Kurdî bi min re diaxivîn û ez ji wan fêrî Kurdî bûm lê hez dikim dibistana Kurdî hebe da ku ez Kurdiya xwe xurttir bikim."
Di dema rûniştina me ya li mala Mamoka û Mariyê de, dema em bi çayeke Kurdî ve mijûl bûn ji min re gotin, hevalekî wan ê nêzîk tê lê ew Êzidî ye ne Kurd e.
Çerkes ket jûrê, bi Kurdî silav da û me bi xêr hatina wî kir.
Hema ku dest bi axaftinê kir got, "Em Êzidî ne û ola me jî Şerfedîn e."
Min pirsî, tu Şerfedîn nas dikî? Got "Ola me ye."
Min jê re rave kir ku Şerfedîn zilamekî olî yê bi nav û deng ê Êzidî ye û gora wî li Şingalê ye.
Me du demjimêran bi Kurdî guftûgo kir.
Zanyariyên wî li ser Kurd û Kurdistanê kêm bûn.
Piştî wergirtina agahiyan pirsa çawaniya serdana Kurdistanê ji min kir. Gelo sînorê Kurdistanê heye? Xalên kontrolê li ser sînoran hene? Balafirgeha wê heye?
Ti agahiyaên wî nebûn ku Kurd xwedî Hêza Pêşmerge û Asayîş, ala û desthilata xwe ne.
Dema ku ew agahî bihîstin kêfxweşiyekê rûyê wî girt û nêrînên wî 180 pileyan guherîn.
Îsko Dasinî bi zelalî behsa pirsgirêka Kurdbûn û Êzidîbûnê kir û anî ziman:
"Ola min Êzidî ye û ez bi xwe Kurd im. Ji sedî 90ê Kurdên li Gurcistanê dibêjin em Kurd in û ji neteweya xwe hez dikin.
Tiştek ji wê xerabtir nabe ku tu înkara neteweya xwe bikî."
Dûrketina ciwanan
Konferansa Rola Kurdên Qefqasyayê ya di Netewesaziyê de 19ê Çiriya Paşîn li Tiflîsê hat lidarxistin.
Di konferansê de min hest bi navbereke dûr a di navbera ciwan û kal û pîran de kir.
Ciwanan her çend Kurdî jî zanîba, serê xwe dixist nav telefonên xwe, yan jî li aliyekî holê mijûlî axaftinê dibûn.
Heta astekê ne neheq bûn, ji ber ku mijarên konferansê dîrokî û dûrî daxwaz û xeyalên wan bûn.
Her çend Zaza Kolaşov red dike ku ciwan kêm bin lê hebûna wan a bêyî behskirina xeyal û pêdiviyên wan wiha kiribû ku li derveyî konferansê bin.
Serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanî Îsmaîl Kamil mikur hat ku ciwan kêm bûn û mijarên taybet bi wan nehatin gotûbêjkirin û got, "Sala bê em dê hewl bidin ji sedî 50 ji bo ciwanan be."
Cudakirina Kurdan a ji neteweya Gurcan li Gurcistanê di nav kesên bi temen de hêsantir e lê ciwan bi zehmetî tên cudakirin û naskirin.
Ev di demekê de ye ku welat li pêşberî guherîneke rîşeyî ya siyasî û çandî ye, hembêza xwe ji Rûsyayê re vekiriye û pişta xwe daye Ewropa û Rojavayê.
Îsko Dasinî di partiya desthilatdar de ye. Li ser beşdariya Kurdan a di pêvajoya siyasî ya wî welatî de hişyariyê dide ku mixalefet karekî zêde li ser ciwanên Kurd dike da ku wan bikişîne aliyê xwe.
Ji sala borî ve zêdetirî 300 rojan her roj saet 8ê êvarê alîgirên Ewropayê bi alaya Yekîtiya Ewropa û Amerîkayê ve diçûn pêşiya parlamentoya xwe û dijberiya xwe ya ji bo desthilata nû ya nêzîkî Moskowê nîşan dida.
Ew xwenîşandan hîn bi dawî nebûne. Hinek caran kolana pêşiya parlamentoyê digirin. Ev ji bilî wê yekê ye ku demeke dirêj deriyê parlamentoyê bi alaya Yekîtiya Ewropayê û çendîn dirûşman girtin.
Hêzên polîsan jî li kuçe û kolanan çavdêriya xwenîşandanan dikin.
Pêywendiyeke baştir
Her çend metirsiya bişaftina Kurdan li wî welatî zêde ye jî lê Kurdan zêde li ber xwe daye û hewla parastina çand û zimanê xwe didin.
Heta Kurd xwedî roleke girîng in li wî welatî, bi taybetî di sektora bazirganiyê de kesên jêhatî, xwedî proje û destpêşxer in.
Lê girîng e Herêma Kurdistanê wekî navendekê ku Kurd ji hemû cîhanê hêviya wan pê heye hinek gavan biavêje.
Ew gavên ku pêwîst e Kurd li Gurcistanê biavêjin:
Yekem: Alîkariya vekirina dibistanan an jî dayîna dersên Kurdî. Baştir e Wezareta Perwerdeyê çendîn Kurdan ji Gurcistanê ji bo fêrbûna zimanê Kurdî wekî mamoste bîne Herêma Kurdistanê û wan amade bike.
Duyem: Wezareta Xwendina Bilind salane hejmarek kursiyên xwendinê li zanîngehên Kurdistanê ji bo xwendekarên Kurd ên li Gurcistanê terxan bike wekî ew derfeta ku salane didin hejmarek ji xwendekarên parçeyên din ên Kurdistanê.
Sêyem: Herêma Kurdistanê salane geştan ji bo çend ciwanên Kurd ên Gurcistanê ku zanyariyên wan li ser Kurdistanê nînin rêk bixe, ji ber ku dîtina Kurdistanê bi vî awayî û wergirtina zanyariyan hestên wan ên li hemberî neteweya wan diguherîne.
Çarem: Dezgehên Kurdistanî girîngiyeke zêdetir bi pirsgirêka ciwanên Kurd ên li welatên cîhanê bidin, lêkolînên zanistî yên zêdetir li ser bipêşxistina şiyanên ciwanan li wan welatan bikin û berhema ciwanên Kurd ên li wan welatan li Kurdistan û welatên din belav bikin.
Pêncem: Girîng e ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê nûnertiyê li wan welatan veke ku Kurd beşek ji civakê pêk tînin, her wiha hewla vekirina konsulxaneya wan welatan li Hewlêrê bide.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin