
Îran di bin agir de ye: Di 12 demjimêran de çi qewimî?
.
Şeva borî heta berê sibeha îro êrişên asmanî yên Amerîka û Îsraîlê yên li baregeh û navendên leşkerî, ewlehî û mûşekî yên Îranê li gelek bajaran berdewam kirin û dengê teqînên bihêz hat bihîstin.
Li gorî medyaya navxwe, dengê bombebaran û teqînên bihêz li navend, başûr û rojhilatê Tehranê dihat bihîstin û li ser torên civakî gelek vîdeoyên wan teqînan hatin belavkirin.
Her wiha li navçeyên Şehrî Rey û Ezîmiyeyê yên Kerecê jî dengê gelek teqînan hat bihîstin û çiyayên Kerecê hatin hedefgirtin.
Bajarên Taran, Kerec, Îsfehan, Qûm, Şîraz, bajaroka pîşesaziyê ya Bender Ebas û Bûşehrê bûn hedefa êrişan.
Navenda Deng û Reng a Îranê
Şeva borî dengê du teqînên bihêz li nêzîkî Navenda Deng û Reng a Îranê ya li Tehranê hat bihîstin.
Kanala Xeber a Îranê belav kir, şeva borî Amerîka û Îsraîlê derdora Navenda Deng û Reng a li Tehranê kiriye hedef û dûyekî zêde jê bilind bûye lê li gorî gotina berpirsên navendê, weşana wan didome û ti pirsgirêk derneketine.
Heta dema amadekirina vê nûçeyê jî weşana kanalên Îranê berdewam e.
Artêşa Îsraîlê li ser tora Xê piştrast kir ku wan Navenda Deng û Reng a Îranê li Tehranê kirine hedef.
Avahiya kevn a parlamentoyê kirin hedef
Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê ya nêzîkî Supaya Pasdaran û Fars Newsê belav kir, şeva borî Amerîka û Îsraîlê yek ji êrişên herî bihêz li Tehranê pêk aniye û çend herêmên li kolanên Velîesr, Camî, Perdîs, derdora avahiya kevn a parlamentoyê û çend cihên din ên li rojhilatê Tehranê kirine hedef.
Li gorî wan her du medyayê, êrişî avahiya kevn a parlamentoyê hatiye kirin lê avahiya sereke ya parlamentoyê ya li navçeya Beharistanê nehatiye hedefgirtin.
Her wiha li gorî medyaya Îranê, avahiya Sekreteriya Encûmena Diyarkirina Berjewendiyên Komara Îslamî ya li Tehranê jî hatiye bombebarankirin.
Çend vîdeoyên bombebaranê jî hatine belavkirin û tê gotin ku îro berê sibehê baregeha Hêza Asmanî ya "Feth"ê ya Supaya Pasdaran a li Mişkîn Şehra parêzgeha Elburzê (Kerec) hatiye hedefgirtin.
Li Bûşehrê 5 endamên supayê hatin kuştin
Li gorî medyaya Îranê, êrişên şeva borî li bajarên Dêr û Cem ên Bûşehrê yên li başûrê Îranê gelekî dijwar bûn û li gorî amarên fermî, 5 endamên Hêzên Asmanî û Deryayî yên Supaya Pasdaran hatine kuştin.
Her li gorî medyaya Îranê, îro sibehê dengê çend teqînan li bajarên Qûm, Îsfehan û bajarê Xumeynşehr ê parêzgeha Merkezî hatine bihîstin lê hêj cih û ziyanên wan nehatine ragihandin.
Berê nûçeya êrişa li ser xeta boriya petrolê ya Xuzistanê hatibû belavkirin lê Pêwendiyên Giştî yên Xuzistanê ew nûçe red kir.
Heta niha ji bilî ragihandina amara kuştina wan 5 endamên Supaya Pasdaran a li Bûşehrê, ti amarên fermî derbarê hejmara kuştî û birîndarên êrişên şeva borî de nehatine belavkirin.
Li Kirmanê 13 leşker hatin kuştin
Biryargeha Herêma Başûrê Rojhilat a Artêşa Îranê ragihand, di encama êrişeke li ser Baregeha Sêyem a Şer a Hewayî ya Artêşê (Hewanîroz) a li bajarê Kirmanê de 13 karmendên wê baregehê hatine kuştin.
Li gorî daxuyaniyê, êriş di demjimêrên destpêkê yên sibehe duşemê de hatiye kirin û tê de komek efser û karmend hatine kuştin.
Navên kuştiyan ev in: Xulamcelî Tehmasebî, Hucetulîslam Ekber Qurbanîzade, Mubîn Mehdevî, Reza Selaceqe, Xulamhusên Rehîmî, Yasir Şahdadî, Ekber Aryanpûr, Muhsîn Neqevî, Mehdî Alî, Elî Îbrahîmî, Mihemed Wisûqîrad, Elî Aradmeniş (Cehrî) û Elî Zare.
Li Mazenderanê 18 kes hatin kuştin
Parêzgarê Mazenderanê ragihand, 18 kesên xelkê wê parêzgehê di êrişên Îsraîlê de hatine kuştin ku li derveyî sînorên parêzgehê mijûlî "parastina Komara Îslamî bûn."
Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Mazenderanê, ew kes "gihiştine pileya şehadetê" û ji 17 mêr û jinekê pêk tên.
Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hatiye kirin ku ew kes xelkê 11 bajarokên cuda yên parêzgehê ne ku ev in: Amol, Babol, Qaîmşehr, Sevadkûh, Coybar, Sarî, Miyandûrûd, Neka, Behşehr, Newşehr û Çalûs.
Supaya Pasdaran çi dibêje?
Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku êrişên wan ên mûşekî û dronî yên li baregeh û navendên Amerîkayê yên li herêmê berdewam dikin.
Her îro, Supayê zincîreyeke êrişên mûşekî û dronî yên nû daye destpêkirin û baregeha asmanî ya Amerîkayê ya li herêma Şêx Îsa ya Behreynê bi "mûşek û dronan" kirine hedef û navenda sereke ya fermandariyê têk birine.
Berdevkê Supaya Pasdaran a Komara Îslamî Elî Mihemed Naînî îro sibehê ragihand, di du rojên ewil ên şer de 650 leşkerên Amerîkayê hatine kuştin û birîndarkirin û Amerîka amaran vedişêre.
Supaya Pasdaran îdia kir ku tenê di êrişeke li navenda leşkerî ya Amerîkayê ya li Behreynê de 160 leşkerên Amerîkayê hatine kuştin û birîndarkirin.
Ji şeva borî ve heta niha ji berpirsên herî diyar ên Îranê ku li ser berdewamiya êrişa Amerîka û Îsraîlê ya li ser Îranê axivîbe, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ye.
Eraqçî îro ragihand, "Amerîka bi nûnertiya Îsraîlê ketiye nav vî şerî."
Eraqçî bangî xelkê Amerîkayê kir û got, "Xelkê Amerîkayê heqê rewşeke baştir in û divê welatê xwe wergirin."
Diyarkirina Rêberê nû yê Îranê
Mijara diyarkirina Rêberê nû li Îranê germ e. Berê jî Encumena Demkî ya Rêberiyê li Îranê ragihandibû, di demeke nêzîk de dê Rêberê nû ji bo şûngiriya Elî Xameneyî diyar bikin.
Li gorî destûra Îranê, diyarkirina Rêber erkê Encûmena Pisporên Rêberiyê ye ku 88 endamên wê hene.
Endamê Encûmena Pisporên Rêberiyê Ayetullah Elî Muellîmî ragihand, diyarkirina Rêberê nû dê zêde neajo û dê li gorî pîvanên olî be û ti herikîneke siyasî û partiyî di vî warî de dê destwerdanê neke, lê amaje bi namzed yan namzedên ji bo wê postê û dema destnîşankirina Rêber nekir.
(Rûdaw)

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin