Şerê di navbêra îran û Emrîka û rewşa Rojhilatê Kurdistanê

Şerê di navbêra îran û Emrîka û rewşa Rojhilatê Kurdistanê

.

A+A-

Nivîskar: DÎYAR KURDÎ

Di 28 SIBAT 2026an de li hemberî Îranê ji alîyê Emrîka û Îsraîl operasyonek berfireh hate destpêkirin. Ev operasyon ev demeke dîrêj e di rojeva cîhanê de bû. Emrîka piştî guherînên li Surî gelek cara hişyarî da rejîma Îranê û hayê wan çêkir ku heger li gorî xwestekên wan yên di derbarê sekinandina dewlemendkirina Ûranyûmê û Mûşekên Navokî yên Meddirêj de tevnegerin. ewê ji alîyê wan û Îsraîl ve li hemberî Îranê operasyonek berfireh pêkbînin. Piştî gelek hişyariyan ku Îran di karê berhimandina çekê Navokî de ji ya xwe daneket, herî dawiyê Emrîka û Îsraîl dest bi operasyonê kir û li heremê şerekî nû destpêkir.

Emrîka, bi taybetî li Rojhilata navîn ev demeke dîrêj e ku bi Îran û Rusyayê re di nava şerekî dijwar de ye. Ev şer ji aliyê hin rewşenbîran weke şerê dinyayê yê III. tê binavkirin. Lê ferqa vî şerî ji şerê dunyayê yê I. û yê II. ew e ku ev şer yekser ji aliyê hêzên berpirsiyar nayê meşandin, lê bi giranî ji aliyê rêxistinên îllagal tê meşandin. Ev hêzên îllegal bi ingilîzî wek hêzên “Proxy” yanî hêzên “Wekîl” têne binavkirin. Bi vê yekê şerê dinyayê III. weke şerê wekaletan tê binavkirin.

Îran piştî şoreşa îslamî, sîyasetek dijî Îsraîl û Emrîka meşandiye û li herêma Rojhilata Navîn xwestiye bibe hêza sereke! Serokên Îranê, bi eşkereyî dibên: “emê dewleta Îsraîl ji holê rakin!” Bi vê polîtîkayê, li herêmê timî bi Emrîka û Îsraîl re di nava şer de ye. Ji bo ku Îran rasterê nikaribû êrîşî Îsraîl û Emrîka bikira, weke me behs kir, ji alîkî de bi rêya rêxistinên çekdar yên tundrew ku li heremê avakir, li dijî van dewleta şerê xwe meşand, li alî din jî bi alîkarîya Rûsya dest bi çêkirina çekên navokî kir. Wek mînak li Lubnanê “Hîzbullah” , Li Iraqê “Haşdî şabî”, li Yemenê “Husiyan” û li Filistînê “Hamas” avakir. Bi rêya van hêzana, xwest li herêmê hêza Emrîka û Îsraîl qels bike.

Li aliyê dinê jî Emrîka bi hêzên Kurd re têkiliyên xwe xurtir kir. Ji alîyekî bi Herêma Kurdistanê (Başûr) wek dost, ji aliyê din jî bi Iraqê re di nava têkiliyên fermî de ye. Li Surî li alîkî piştgirî da QSD û li alî din jî HTŞ û ÖSO xwedî kir û dewlata Surî pêşkêşî wan kir. Bi Turkîye re, li ser bazara Kurdan, têkiliyên xwe ji nûh de sazkir. Ji ber ku li Rojhilata Navîn guhertinên nû çêdibin û bekaya dewleta tirk kare têkeve xeterê û Kurd bigehên hêza ku dewleta xwe avabikin; Tirkî tercîha xwe ji alî Emrîka û Îsraîl danî.

Li vir mijarek gelekî girîng heye !

Gava em behsa sîyaseta Emrîka ya li ser pêşeroja Rojhilata Navîn dikin divê em vê yekê bînin ber çavên xwe ku Emrîka li herêmê sîyaseteke pragmatîst dimeşîne. Ji aliyêkî têkilî bi Kurdan re datîne û ji alîyekî ve jî bi dijminê Kurdan re… me li Rojavayê Kurdistanê dît ku Emrîka ji aliyekî ve Kurd bikartanî, ji aliyê din jî HTŞ û ÖSO ji desthilatê re amade dikir. Emrîka xwest ku bi kembereke Muslumanê Sûne dora Îranê bipêçe. Divê em ji vê sîyasetê haydar bin û li gorî wê siyasetek realîst bimeşînin. Ne ku em dijminantiya tu kesan bikin. Ji xwe ev ne tiştekî rast e û ne li gorî realîteya îro ye. Emrîka dixwaze pêşî li firehbûna Çîn û Rûsya bigire; Îsraîl jî dixwaze xwe têxe parastin û aramîyê. Divê em jî li gorî vê realîtê fesalê bidin siyaseta xwe!

Li vir sîyaseta ku ewê Kurd bikin ev e: divê Kurd timî di xwestek û sîyaseta xwe de zelal bin û qet dijminantîya tu hêzekî navnetewî nekin. Divê li gorî prensîb û xwestekên xwe timî bi hêzên navnetewî – bi taybetî jî bi Emrîka, Ewropa û Îsraîl re- di nava têkiliyên dostane de bin.

Xalek din jî heye ez dixwazim bi kurtasî bilêvbikim û ez vegerim ser mijara xwe. Niha Emrîka her çiqasî li Rojhilata navîn di nava şer de be jî lê Dewleta Emrîka ne li Rojhilata navîn e. Navbêna Rojhilata Navîn û Emrîka bi hezaran kîlometre ye. Lê dewleta Îsraîl li Rojhilata navîn e. Yanî hin tişt hene ku zêdetir Îsraîl eleqedar dike. Ji ber vê yekê divê em sîyaseta Emrîka û sîyaseta Îsraîl jî di heman xalê de şîrove nekin. Dibe ku Kurdistanek serbixwe hîn bêhtir li gorî berjewedîyên Îsraîl be; ji ber ku bûyerên Rojhilata navîn yekser Îsraîl eleqedar dike û bihêzbûna dewletên Musluman, ewlehîya dewleta Îsraîl jî dixe bin xeterê, qelskirin û perçekirina van dewletan jî li berjewendiya Îsraîl e.

Ger em vegerin ser mijara xwe. Hetanî îroj şerê wekaletan domkir, lê îro rewş ketiye qonaxek nû. Roja 28’ê Sibatê, bi operasyona Emrîka, li seheyê şer rasturast di navbêra hêzên berpirsiyar tê kirin. Emrîka û Îsraîl yekser li Îranê dixin û Îran jî ne tenê êrîşî wan dike, êrîşî hevbendên wan jî dike. Ev qonaxeke nû ye. Divê em vî şerî bi vê nerînê şîrove bikin. Bi taybetî jî ev yek ji bona Kurdan gelekî girîng e. Ji ber ku Kurd hetanî niha deskeftiyên xwe yên heyî bi xêra şerê hevkariya bi Emrîka bidestxistiye. Li Başûrê Kurdistanê li hemberî rejîma seddam Emrîka Kurd wek hêzên xwe ya hevkar dîtibû. Û Kurdan jî ji vê firsetê sûd wergirtin û herêma Başurê Kurdistanê rizgar kirin. Her weha li Rojavayê Kurdistanê jî bi xêra şerê li dijî DAÎŞ hevkariya hêzên hevpeyman Kurdan hin destketin bi destxistin.

Lê îro li Îranê hîn rewş ne diyar e. Gelo ewê Emrîka hêzên Proxy yan hevkar, bikar bîne an na? Ji ber ku niha hêzên Rojhilatê Kurdistanê li gorî rewşa defacto tevdigerin. Heger Emrîka bi hêzên li nava Îranê nekeve hevkariyê, gelo ewê Kurd çi bikin? Ewê hetanî dawiya şer, li Başûrê Kurdistanê bimînin? Ji ber ku li gorî analîza min, ewê Emrîka vê carê zû bi zû hevkariyek vekirî bi hêzên dijî rejîma Îranê re daneyne. Ji ber ku Emrîka mîna Afganîstan, Iraq û Sûrî dewletên navendî yên di bin kontrola xwe de dixwaze; naxwaze piştî şer qedya, ew welat bi grupên dînî, mezhebî û etnîkî perçe bibe. Emrîka niha dixwaze yekser deshilatdarîya Îranê biguherîne; yanî daxwaza wî ya perçekirina Îranê ne diyar e. Lê heger ev Rejîm di berxwe bide û karê Emrîka zehmet bike, dê wê demê Emrîka dê hêzên dijî rejîmê re têkeve pêwendiyê.

Di vê rewşê de helwesta Emrîka çi dibe bila bibe, tiştê ku hêzên Rojhilatê Kurdistanê bikin ev e: 1. Heta mumkun be hemî partî, rêxistin û grûbên sîyasî û civakî yên Rojhilatê Kurdistanê, hevkariyek netewî avabikin. 2. Bi hêz û grûbên etnîkî yên nava Îranê re hevkarî û hevbendiyan avabikin. 3. Di serî de hêzên Kurdên Başûr û hemû Kurdan re pêwendîyên xurt deynin. 4. Pêşî Emrîka û Îsraîl, bi hemî hêzên cîhanî yên têkildarê rewşa Îranê re pêwendîyên xwe deynin.

Her perçê Kurdistanê, xwedî mafê dewletbûnê ye. Ger ev ne mumkun be, divê bixwaze bi perçê azad re bibe yek. Ger ev jî ne mumkun be, herî kêm dewleta xwe ya Federal yan Konfederal avabike.

Çavkanî: Hêvî Akademî

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin