Ji hevdîtinên Tirkiye û Îraqê çi biryar derketin?

Ji hevdîtinên Tirkiye û Îraqê çi biryar derketin?

.

A+A-

 Piştî hevdîtinên rayedarên Tirkiye û Îraqê beyannameyeke hevpar hat belavkirin.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler û Serokê Teşkîlata Îstixbaratê ya Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin çûbûn Bexdayê.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê li ser hevdîtinên rayedarên Tirkiyeyê yên li Bexdayê daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniyê, dê her du alî ji bo bipêşvebirina pêwendiyan xebatên xwe yên li ser peymana xwe ya hevpar zêde bikin.

Wezaretê da zanîn ku dê Tirkiye û Îraq li ser vê peymanê bi awayekî tekûz û berdewam bixebitin.

Hat ragihandin ku dê Komîteyên Domdar ên Hevpar werin avakirin û dê ev komîte li ser mijarên “têkoşîna bi terorê re, bazirganî, çandinî, enerjî, ev, tenduristî û veguhastinê” bixebitin.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê da zanîn ku her du alî jî girîngiyê didin yekîtiya siyasî ya Îraqê, serweriya wê û yekparçeyiya axa wê.

Wezaretê got, “Her du aliyan destnîşan kiriye ku PKK ji bo Tirkiye û Îraqê gefeke ewlehiyê ye û hebûna PKKyê ya li axa Îraqê li dijî Makeqanûna Îraqê ye.”

Dîsa li gorî daxuyaniyê, “Konseya Ewlehiyê ya Îraqê biryar daye ku PKK li Îraqê rêxistineke qedexe be” û wezareta dilxweşiya Tirkiyeyê ya ji ber vê biryarê anî zimên.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê diyar kir, “Her du alî li ser tedbîrên ji bo rêxistinên ku bi rêya axa Îraqê axa Tirkiyeyê dikin hedef axivîne.”

Li hêla din, Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê daxuyand ku li ser rûdanên li herêmê jî guftûgo hatine kirin ku her du aliyan “vîna xwe ya bihêz a ji bo piştgirîdayîna doza Filistînê” dubare kiriye.

Hat gotin, her du aliyan li hev kiriye ku hevdîtin bi awayekî tekûz û bi berdewamî werin kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin