HEVPEYMANIYA NAVDEWLETÎ 107 BARHILGIR DERBASÎ ROJAVA KIRIN

HEVPEYMANIYA NAVDEWLETÎ 107 BARHILGIR DERBASÎ ROJAVA KIRIN

.

A+A-

Hevpeymaniya Navdewletî di îlonê de bi sedan ji barhilgirên çekan derbasî Rojavayê Kurdistanê kirine û her wiha li gel HSDyê perwerdeyên leşkerî û operasyonan li dijî DAIŞ’ê dewam dike.

Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR) destnîşan kir, hevpeymaniyê di îlonê de 107 barhilgir û 3 balafirên çek û cebilxaneyan derbasî Rojavayê Kurdistanê kirin.

Her wiha li gorî rêxistinê Hevpeymaniya Navdewletî 4 perwerdeyên leşkerî li baregehên xwe bi tevlîbûna endamên HSD’ê pêk anîne. 

Rêxistinê diyar kir, hevpeymaniyê û HSD’ê 5 operasyon li dijî şaneyên DAIŞ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîne û di encamê de 22 çekdar girtine.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin