Kurd di bin siya lezbûn û hêdîbûna siyaseta îroyîn a Rojhilata Navîn de

Kurd di bin siya lezbûn û hêdîbûna siyaseta îroyîn a Rojhilata Navîn de

.

A+A-

 Ziryan Rojhilatî

 

Dema du mehî ya Trump ji bo lihevkirin an pevketina li gel Îranê, hêviya rêberê Îranê ku di paşerojê de "bi kerema Xwedê" derhozeyek rû bide û neyarên wî hilweşîne, leza Tirkiyeyê ji bo hilweşandina PKKyê, daxwazên Qendîlê ji bo "firsendeke guncav" ji bo lidarxistina kongreyê yan jî lez û beza Ehmed Şeri ji bo "ji nû ve avakirina Sûriyeyê", hemû jî diyar dikin ku di pirsên jeopolîtîk ên niha yên Rojhilata Navîn de, lezkirin an hêdî hereketkirin, wekî vebijarkeke stratejîk derdikeve pêş.

Di rastiyê de êdî demên siyasetê ne wekî hev in, ji bo hinekan zû ye û ji bo hinekên din jî pir dereng e. Ev dûalîteya lezbûn – hêdîbûnê di rûdanan de, ji ber wê yekê ye ku dibe ku guherîna demê, bi guherîna hevpeymanî û hevsengiya siyasî bê şîrovekirin. Helbet di wê navberê de jî, qurmîşên siyaseta kurdî hê jî bi hêdîka dimeşin.

Siyasetên lezbûn û hêdîbûnê di lîstika hêzên mezin de

Di vê dewrana me de, rikeberiya hêzên mezin ên cîhanê heta radeyekê bi wê yekê ve girêdayî ye ka kî leztir be yan jî xwe zêdetir kontrol bike û nelezîne. Trump di ser hemûyan re tê ku lezê dikin.

Di rastiyê de ev pirsyareke mezin e ka gelo pirseke wekî bernameya atomî ya Îranê ku ji sala 1999an ve heta niha zêdetirî 25 sal in, bûye belaya serê 6 serokên Amerîkayê, çawa bi du mehên wî yekalî dibe yan jî çawa dibe şerê 3 salan ê Rûsya û Ukraynayê di rojekê de bê bidawîkirin wek ku wî behs kiribû.

Wekî çawa bidawîkirina şer û pevçûnên bi dehan salan ên Îsraîl - Filistînê jî ne karekî hêsan e, ew jî di demekê de ku dema wî ya berdana rehîneyên li cem Hemasê di dawiya meha yekê ya îsal de serî negirtibû.

Dibe ku sedemeke van siyasetên Trump ew be ku ew wisa dizane ku eger wiha biçe welatê wî ji Çînê li paş dimîne.

Wekî ku dixuye ku Putîn di qedandina şerê Ukraynayê de, ku mesrefên wê ji bo Ewropa û Amerîkayê zêde ne, lezê nake. Serokê Çînê Xi Jinping jî bi hêdî nêzî pirsgirêkan dibe û gotiye ku ew di vê rewşa niha de alîgirê aramiyê ye, dibe ku ev ji ber wê yekê be ku hîn jî qurmîşa demê bi berjewendiya welatê wî de çerx dibe.

Pekînê sê qonax danîne ji bo ku di salên 2027, 2035 û 2049an de gav bi gav artêşa welatê xwe bike hêzeke cîhanî. Di sala 2024an de sêyemîn keştiya hilgira firokeyan a Çînê - Fujian (CV-18) - dest bi geştên xwe yên deryayî kir.

Roketa nav parzemînan a hîpersonîk DF-27 ku bi qasî 5000-8000 km dûravêj e heta nav axa Amerîka dikare biçe, pêş xistiye. Çîn dixwaze di warê AI, nîvconductoran, zanista quantum û biyoteknolojiyê de bibe serdest, ji ber ku heta sala 2026an dê bi qasî ji sedî 23yê GDPyê ya xwe veberhênanê di warê teknolojiyê de bike.

Di warê fezayê de jî daye pêşiya Rûsyayê û dixwaze bibe rikebera sereke ya Amerîkayê. Trump bi fikar e ku serweriya Çînê ya li ser madenên hêja yên cîhanê, korîdorên veguhestina enerjiyê û zincîrên dabînkirinê zêdetir bibe, ji ber vê yekê dixwaze destê Çînê li Rojhilata Navîn, nemaze jî petrola erzan a Îranê, kurt bike, sermayeyeke mezin a Siûdî û Kendavê jî ji bo welatê xwe bikişîne û bi Peymana Îbrahîmî û vegerandina aştiya Tirkiye û Îsraîlê, ji bo rûbirûbûna Pekînê derfeteke zêdetir bibîne. Ev yek jî dikare rasterast bandorê li ser pirsa Kurdan bike.

Di vê çarçoveyê de jî, çawa ku Trump dixwaze bilez ji Sûriyeyê vekişe, dibe ku zextên Washingtonê ji bo rêkeftina Kurdan û hikûmeta nû ya Sûriyeyê zêde bibin, wekî rola ku artêşa Amerîkayê di rêkeftina Colanî û Kobanî de lîstibû. Her wiha dibe ku hewlên wê ji bo handana Tirkiyeyê ji bo lihevkirina bi PKKyê re zêde bibin.

Her wiha dibe ku ew piştgiriyê bide bihêzbûna rola zêdetir a Herêma Kurdistanê li Îraqê, bi taybetî di demekê de ku Îraq di dawiya vê salê de ber bi hilbijartineke din a çarenûssaz ve diçe.

Kurd û qurmîşên siyasetên herêmî

Destûra du mehî ya Trump ji bo Îranê, ku wekî ku ew bi xwe dibêje, divê yan rêkeftinek an jî pevketinek jê derkeve, ji bo Kurdan girîng e. Rêberê Îranê Elî Xamineyî jî di gotara xwe ya dawî de qala wê yekê kir ku di dema xwe de rêkeftina "Îmamê Hesen ligel neyarên xwe" tiştekî demkî bû.

Dibe ku ev di van deman de ji bo aramkirina baskê ultra-muhafezekar ê sîstema wî ya siyasî be ku rojane li dijî hewldanên hikûmeta Pizîşkiyan ji bo danûstandinan diaxivin, lê di rastiyê de ew ji nêrîneke îdeolojîk-siyasî li demanên siyasetê dinerê û bawer dike ku hemû tiştên ku niha diqewimin, demkî ne û rojek tê ku rewş berevajî dibe.

Îran peywendiyên xwe ligel Çîn û Rûsyayê wekî karteke zextê li ser Amerîkayê bi kar tîne. Bi wê hêviyê ku zextên Amerîkayê zêde dirêj nekin. Ji xeynî wê, bi hêviya wê yekê ye ku heta meha 10ê ya vê salê bê kêşe derbas bibe ji bo ku metirsiya vegerandina cezayên navdewletî li ser nemîne.

Di vê navberê de Îsraîl jî ji wê yekê nîgeran e ku nebe ku siyaseta "yekem car Amerîka" ya Trump piştgiriyên Waşingtonê ji bo wê sînordar bike, loma dixwaze di dosyeya atomî ya Îranê de kirdeyeke wê ya bilez hebe.

Her çend ku Îranê dabaşa peywendiya stratejîk li gel Çînê û rêkeftineke kirîna gaza rûsî û danîna bingeheke nû ya atomî ji aliyê Rûsyayê ve kiriye lê zehmet e siyasetmedar û sermayedarekî fena Trump, danûstandinekê bike ku xêr û bêra wê ya aborî ne ji bo welatê wî be û Çîn, Rûsya yan Ewropa mifayê jê werbigirin. Ji bo wê yekê hê jî fikarek di egera rêkeftin an pevketina Tehran û Waşingtonê de heye.

Eger rêkeftin bê kirin ku dibe ku tê de deriyê çûna kompanyayên Amerîkî jî ji bo Tehranê bê vekirin, wateya wê yekê ew e ku rewşa Îranê çi li navxwe yan derve ber bi guherîna zêdetir ve diçe.Dibe ku derfetên girîng ji bo Kurdên Rojhilat û Herêma Kurdistanê jî di vê yekê de hebin.

Jixwe eger bibe şer, wê çaxê bêguman Kurdistan dibe beşek ji wê meydana hevrikiyê. Eger şerek rû bide, risteya çiyayên Zagrosê ku beşeke girîng a coxrafyaya serbazî ya Îranê ye û bajarên Kurdî li derdora xwe vehûnaye, dibe meydaneke emnî ya hestyar ku dikare bi hewldana hikûmetê ji bo zêdekirina kontrola serbazî-siyasî li wan navçeyan bê wergerandin. Ev ji xeynî wê yekê ku dibe ku bingeha Amerîkî li Herêma Kurdistanê jî bibe armanca grûpên çekdarî yên Îraqê yan tewra Îranê.

Avakirina bilez lê lerzok a Sûriyeyê û mijara çekdanîna PKKyê

Ehmed Şer ku sala borî mîna birûskekê ji nişka ve derket û hikûmeta Esed hilweşand, dixwaze li ser sînor rêya çûnûhatina Hizbulahê bigire her çend wisa diyar e ku zehmet e bi temamî di vê yekê de serkeftî be. Baregeh û navendên gelek komên Filistînî yên nêzîkî Bereya Berxwedanê li Şamê girtin û hin serkirdeyên Cîhada Îslamî destgîr kirin.

Şeri bi awayekî rûkêşî piraniya komên çekdar tev li artêşê kirin di demekê de ku ti aliyekî xwe bi awayekî kirdeyî hilneweşandiye. Bi awayekî nerm li gel Kurd û Durziyan tevgeriya bi wê hêviyê ku piştevaniya rojava werbigire, cezayên ser Sûriyeyê rake û bi milyonan dolar pereyên bloke yên Sûriyeyê vegerîne.

Di peywendiyên xwe yên bi HSDyê re, bi hêvî bû di nava 3-4 mehan de hemû pirsan yekalî bike, di demekê de ku aliyê beramber di wê baweriyê de bû ku ev yek çend salan dixwaze.

Di dawiyê de jî li ser wê yekê li hev kirin ku heta dawiya îsal (2025) pirsên navbera xwe yekalî bikin lê wer dixuye ku nakokiya li ser bicihkirina rêkeftina Bendava Tişrînê, xwendina Kurdî û konferansa yekrêziya Kurdan li Qamişloyê, nîşanên lerzokbûna wê rêkeftinê bin ku di navbera her du aliyan de hatiye kirin.

Her wiha liv û tevgerên vê dawiyê yên koma Ensar Sunne ku di rojên borî de ragihandiye ku ew dê bi xwe dest bi cezakirina berpirsên rejîma berê bike, dikare hikûmeta Şeri têxe rewşeke dijwar, ew jî di demekê de ku Ehmed Şer dixwaze sozê bide dinê ku komên Îslamî yên tundrew xurt nabin û destê wî li ser dilê wî ye jî nebe ku serhildaneke Elewiyan rû bide.

Tirkiye û Îsraîl jî bi lez in ku rewşa Sûriyeyê ji bo xwe xweş bikin. Netanyahu sala yekem a Trump wekî mezintirîn derfet dibîne ku hevahengiya Waşington-Tel Evivê ya li ser rêgirtina li Îranê, Peymana Abraham û dîzaynkirina rewşa nû ya Sûriyeyê li gorî ewlehiya xwe ya stratejîk bi kar bîne.

Tirkiye jî bi lez e ku rewşa tevlîhevkirina HSDyê di nav artêşa Sûriyeyê de, rêgirtina li rêveberiyeke xweser zûtir yekalî bibe. Ji bilî armancên jeopolîtîk, ji nû ve avakirina Sûriyeyê wekî derfeteke zêrîn ji bo aboriya xwe dibîne, bi taybetî sektora avahîsaziyê ya Tirkiyeyê ku bi rêjeya ji sedî 30 beşdarî GDPyê ya wî welatî dibe.

Ev dikare bibe nûçeyeke xweş ji bo partiya desthilatdar a Tirkiyeyê ku beşeke zêde ji kompanyayên avahîsaziyê wekî piştevanên wê derdikevin. Îran jî duaya rojekê dike ku rewşa Sûriyeyê xira bibe û bi ser Tirkiye û ji bo Îsraîlê biqulipe.

Di vê rewşê de, konferansa Qamişloyê gaveke dereng lê girîng a Kurdan bû. Her çendî gelek astengiyên navxweyî û derveyî li pêşiya wê hene. Her wekî çawa ku li şûna alayekê sê al hatibûn hildan, pirbûna nêrînên cuda astengiyek e, çarenûsa danûstandinên Ocalan-Tirkiye yên li ser çekdanîna PKKyê jî astengiyeke din e.

Girewkirina Kurdan li ser derketina şerê navxweyî yê Sûriyeyê xelet e, dibe ku di dawiyê de ew şer her derkeve holê lê pirsgirêk ew e ku dema li ber destê Kurdan kêm e. Ji ber vê yekê çi qasî bilezkirin ne baş be jî dibe ku pir hêdîbûn zirarê bide wan. Dibe ku hêvîkirina piştgiriya Îsraîlê ji bo Kurdan jî şaş be, ji ber ku zehmet e Îsraîl îhtîmala lihevkirina bi Tirkiyeyê re bi piştgiriyeke bi xerciyeke mezin ji Kurdan re biguherîne.

Di demekê de ku gotûbêjên bidawîkirina şerê dirêj ê di navbera Tirkiye û PKKyê de tên kirin, her du alî şerê demê dikin. Enqere dixwaze ku PKK di demeke nêz de çekan deyne û xwe hilweşîne. Dewlet Bahçelî daxwaz kir ku di destpêka meha bê de kongreya PKKê were lidarxistin.

Erdogan jî di demekê de ku kelemên wî yên serokê şaredariya Stenbolê û CHPyê hene, dixwaze bi lezûbez mijara PKKyê bidawî bike, da ku wekî destkefteke siyasî ya girîng di nava welêt de bi kar bîne. Ev ji bilî wê yekê ku ew dê derfetên bazirganî û geşedaneke aborî li Sûriye û Îraqê jî bide welatê xwe.

Helbet wisa diyar e ku PKK wekî Enqereyê lezê nake. Loma bi îhtimaleke mezin ev mijar bi vî awayê niha naçe serî û eger biçe serê jî tenê rûkeş dibe. Ji ber vê yekê pirsa PKKyê û Tirkiyeyê dê her berdewam bike heta ku alî xwe serkeftî hîs bikin.

Xaleke din jî ew e ku bi îhtimaleke mezin, mijara çekdanîna PKKyê ne tenê pirsa Tirkiyeyê ye, lê bo Îranê jî mijareke mezin e, çimkî bi salan e ku mayîna PKKyê li çiyayan, rola sêncekê ji bo Îranê gerandiye ji bo rêgirtina li ber bicihbûna grûpên çekdarî yên dijî Îranê.

Ev ji bilî wê yekê ku her core aştiyek di navbera PKKê û Tirkiyeyê de, Îranê dike yekane dewleta Rojhilata Navîn ku hîn jî vebûnek di pirsa Kurdî de nekiriye.

Dûmahîk

Piştî zêdetirî şeş mehan ji hilbijartinan, hikûmeta Herêma Kurdistanê hîn jî nehatiye avakirin. Ev di demekê de ye ku di nava kêmtir ji 7 mehên bê de hilbijartineke din jî tê kirin ku dikare dînamîka li pişt proseya pêkanîna hikûmetê biguherîne.

Dibe ku çarenûsa hikûmetê bi awayê hevalbendiyên çaverêkirî yên hilbijartinên dahatû yên Îraqê ve girêdayî be, wekî çawa ya berê di 2021ê de peywendiya her du partiyên sereke yên Kurdistanê serûbin kir.

Eger PDK û YNK ne di heman xeta hevalbendiyê de bin, wê demê her cure hikûmeta hevalbendî di dahatûyê de dê rastî pirsgirêkan were. Ev ji bilî wê yekê ku dibe ku guherînên navçeyî û çaverêkirinên ji bo encama danûstandinên Îran û Amerîkayê jî bibin faktoreke din a bibandor li ser dema pêkanîna hikûmetê.

Di roja îroyîn a Rojhilata Navîn de, lez û aramî êdî ne tenê pîvanên demê ne lê beşek ji hevrikiya jeopolîtîk in. Çawa ku cografyaya Kurdan di dilê herêma hegemonyaya hêzên rikber de ye, bi vî awayî demên wê jî di navbera cemserên lez û aramiyê de parve bûne. Bêguman derbaskirina vê rewşê bi awayekî ku ziyanê kêm bide, hewcedarî rêxistinkirina hostayane ya demên siyasetê ye!

 

RÛDAW 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin