Hüsamettin Turan

Hüsamettin Turan

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Kî/çima Öcalanî bi kar tîne?

A+A-

Heyf, û hezar car heyf. Eva çendîn deh salin tê idîa kirin ku, Evdilah Ocalan gotiye: "Şerê cîhanê ya 3. ji bo min destpê kir." Û ji aliyê hinekan ve li her derî tê gotin ku, ev gotin ji devê Evdilah Ocalan ve hatiye gotin. Baş e, hema em bêjin E.Ocalan gotiye. Ma, tu mantiq û tu eqliyeta vê gotinê heye? Dibe ku, şerê 2. û ya 1. jî ji ber E. Ocalan rû dabe. Heta dikare, şerê sedsalan jî ji ber E. Ocalan qewimî bin.

Di rastiya xwe de, hemû cîhan, gerdûn û asîmanên bê sitûn jî ji bo E. Ocalan hatîye avakirin. Ma, ne "Pêxemberê" axir zemanê bû?

Ji bo min girîng e ku hûn bersiva van pirsan bidin; kî E. Ocalan bire Ewropayê? Gelo ne rêxistina wî bû? Ma qey destekî din têde hebû? Eger wisa ne; çima hinek kesên din bi komploker tên sûcdar kirin? Di vê "komployê de" para we çiqas e?


Niha Efrîn xwe ji ber êrîşên dagirkirinê diparêze. Di şerê man û nemanê de ye. Lê, hûn dîsa jî bi durişm, pankart û wêneyên E. Ocalan derketine qadan. Li ser çiyayên Efrînê peykerên Ocalan ên bi bilidiya xanîyên bi pênc qatî têne çêkirinê. Eger, ev ne projeyên dewleta dagirker û êrîşkerê Tirkiyê ku bi destên we têne pêkhanînê be, ez ne mirov im.. Efrîn ji dest diçe.. Baskên hevalbendên di nav PKKê de dixwaze Efrîn teslimê Tirkiyê bike. 

Lê, ez dizanim berxwedan didome û dê bidome jî. Ya ku Efrînê rizgar bike yekîtî û motîvasyona netewî ye. Hevkarên me ji bo vî bi me re hevkar in û baweriyê bi kurdan tînin. Ez bawer nakim ku ji bo evîndarî E. Ocalan be. Ez rica ji we (PKK) dikim; Ev lîstika li ser gelên Kurdistanî ya li ser navê Ocalan bila biqede. Belê, PKK xwediyê hêzekî mezin e. Dibê, ev bikeve xeteke rast ya Kurdistanî. Ne ku bibe temamkerê Tirkiyê. Ma Tirkiyeyîkirina PKKê ne plana Ocalan bû?


Em dizanin gava ku di meseleya kurd û Kurdistanê de, ji biçûk heta mezinên tirkan dibin yek. Heta ker û kuçikên wana ji bi hev re dizîrin û direyin. Îca ev jî têrê nake; projeya tirkîyeyîkirinê jî bûye xwê û îsotê wî. Ev projeye ku îro bi hezaran siyasetmedar û welatperwerên kurd di zindanan de ne. Ev projeye ku 100 şehrewaniyê me hate kayûmkirin. Serok û kadroyên wan hatin zindanîkirin. Binêrin hêj do birêz Selahattin Demirtaş û di dema darizandina xwe de çi got:"Parlementerên tirk ji destên E. Ocalan name anî ku têde digot piştgirîya R. Tayip Erdogan bike". Gelo ev bixwe di serê we de tu pirsan çênake?


Di encama 40 sal şerî de 5000 gund wêran bû, 6 milyon kurd bê cih û war man, 60 hezar şehîd. Bi dehan bajar hatin kavilkirin. Ma evan hemû ji we re tişt nabêjin.


Tê pirsîn, di demekê ku Efrîn di bin êrîşên dagirkeriyê de ye, çima Bakûrê Kurdistanê ku 20 milyon e bê deng maye? Helbet, bersiva vê heye û gelek berfireh e jî. Ez vêya dihêlim ji bo nivîseke din.


Dîsa dibêjim, werin dest ji van lîstikê ku bi Ocalan an jî bi navê Ocalan têne gotin û têne kirin berdin. 
Em li ser pirsgirêkên welatê xwe konsantire bin, Ji bo azadiya welatê xwe bixebitin.Yekîtî û hevkariya xwe pêk bînin. Aqûbeta xwe bikin yek. 

 
Ji bo Efrîna xwe ya ku îro li dijî êrîşên dewleta dagirker Tirkiyê li ber xwe dide, bixebitin..

Önceki ve Sonraki Yazılar