Joanne Cummings: Ez bawer nakim Amerîka piştgiriyê bide armancên HSDyê

Joanne Cummings: Ez bawer nakim Amerîka piştgiriyê bide armancên HSDyê

.

A+A-

 Dîplomat û şêwirmenda berê ya CENTCOMê Joanne Held Cummingsê ji Rûdawê re got, “Armanca Amerîkayê parastina yekparçeyiya axa Sûriyeyê ye û ez bawer nakim di vê çarçoveyê de piştgiriyê bide armancên siyasî yên HSDyê.”

Dîplomat û şêwirmenda berê ya CENTCOMê Joanne Held Cummings bû mêhvana Rûdawê û pirsên Nalîn Hesenê yên li ser siyaseta paşerojê ya Trump a li Sûriyeyê û nêrînên Washingtonê yên li ser ku HSD tevlî nav artêşa Sûriyeyê bibe bersivandin.

Joanne Held Cummingsê da zanîn ku Amerîka niha piştgiriyê dide siyaseteke wisa ku li Sûriyeyê hikûmet û dewleteke yekgirtî hebe û nebe gef li ser welatên cîran û li pey çû:

“Ez bawer nakim ku Serok Trump derbarê Sûriyeyê xwedî stratejî û siyaseteke zelal a be.”

“Armanc têkşikandina DAIŞê bû”

Wê li ser pêwendiyên Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (HSD) û Amerîkayê wiha got:

“Armanca pêwendiyên di navbera HSD û Amerîka têkşikandina DAIŞê bû.

Ez bawer nakim Amerîka piştgiririya wan hewlên HSDyê bike ku ew tevlî nebe yan jî wekî hêzeke cuda bimîne.

Armanca Amerîkayê parastina yekparçeyiya axa Sûriyeyê ye û ez bawer nakim di vê çarçoveyê de piştgiriyê bide armancên siyasî yên HSDyê.

Daxwaza Amerîkayê her dem ew bûye ku li Sûriyeyê hikûmeteke wisa hebe ku rêzê li welatiyên xwe bigire û hemû alî di çarçoveya dewleta Sûriyê de bi awayekî wekhev bên dîtin, çi Elewî be, çi Kurd be, çi jî pêkhateyeke din bin.”

Hêjayî gotinê ye ku destpêka vê hefteyê projeyasa budceya sala bê ya Wezareta Parastinê ya Amerîkayê hat belavkirin.

Li gorî wê projeyasayê, Pentagonê ji bo sala 2026an 130 milyon dolar alîkariya leşkerî ji bo HSD û Artêşa Sûriyeya Azad a ku li Tenefê bi cih bûye terxan kiriye.

“Ez bawer nakim ku HSD bi vî awayî karibe…”

Joanne Held Cummingsê pirsa “Ev du siyasetên cuda yên Amerîkayê yên derbarê HSDyê de çi wateyê didin?” wiha bersivand:

“Li Washingtonê vîneke wisa heye ku piştgiriya ji bo HSDyê berdewam bike lê li gel vê yekê, bi vekişîna ji rêkeftina li gel Sûriyeyê û avakirina saziyeke cuda ya ji hikûmeta Sûriyê, ez bawer nakim ku HSD bi vî awayî karibe li Sûriyeyê mafên gelê Kurd zêdetir misoger bike.”

“Eger mafên Kurdan bên misogerkirin pêwîstiya me bi hikûmeteke cuda nîne”

Wê dîplomata berê behsa civîneke xwe ya taybet a bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî re kir û wiha got:

“Civîneke min li gel Ebdî derbarê pêwendiyên navbera HSD û hikûmeta Sûriyeyê de hebû.

Wî ragihand ku eger hemû mafên Kurdan bên misogerkirin, pêwîstiya me bi hikûmeteke cuda nîne.”

Joanne Held Cummings gelek salan li balyozxaneyên Amerîkayê yên li Îraq, Sûriye û Yemenê dîplomat bû û di navbera salên 2018 û 2020î de şêwirmenda CENTCOMê bû û niha jî li Enstîtuya Rojhilata Navîn a Washingtonê pispora pêwendiyên navneteweyî ye.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin