
Melania Trump serokatiya civîna Konseya Ewlehiyê ya Navneteweyî kir
.
Namo Ebdullah
Neteweyên Yekbûyî (NY) roja duşemê 2yê Adara 2026an mazûvaniya Melania Trump kir.
Melania Trump bû yekem xanima ewil a Amerîkayê ku di dîrokê de serokatiya civîneke Konseya Ewlehiyê ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî bike.
Mijara civînê bandora şer û teknolojiyê ya li ser zarokan bû.
"Bandora şer a li ser zarokan"
Alîkara Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Rosemary DiCarlo ku li kêleka Melania Trumpê rûniştibû, di axaftina xwe de bi awayekî nerasterast bal kişand ser bandora şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê.
Rosemary DiCarloyê diyar kir ku gava şer û pevçûn derdikevin bandora herî giran li ser zarokan dibe û got:
"Di heyama du rojên borî de ev rastî careke din hat bîra me ku dibistanên li Îsraîl, Îmarat, Qeter, Behreyn û Umanê hatine girtin û sîstema wan veguheriye perwerdeya online, ev jî ji ber operasyonên leşkerî yên berdewam ên li herêmê ye."
Her wiha wê amaje bi raporên mirina bi dehan zarokan a li bajarokê Mînabê yê Îranê kir û got, "Rayedarên Amerîkayê ragihand ku ew li ser wan raporan mijûlî lêkolînê ne."
DiCarloyê spasiya Melania Trumpê kir ji bo hewldanên wê yên şexsî yên ji bo gihandina zarokên Ukraynî bi malbatên wan re.
Peyama Melania Trumpê
Melania Trumpê di axaftina xwe de rasterast behsa şerê Îranê nekir lê daxwaza parastina zarokan a li cîhanê kir.
Melania Trumpê got,"Niha dem e ku em bi rêya gihîştina bi hîkmetê zarokên xwe li ser îdeolojiyan re bigirin.
Hişê çêkirî zanist û zanyariyan dike milkê giştî, tiştê ku berê tenê di pirtûkxaneyên zanîngehan de hepskirî bû.
Hişê çêkirî dê ji bo zarokên me rastiyeke nû biafirîne."
Nûnerê Îranê bersiva Rûdawê da
Piştî civînê Nûnerê Îranê yê Neteweyên Yekbûyî Emîr Seîd Îrevanî pirsên rojnamegeran bersivandin.
Rûdaw tenê dezgeha medyayê bû ku karî pirsê bike û Îrevanî bêyî ku bersiva pirsên din bide çû.
Rûdawê ji Emîr Seîd Îrevanî pirsî, "Mentiqê wan êrişên we yên li ser welatên din ên wekî Îraq, Îmarat, Qeter û çend welatên din û Herêma Kurdistanê çi ye?"
Îrevanî wiha bersiv da:
"Wekî min amaje pê kir, em êrişî berjewendiyên welatên cîran nakin, em parastina xwe dikin.
Em wan sazî, baregeh û kel û pelên Amerîkayê dikin armanc ku li wan welatan in û li derveyî kontrola wan welatan in."
Helwesta Îsraîlê
Nûnerê Îsraîlê yê Neteweyên Yekbûyî Danny Danon jî nêrîna xwe ya li ser bûyeran parve kir.
(Rûdaw)
Danon wêneyên çend zarokan nîşan dan û got ku ew bûne qurbaniyên mûşekên Îranê yên li Îsraîlê.
Danon got, "Em binesaziya leşkerî dikin armanc. Ew malbatan dikin armanc."
Melania Trump bêyî ku ji rojnamegeran re biaxive ji New Yorkê veqetiya û vegeriya Koşka Spî.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin