
Îsraîl: Me piraniya fermandarên Hêza Asmanî ya Îranê kuştine
.
Wezareta Parastinê ya Îsraîlê ragihand, di encama êrişa wan a asmanî ya berfireh a li ser çend herêmên cuda yên Îranê de, piraniya fermandarên bilind ên Hêza Asmanî ya Supaya Pasdaran hatine kuştin.
Artêşa Îsraîlê diyar kiribû ku Fermandarê Hêza Asmanî û Dronî ya Supaya Pasdaran Emîr Hacizade jî hatiye kuştin.
Wezareta Parastinê ya Îsraîlê li ser êrişan daxuyaniyek belav kir û got,“Wezîrê Parastinê hatiye agahdarkirin ku piraniya serkirde û fermandarên Hêza Asmanî ya Supaya Pasdaran di dema civîna xwe de li baregeheke binerdî hatine kuştin."
Ajansa Reutersê jî, ji devê du çavkaniyên taybet ên Îsraîlê belav kiriye ku ji ber êrişên Îsraîlê, herî kêm 20 fermandarên bilind ên Supaya Pasdaran, di nav wan de Fermandarê Hêza Asmanî û Dronî ya Supaya Pasdaran Emîr Elî Hacizade di êrişan de hatine kuştin.
Li aliyê din, piştî daxuyaniya Wezareta Parastina ya Îsraîlê, Supaya Pasdaran jî kuştina Emîr Elî Hacizade piştrast kir.
Berdevkê Heyva Sor a Îranê Micteba Xalidî jî got, "95 kes veguhastine nexweşxaneyan û 26 kesên din jî sivik birîndar bûn ku her li cihê bûyerê hatine dermankirin."
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin