
Koma ku ji HTŞê derketiye berpirsiya êrîşa dêra Şamê li xwe girt
.
Koma çekdar a bi navê Seraya Ensar El-Sunne, berpirsiyariya êrîşa întiharî ya bi ser Dêra Mar Îlyas a li Şamê de, li xwe girt û îdia kir ku teqîn di encama ‘şerfirotina Xiristiyanên Şamê li hember banga rast’ encam daye.
Koma çekdar ‘Seraya Ensar El-Sunne’ îro 24ê Hezîranê bi daxuyaniyeke li ser platforma Telegramê berpirsiyariya teqînê li xwe girt û ragihand, êrîş xwekujî bûye û kesê ku xwe teqandiye, Muhemmed Zeynulabidîn Ebû Usman bûye.
Hêjayî bibîrxistinê ye, êvara roja Yekşemê 22ê Hezîranê, xwekujekî kembera xwe ya bombekirî di nav Dêra Mar Îlyas a li taxa Duweyla ya Şamê de teqandibû ku wê demê merasîmeke olî li dêrê hebû. Di teqînê de herî kêm 25 kes hatin kuştin û zêdetirî 50 kes jî birîndar bûn.
Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê ragihandibû, êrîşkar çekdarê DAIŞê bûye, di destpêkê de gule reşandiye û dema guleyên wî xilas bûne, xwe bi kembera bombekirî teqandiye.
Koma çekdar a Seraya Ensar el-Sunne di 1ê Sibata 2025an de ji aliyê Ebû Ayşe El-Şamî ve, ku berê endamê Desteya Tehrîr El-Şam bû, hatiye damezrandin. Ebû Ayşe ji ber ku Tehrîr El-Şam (HTŞ) li hemberî Şîe û Elewiyan nerm didît, ji komê veqetiyabû. Hêjayî bibîrxistinê ye niha jî Sûriye ji aliyê koma HTŞ ve tê birêvebirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin