
Keştiya Amerîkayê balafirên xwe bar kirin û çû nêzîkî Îranê
.
Wêneyên nû yên peykê derxistin holê ku keştiya balafiran a USS Carl Vinson li nêzî Îranê hatiye bicihkirin.
Tê texmînkirin ku li gel pêngava budceyê ya Pentagonê, Amerîka ji bo pevçûnên muhtemel ên li herêmê amadehiyan dike.
Wêneyekî nû yê peykê eşkere kir ku keştiya balafiran a bi navê USS Carl Vinson a Amerîkayê li nêzî Îranê li Deryaya Ereban hatiye bicihkirin.
Ev bicihkirin nîşan dide ku Amerîka hebûna xwe ya deryayî li herêmê didomîne û tevî agirbesta di navbera Îran û Îsraîlê de jî ji bo pevçûnên muhtemel amade ye.
Keştiya balafiran, di qada berpirsiyariya CENTCOMê de çalakî dimeşandin.
Peyka ku wêneyê USS Carl Vinsonê li nêzî Îranê girtiye, ji aliyê analîstê îstixbaratê MT Anderson ve hat tesbîtkirin.
Du muhribên ji cureyê Arleigh Burke parastina keştiya balafiran dikin.
Li gorî nûvekirina sîstema şopandina fîlo û deryayê ya ku ji aliyê Enstîtuya Hêzên Deryayî ya Amerîkayê ve hatiye weşandin, keştiya balafiran a USS Carl Vinson, li gel Fîloya Hewayî ya 2yemîn, li Deryaya Ereban operasyonan dimeşîne.
Li gorî Pentagonê, keştî şeş roj piştî wê yekê hat dîtin ku Amerîka bi balafirên xwe yên bombebaranê yên B-2 li sê tesîsên mezin ên nukleerî yên Îranê, ango Fordo, Netenz û Îsfehanê xistibû.
Di rojên borî de, Pentagonê daxwaza xwe ya budceya parastinê ya bi bihayê 961,6 milyar dolarî ragihand.
Her wiha planên xwe yên ji bo avakirina 19 keştiyên nû ji bo Hêzên Deryayî yên Amerîka û başkirina kargehên keştiyan ên nukleer eşkere kiribûn.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin