Îbrahim Guçlu

Îbrahim Guçlu

Yazar
Hemû nivîsên nivîskar >

Ji bona tevgereke hevbeş û xurt ya neteweyî divê dawiya çekdariya PKKPYDê bê…

A+A-

Îbrahîm GUÇLU

PKKPYDê, dema ku li Sûriyeyê Şerê Navxwe dest pêkir, ji Rejîma Baasê re piştgirî kir. Li dijî muhalefeta Ereban û Kurdan rawestÎ û şer kir.

Rejîma Baasê jî, ji bona vê yekê, desthilatdarî û dîktatoriya xwe ya li Kurdistanê bi wan re parve kir.

PKKPYDê, li ser navê Rejîma Baasê Şerê Wekaletê domand. Li Kurdistanê, sîstemeke otoriter totalîter ava kir.  Îzin  neda Partiyê Kurdistanê ku ew xebat û têkoşîna xwe ya neteweyî bimeşînin. Qedroyên wan hepis kir, zarokên wan revandi, kir çekdar, Kurd girtin û hepis kir û êşkence li wan kir.

                                           &&&&&

Piştî demekê jî, ji  Emerîkayê re bûn çekdarên bi peran û Şerê Wekaletê li ser navên wan, li dijî DAEŞê meşandin.

Emerîka ji PYDê re gotin ku ji PKKê dûr biçin û pêwendiyên xwe ji PKKê  PKKê  qût bikin. Lewra ji aliyê wan ve û Dewletên Yekîtiya Ewrûpayê ve PKKê wek rêxistineke terorîst dihat nas kirin.

Loma jî, ji bona berpirsiyarên PKKê  bên tespit bên kirin û bên kûştin, xelat diyar kir.

Lê PYDê ew daxwaz guhdar nekir.

Emerîka jî, ji bona Dewleta Tirk bypas bikin, hêzeke çekdar bi navê Hêza Demokratîk a Sûriyeyê (HSD) ava kir.

PKKPYDê, ji vê hêzê re serokatî kir.

PYDê dema ev hemû kar û xebat dikirin, li Kurdistanê jî  federasyon ava nekirin û federasyon  daxwaz jî nekir.

HDS ji bona ku hêzeke giştî ya Sûriyeyê bû, mecbûr bûn ku gelek bajar û herêmên Ereban dagir bikin.

Aşkere bû ku ev dagirkeriya ji bona Neteweya Kurd û Federalbûna Sûriyeyê û Federbûna Kurdistanê xeter e.

Ev siyaset û stratejiya PKKPYD bû sedem ku Dewleta Tirk gelek bajar û herêmên Kurdistanê jî dagir bike. 

 

                                                    &&&&&.

Wek tê zanîn ku PKKPYDê, encama daxwaza Rejîma Baasê. Şerê Wekaletê li

Helebê jî meşandibû.. Li Çend taxên Kurdan (Eşrefiyê û Şêx Maxsûd) bû desthilatdar.

Piştî têkçûna Rejîma Baasê aşkere bû ku Rejim-Hikûmeta nû dê Helebê û herêmên ereban dê ji HSDê bigrin.

Wûsa jî bû.

Hikûmeta Sûriyeyê di demek nêzik de, dikarim bibêjim ku bê şer, Heleb û hemû Herêmên Ereb ji destê HDSê girtin.

Pişt re jî Kobanî û  Hesekî ji aliyê leşkerên Hikûmetê ve dorpêç bûn.

                                        &&&&&

Piştî  vê xeteriya li Kurdistanê çêbû û dê dawiya PKKPYDê bê, di navbera PKKPYD û Hikûmetê de ji bona Peyman û lihevhatinê şanoyek çêbû.

Di encamê de yek aliyekî Peyman hatiye îlan kirin. Lewra PKKPYDê wek ne temsîlkarên Kurdan,  wek terefereke Ereb ya mixalîf din nav dewletê de tevgeriyaye.

Di vê peymanê de ji bona statuya Kurdistanê û ji bona federalîzmê daxwazek tûne ye.

Kurdperweran û hewirdorên Kurdperwer ji PYDê hêvîdar û xwediyê xeyalekê bûn ku dê federasyonê ji Hikûmetê daxwaz bike.. Lê PYD ya wan ne, ya Ocalan û Qendîlê pêk anîn.

PYDê, biryar da ku di nav Dewleta Erebî ya Sûriyeyê bên helandin û entegre bibin.

PYD, ji bona ku wek hêzeke çekdar ya asayişê li Kurdistanê bimîne, hewl daye. Bi awayekÎ serkeftî jî bûye.

PKKPYD, dîsa dixwazin ku wek dema Rejîma Baas li ser serê Kurdan çekdar bin û desthilatdar bin û ji dewletê re xizmet bikin.

Ev yeka dê li dijî Tevgereke Neteweyî ya Kurdistanî ya federasyon daxwaz bike re û  ji bona Yekîtiya Kurdistanê gelek xeter e.

Loma divê Kurd ji bona ku çekdariya PKKPYD dawî bê xebat bikin.

Hemû kurd divê stratejiyê de li hemberÎ PKKPYDê bibin yek.

Heger ji îro de pêşiya wan nayê girtin; dê wek dema Rejîma Baasê, li ser serê Kurdan û Tevgera Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê bibe xeteriytekê.

Dewleta Sûriyeyê dê  gelek bi hêsanî  bi kar bîne.

Diyarbekîr, 02. 01. 2026

Önceki ve Sonraki Yazılar