Komîsera Yekîtiya Ewropayê: Me ji Şamê xwestiye ku mafên pêkhateyan biparêze

Komîsera Yekîtiya Ewropayê: Me ji Şamê xwestiye ku mafên pêkhateyan biparêze

.

A+A-

 Komîsera Yekîtiya Ewropayê ya Kar û Barên Welatên Deryaya Navîn Dubravka Šuicayê ragihand ku wan di civînên xwe yên li gel rayedarên Sûriyeyê de bal kişandiye ser parastina mafên hemû pêkhateyan.

Wezîrên karên derve yên Yekîtiya Ewropayê li Bruksela paytexta Belçîkayê civiyan.

Komîsera Yekîtiya Ewropayê ya Kar û Barên Welatên Deryaya Navîn Dubravka Šuica jî tevlî civînan dibe û wÊ pirsên Nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê bersivandin.

Wê bal kişand ser tevlîbûna hemû pêkhateyan a nav pêvajoya “Sûriyeya nû” û got:

“Helwesta me ew e ku divê pêvajoya Sûriyeyê bi rêberî û xwedîderketina Sûriyeyiyan bi xwe be.

Baweriya me bi vê hikûmetê heye û em hêvî dikin ku li ser hemû çîn, pêkhate û beşên civakê biaxivin.”

Dubravka Šuicayê diyar kir ku wan û rayedarên Sûriyeyê bi taybetî qala Kurdan nekiriye û wiha peyivî:

“Me ji wan xwest ku berfireh bin û beşdariya her kesî misoger bikin, çi ji aliyê zayendî ve be, çi jî kêmîneyên olî û neteweyî bin, ev xala sereke ye. Me bi awayekî taybet behsa meseleya Kurdan nekir.”

Rûdaw: Di civînên we yên li gel Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê de, we behsa parastina mafên netewe û kêmîneyan kir, bi taybetî yên Kurdan?

Dubravka Šuica: Derbarê Sûriyeyê helwesteke me ya taybet heye. Helwesta me ew e ku divê pêvajoya Sûriyeyê bi rêberî û xwedîderketina Sûriyeyiyan bi xwe be. Baweriya me bi vê hikûmetê heye û em hêvî dikin ku li ser hemû çîn, pêkhate û beşên civakê biaxivin.

Rast e, em bi taybetî li ser vê mijarê neaxivîn lê ev helwesta me ya giştî ye. Ji ber vê yekê, em hêvîdar in ku ew karibin tevahiya welat bigirin nava xwe.

Rûdaw: Rola we wek Komîsyon çi ye? Hûn çawa alîkariya Sûriyeyê dikin da ku mafên hemû pêkhateyan parastî bin?

Dubravka Šuica: Wekî min ji we re got, berî mehekê an pênc-şeş hefteyan ez çûm Sûriyeyê. Ez bi hikûmetê re û her wiha bi Wezîrê Karên Derve re jî axivîm ku min duh careke din dît.

Ew ji rewşê haydar in û hewl didin çi ji destê wan tê bikin, ji ber ku em dizanin ku ne tenê kêmîne lê pêkhateyên cuda yên civakê jî hene. Me ji wan xwest ku berfireh bin û beşdariya her kesî misoger bikin, çi ji aliyê zayendî ve be, çi jî kêmîneyên olî û neteweyî bin, ev xala sereke ye. Me bi awayekî taybet behsa pirsa Kurd nekir.

Rûdaw: Têkiliya we bi hikûmeta niha ya Sûriyeyê re çawa ye û hûn çawa dixwazin alîkariya wan bikin?

Dubravka Šuica: Dê diyalogeke me ya niştimanî hebe, Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê. Di 13-14 salên borî de me ev diyalog li derve li dar dixist lê niha me arasteya xwe guhertiye û berê xwe daye Sûriyeyê.

Tiştê ku min ji wan xwest ew bû ku ev diyalog li Şamê neyê lidarxistin. Ev roja diyalogê ye bi rêxistinên sivîl re. Ji ber vê yekê, min ji wan xwest, ji ber ku em dixwazin hemû welat beşdar bibe, ew dikarin wê li herêmên peravê, li Helebê, yan li ciyekî din li dar bixin, ne tenê li Şamê, ji ber ku Sûriye ne tenê Şam e. Ez hêvîdar im ku diyalog li ciyekî din pêk were. Bi vî awayî em hewl didin rola xwe bilîzin.

Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin