
Îsraîlê tesîsên nukleerî û baregehên leşkerî yên Îranê bombebaran kirin
.
Artêşa Îsraîlê tesîsên nukleerî û baregehên leşkerî yên Îranê bombebaran kirin.
Hat ragihandin ku Fermandarê Giştî yê Supaya Pasdaran Husên Selamî hat kuştin.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz ragihand ku wan dest bi êrişeke li dijî Îranê kiriye û rewşa awarte ragihandiye.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku wan bi operasyoneke bi navê “Şêrê ku bilind dibe” êrişî navendên bernameya dewlemendkirina nukleer a Îranê kiriye.
Netanyahu da zanîn ku armanca wan tesîsa sereke ya dewlemendkirinê ya li Natanzê ye û ragihand, “Heta ku metirsî were rakirin êriş dê berdewam bikin.”
Hêzên Parastinê yên Îsraîlê (IDF) ragihand ku wan dest bi “êrişeke pêşwext, birêkûpêk û hevaheng” li dijî bernameya nukleerî ya Îranê kiriye.
Hat diyarkirin ku bi dehan balafirên şer beşdarî operasyonê bûne.
Berpirs û fermandarên Îranê yên ku di êrişa Îsraîlê de hatin kuştin:
"Fermandarê Giştî yê Supaya Pasdaran Husên Selamî, Fermandarê Biryargeha Navendî ya Xatemul Enbiya Xulam Elî Reşîd, Serokê Zanîngeha Azad Mihemed Mehdî Tehrançî, Serokê berê yê Rêxistina Enerjiya Atomî ya Îranê Fereydûn Ebasî."
Daxuyaniya Îranê
Televîzyona dewletê ya Îranê ragihand ku li gelek herêman, bi taybetî li Tehrana paytext, armancên leşkerî hatine bombebarankirin.
Hat diyarkirin ku tesîsa nukleerî ya Natanzê hatiye armanckirin lê tu derz çênebûne.
Medyaya Îranê ragihand ku Fermandarê Giştî yê Supaya Pasdaran Husên Selamî û Serokê berê yê Rêxistina Enerjiya Atomî Fereydûn Ebasî hatine kuştin.
Hat ragihandin ku Sererkanê Giştî yê Îranê Mihemed Baqirî jî di êrişê de hatiye kuştin.
Daxuyaniya Amerîkayê
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ragihand ku ew beşdarî êrişê nebûne û got:
“Îsraîlê ev gav ji bo parastina xwe avêt.”
Rubio hişyarî da Îranê û anî ziman, “Divê berjewendî an jî karmendên Amerîkayê nekin armanc.”
Tedbîrên li herêmê
Hemû firîn ên li balafirgehên Tehranê hatin sekinandin, Îraqê jî asmanê xwe ji hemû firînan re girt. Asmanê Îsraîlê jî heta daxuyaniyeke din hat girtin.
Piştî êrişan, petrolê zêdetirî ji sedî 7 biha bû.
Bihayê petrolê ya Brent gihîşt 74,49 dolaran, petrolê WTI jî gihîşt 73,39 dolaran.
Televîzyona dewletê ya Îranê îdia kir ku Îsraîlê li Tehranê deverên şêniyên sivîl jî bombebaran kirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin