Koalîsyona Navneteweyî bi sedan barhilgirên alavên leşkerî birin Rojavayê Kurdistanê

Koalîsyona Navneteweyî bi sedan barhilgirên alavên leşkerî birin Rojavayê Kurdistanê

.

A+A-

Li gorî nûçegihana KANAL8ê ya li Rojavayê Kurdistanê, 200 barhilgirên ku tê de alavên lojistîkî, wekî parçeyên çîmentoyê û kelûpelên leşkerî hene, ji Herêma Kurdistanê derbasî baregeha Qesrikê ya li Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê hatin kirin.

Riwangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî ragihand ku di meha Gulana borî de 324 barhilgir derbasî Rojavayê Kurdistanê bûbûn.

Herî dawî, hêzên Amerîkî li Rojavayê Kurdistanê ji nû ve xwe rêk û pêk dikin û li gorî agahiyan, hemû leşkerên Amerîkî dê li baregeha Qesrikê werin bicîhkirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin