Ji dîlîtiya DAIŞê heta Kongreya Amerîkayê: Çîroka Navînê û têkoşîna wê ya ji bo dadweriyê

Ji dîlîtiya DAIŞê heta Kongreya Amerîkayê: Çîroka Navînê û têkoşîna wê ya ji bo dadweriyê

.

A+A-

Her çiqas 11 sal di ser komkujiya Kurdên Êzidî ya ji aliyê DAIŞê ve derbas dibe jî, birîn û êşên wan hîn baş nebûne.

Navîn, keçeke Kurda Êzidî ya ji destê DAIŞê rizgar bûye ku di 11 saliya xwe de ketibû destê wê rêxistinê, niha li Amerîkayê ye û hewl dide dengê xwe û civaka xwe bigihîne cîhanê.

Ew li avahiya Kongreyê li gel hejmarek kesayet û berpirsên Amerîkayî beşdarî merasîmekê bû ji bo bîranîna qurbaniyan û nûkirina daxwazên ji bo dadwerî û avedankirinê.

Navîna ku 2016an rizgar bûye û ev şeş meh in gihiştiye Amerîkayê, çîroka tal a xwe û malbata xwe vedibêje ku çawa rûbirûyê kuştin, revandin û windakirina xizmên xwe bûne û çarenivîsa beşek ji endamên malbata wê hîn jî ne diyar e.

“Em dixwazin hikûmet alîkariya me bike"

Navînê got, “Sala 2016an em ji destê DAIŞê rizgar bûn. Hemû malbata me ket destê DAIŞê.

Heta niha beşeke mezin a malbata min winda ne, bavê min, xwişk û birayên min û mamê min, heta niha em tiştekî li ser wan nizanin.

Em dixwazin hikûmet alîkariya me bike da ku li windayên me bigerin û alîkariya kesên rizgarbûyî jî bê kirin.”

Navînê bal kişand ser mafê xwendinê wekî kilîta jinûveavakirina jiyana xwe û hevalên xwe.

Wê her wiha amaje bi bandorên kûr ên derûnî kir ku ji ber dîtina dîmenên tundiyê di temenekî biçûk de tûşî bûne.

“Gunehê me çi bû, em zarok bûn"

Navîna wiha pê de çû, "Em ji dibistanê qut bûn, yanî me nekarî dibistanê xilas bikin.

Em dixwazin xwendina xwe temam bikin, xwe fêr bikin, bixwînin û mafê xwe yê xwendinê bi dest bixin.

Gunehê me çi bû, em zarok bûn... ku em kuştinê bi çavên xwe bibînin, revandin û lêdanê bibînin, ev tiştekî gelekî zehmet e.

Ev şok e, niha jî gelek kes di bin bandora şokê de ne. Kes ji hestên me fêm nake û em jî heta dinya hebe vê yekê ji bîr nakin.”

Li Kongreya Amerîkayê, dengê Navînê tevli dengê çalakvan û rêxistinên civaka sivîl bû.

Biêvebera Cîbicîkar a Saziya "Free Yezidi" Perî Îbrahîm rexneyên tund li hikûmetên Îraq û Herêma Kurdistanê girtin ji ber kêmasiyên wan di avakirina Şingalê de û alîkarînekirina Êzidiyan.

Perî Îbrahîmê got, “Îro em hatine Kongreyê da ku em dengê gelê xwe bigihînin Kongreya Amerîkayê.

Ji ber ku hîn pêwîst e alîkariya gelê me bê kirin. Ev 11 sal in tiştek ji bo gelê me nehatiye kirin.

Bila mirov rastiyê bibêje, ne hikûmeta Îraqê û ne jî Hikûmeta Kurdistanê alîkariya me nekirine.

Hikûmeta Îraqê sala 2024an 153 milyar dolarên wan hebû, çima heta niha tiştek ji bo Êzidiyan nekirine, çima Şingal nehatiye avedankirin?”

Civaka navneteweyî û bi taybetî Amerîka, berdewam hevxemiya xwe ji bo doza Êzidiyan tînin ziman.

"Dev ji belavkirina daxuyaniyên hevxemiyê berdin"

Lê Komîsera berê ya Komîsyona Azadiya Olî ya Navneteweyî ya Amerîkayê Nedîn Meyênzayê diyar kir ku êdî dema wê hatiye ku gotin û daxuyanî bibin kiryarên bibandor.

Ew daxwaza ku zexteke rasteqîn li ser hikûmeta Îraqê dike ji bo ku li Şingalê veberhênanê bike û xizmetguzariyan peyda bike da ku zêdetirî 200 hezar koçberên Êzidî karibin vegerin warê xwe.

Nedîn Meyênzayê wiha anî ziman, “Bi dîtina min girîng e ku serokên siyasî yên li Amerîka û cîhanê dev ji belavkirina daxuyaniyên hevxemiyê bi tenê berdin û dest bi zextê li ser hikûmeta Îraqê bikin da ku ji bo avakirina Şingalê veberhênanê bike.

Piştî 11 salan û li gel ku Hikûmeta Îraqê xwedî dahateke zêde ye, heta niha zêdetirî 200 hezar koçberên Êzidî li kampan û cihên din in, ev nayê qebûlkirin.”

Xwestekên Kurdên Êzidî

Tevî hewl û sozan, avedankirina Şingalê hîn jî wekî pirsgirêkeke sereke maye û astengiyên ewlehî û siyasî rê li ber vegera koçberan digirin.

Daxwazên sereke yên Êzidiyan, piştî 11 salan, heman ev daxwaz in:

Avedankirina herêmên wan, vegereke bi ewle û birûmet ji bo mal û warên xwe û pêkanîna dadweriyê ji bo wan tawanên ku li hemberî wan hatine kirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin