Rêveberîya Bendavên Kurdistanê: Gelek bendavên me tije av bûne

Rêveberîya Bendavên Kurdistanê: Gelek bendavên me tije av bûne

Rêveberê Bendavên Herêma Kurdistanê Ekrem Salih aşkere kir ligel sala borî ava bendavan kêm e, lê cihê dilxweşîyêye ku gelek bendavên Herêma Kurdistanê tijî av bûne.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Îro roja înê 10.04.2020an Ekrem Salih ji BasNewsê re axivî û rewşa dawî ya ava bendavên Kurdistanê şîrove kir. Ekrem Salih got:” Gelek bendavên avê yên Herêma Kurdistanê tîkî av bûne. Barîna avê baş bû îsal û cihê dilxweşîyê ye. Herçend rêjeya baran barînê îsal weku parsal nîne jî rêjeya avê ya bendevên baş e.”

Herwiha Ekrem Salih da zanîn jî li Herêma Kurdistanê 17 bendav hene 3 bendav  jê mezin in û 14 bendavên din jî biçûk in. Cihê dilxweşîyêye îsal hemû bendavên me yên biçûk tîjî av bûne. Bendavên mezin jî di ser nêvî re ne. 4 milîyar û 430 milîyon metirçargoşe av di Bendava Dukanê deye. Ew avê dike ji %60 av. 1 milîyar û 500 milîyon çargoşe av di Derbendîxanê de heye.”

Di berdewamîyê jî de Ekrem Salih tekezî li ser wê yeke kir ku proseya çêkirina bendavan nû jî berdewam dike.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin