
PKKyê xalên xwe yên kontrolê yên li Şingalê radestî hêzên Iraqî kir
.
Îro, Sêşema, 16ê Îlona 2025an, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) xalên xwe yên kontrolê yên li navenda bajarê Şingalê û derdora wê radestî artêşa Iraqê û hêzên Heşda Şeibî kir. Ev pêngav piştî bicihkirina zêdetirî 11,000 leşkerên Iraqî li herêmê di sê rojên dawî de pêk hat.
Li gorî agahiyên ji herêmê, hêzên girêdayî PKKyê, berî hatina artêşa Iraqê, hemû xalên kontrolê û baregehên xwe yên li navenda Şingalê û herweha li navçeyên Xanesor, Sinûn û Kibletê vala kirin. Pêvajoya radestkirinê bi awayekî aram û bê pevçûn bi rê ve çû.
Berpirsên Iraqî ragihand ku armanca sereke ya vê radestkirinê, misogerkirina ewlehiya herêmê û pêkanîna rêkeftina Şingalê ye ku vegerandina kontrola herêmê ji bo hikûmeta federal a Iraqê pêk bîne. Hat ragihandin ku di rojên pêş de dê hêzên zêdetir ên artêş, polîs û Heşda Şeibî li herêmê bên bicihkirin.
Heta niha PKKyê derbarê vê vekişînê û radestkirinê de tu daxuyaniyeke fermî nedaye.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin