Îstixbarata Amerîkayê: Êrişên me bernameya nukleer a Îranê ji holê ranekir

Îstixbarata Amerîkayê: Êrişên me bernameya nukleer a Îranê ji holê ranekir

.

A+A-

Rapora nirxandinê ya destpêkî ya îstixbarata Amerîkayê ragihand ku êrişên Amerîkayê şiyana bernameya nukleer a Îranê ji holê ranekiriye û tenê çend mehan bi paş xistiye.

Serokê Amerîkayê Doanld Trump ji roja êrişan ve radigihîne ku wan êrişan "bi temamî" bernameya nukleer a Îranê ji holê rakiriye.

Medyaya Amerîkayê rapora destpêkî ya ajansên îstixbarata Amerîkayê derbarê bandorên êrişa Amerîkayê ya berbanga 22yê Hezîranê ya li sê navendên serekî yên Îranê belav kir.

"Dibe ku tenê mehek an du mehan hatibe bipaşxistin"

Berpirsên Amerîkî jî ji medyaya welatê xwe re ragihand ku li gorî nirxandinên destpêkî yên îstixbaratê, depayoên uranyuma dewlemendkirî yên Îranê ji nav neçûne û bernameya nukleer a welat ku piraniya wê di kûrahiya binê erdê de ye, dibe ku tenê mehek an du mehan hatibe bipaşxistin.

Roja sêşemê, di bin hişyariyên tund ên Serokê Amerîkayê Donald Trumpde, hem Îran û hem jî Îsraîlê amaje bi wê yekê kir ku şerê 12 rojî yê di navbera wan de niha bi dawî bûye.

Koşka Spî derbarê wê rapora destpêkî ya ajansên îstixbaratê yên Amerîkayê de ragihand ku rapor "bi temamî şaş e."

"Êrişan avahiyên binerdî hilneweşandine"

Lê belê li gorî raporê ku ji aliyê Ajansa Îstixbarata Parastinê ve hatiye amadekirin û li gorî berpirsekî agahdarê raporê, êrişan zerer gihandiye deriyê du saziyan, lê avahiyên wan ên binerdî hilneweşandine.

"Amûrên dewlemendkirina ûranyûmê saxlem mane"

Her wiha medyaya Amerîkayê ku dispêre berpirsekî agahdarê raporê ku navê wî nehatiye eşkerekirin ragihand ku hin ji amûrên dewlemendkirina ûranyûmê yên ku bi navê "santrîfuj" tên naskirin, piştî êrişan bê zerer û saxlem mane.

Birêvebiriya Trump roja Sêşemê ji Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî re ragihand ku êrişên Amerîkayê yên li saziyên nukleerî yên Îranê, bernameya nukleerî ya Îranê "lawaz kiriye."

Ev yek jî berevajî gotinên Trump e ku ragihandibû Amerîkayê di wê êrişê de saziyên nukleerî "bi temamî ji holê rakirine."

"Me du gefên rasterast ji ser xwe rakirin"

Li aliyê din, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu roja sêşemê di gotarekê de ragihand ku êrişa li Îranê gefa nukleerî ya Îranê ya li ser Îsraîlê ji holê rakiriye û tekez kir ku ew dê her hewldanekê ji bo vejandina bernameya nukleerî ya Îranê têk bibin.

Netanyahu her wiha got, "Me du gefên rasterast ji ser xwe rakirin; gefa nukleerî û gefa 20 hezar mûşekên balîstîk."

"Derewker"

Serokê Amerîkayê Donald Trump, CNN û New York Timesê ku îdiayên derbarê wê yekê de weşandibûn ku êrişa Amerîkayê ya li navedên nukleerî yên Îranê bi temamî rê li ber kapasîteya Tehranê ya ji bo hilberîna çekên nukleerî negirtiye, bi "derewkerî" tawanbar kir.

Trump, di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê Truth Socialê de, bertek da wan nûçeyên di medyaya Amerîkayê de ku îdia dikirin êrişa li ser navendên nukleerî yên Îranê "bi temamî bandor lê nekiriye, tenê kar û xebat çend mehan dereng xistiye."

Serokê Amerîkayê got, "Kanala nûçeyên derewîn CNN, li gel New York Timesa biserneketî, bûne yek da ku yekê ji êrişên leşkerî yên herî serkeftî yên di dîrokê de bêbandor nîşan bidin."

Bi çêkirina nûçeyên derewîn tawanbar kir

Trump wiha domand, "Tesîsa nukleer a li Îranê bi temamî ji holê hat rakirin.

Hem NY Times hem jî CNN ji aliyê gel ve bi awayekî bêrehm tên rexnekirin," û saziyên medyayê yên bibandor ên Amerîkayê bi "çêkirina nûçeyên derewîn" tên tawanbarkirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin