Kurdekî Rojava li Almanya bi koronayê jîyana xwe ji dest da

Kurdekî Rojava li Almanya bi koronayê jîyana xwe ji dest da

Welatîyekî Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê, li Almanîyayê bi sedema nexweşketina bi vîrusa koronayê canê xwe ji dest da.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Li gor agahîyên Rûdawê, navê wî welatîyê Kurd Xalid Mihyedîn Hemo û 55 salî bûye û xelkê herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê bûye.

Xalid Mihyedîn Hemo li bajarê Bremenê yê Almanyayê dijîya û dermansaz bû. Li gor zanyarîyan çend roj berî niha ew welatîyê Kurd bi vîrusa COVID-19 ketibû û bo nexweşxaneya Bremen Nord a wî bajarî hatibû veguhastin.

Ew welatîyê Kurd pêr Çarşemê 7ê Nîsanê li nexweşxaneyeke bajarê Bremenê bi vîrusa sedema koronayê jîyana xwe ji dest daye.

Li gor agahîyên Rûdawê, Xalid Mihyedîn Hemo dema 10 rojan bû ku ji ber nexweşketina bi COVID-19 li nexweşîyaneya Bremen Nord a bajarê Biremenê dihate dermankirin.

Xalid Mihyedîn Hemo, ji gundê Zerkotik yê Kobanê bû zewicî bû û bavê 6 zarokan bû û ew 3 sal bûn ku koçberî Almanyayê bûbû.

Birayê wî ji Rûdawê re got, ku pêştir tu nexweşîyên birayê wî tunebûn û nexweşxaneyê ji wan re gotîye, ku ew nikarin wî bibînin û ew dê wî li goristaneke bajarê Bremenê veşêrin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin