Israel Katz haydariyê dide Hizbulaha Libnanê

Israel Katz haydariyê dide Hizbulaha Libnanê

.

A+A-

 Wezîrê Bergiriyê yê Îsraîlê di beyannameyekê de haydarî dide Hizbulaha Libnanê ku desttêwerdanê di şerê Îran û Îsraîlê de neke û tekez jî dike, “Eger teror hebe, Hizbulah êdî qet namîne."

Wezîrê Bergiriyê yê Îsraîlê Israel Katz îro (În, 20ê Hezîrana 2025ê) di beyannameyekê de haydarî da Hizbulaha Libnanê ji her desttêwerdanekê di şerê Îran û Îsraîlê yê berdewam de, ew jî piştî ku sekreterê giştî yê wê komê Neîm Qasim ragihand ku ew dê "li gorî dilê xwe tevbigerin".

Israel Katz di wê beyannameyê de got, "Ez şîretê li wekîlên Libnanê dikim ku hişyar bin û bizanin ku Îsraîlê sebir û hedara xwe li bernaberî wan terorîstên ku gefan li wê dikin winda kiriye."

Navbirî amaje jî da, "Eger teror hebe, Hizbulah êdî qet namîne."

Îsraîlê li serê sibeha roja Înê (13ê Hezîrana 2025ê) bi zêdetirî 200 balafirên şerî bi dehan cihên leşkerî û bingehên atomî li Tehranê û çend deverên din ên Îranê bombebaran kirin. Herwesa hejmareke berpirsên leşkerî yên payebilind û zanayên atomî kuştin.

Îranê jî derengê şeva Înê ji aliyê xwe ve wekî bersivek ji bo êrîşên Îsraîlê Operasyona "Soza Rastgo ya 3"ê ragihand û bi sedan mûşekên balîstîk avêtin Tel Evîvê. Sîstema bergiriya asmanî ya Îsraîlê rê li piraniya wan girt. Lê hejmareke wan ket û çend avahî û xanî wêran bûn.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin