Rubio hişyarî da Hemasê: Ji bo agirbestê tenê çend rojên we mane

Rubio hişyarî da Hemasê: Ji bo agirbestê tenê çend rojên we mane

.

A+A-

 Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ragihand, demeke gelek kurt li pêşiya Tevgera Hemasê maye da ku peymana agirbestê ya li Xezzeyê qebûl bike û diyar kir ku ev dem dibe ku "tenê çend roj" be. 

Piştî ku serdana xwe ya li Îsraîlê bidawî anî, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio îro 16ê Îlonê di konferanseke rojnamevanî de got: "Îsraîl dest bi operasyona kontrolkirina Xezzeyê kiriye. Pêşbînî dikim ku ji bo lihevkirina bi Hemasê re demeke pir kêm li ber me maye, dibe ku ev dem çend roj an jî çend hefteyên din be."

"Tekane Welatê ku Dikare Şer Rawestîne Qeter e"

Rubio bal kişand ser rola Qeterê û got ku ew tekane welat e ku dikare peymana agirbestê bi ser bixîne, tevî êrîşa hefteya borî ya Îsraîlê li ser paytexta wê, Dohayê.

Wezîrê Amerîkî wiha domand: "Pêwîst e Hemas biryara xwe bide, ka piştî êrîşa hefteya borî ya li ser serkirdeyên wan ên li Qeterê, ew ê peymanê qebûl bikin an na. Divê ew bizanibin ku tekane welat li cîhanê ku dikare vî şerî rawestîne, Qeter e."

Piştgiriya Amerîkayê ji bo Îsraîlê

Marco Rubio ji bo nîşandana piştevaniya welatê xwe ji bo Îsraîlê di şerê li dijî Xezzeyê de, duh 15ê Îlonê gihiştibû Qudsê (Orşelîm) û li gel Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu civiya bû.

Piştî civînê, di konferanseke rojnamevanî ya hevpar de, Netanyahu got: "Hatina Rubio peyameke zelal a piştevaniya Amerîkayê ji bo Îsraîlê ye."

Marco Rubio jî di heman konferansê de tekez kir û got: "Pêwîst e Hemas çekan deyne û demildest dîlan azad bike. Heya ku Hemas hebe, aramî pêk nayê."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin