
Îsmaîl Beşîkçî ji nexweşxaneyê derdikeve
.
Sosyolog û nivîskarê navdar Dr. Îsmaîl Beşîkçî ku ji 27ê Îlonê ve li Amedê dihat dermankirin, tê payîn ku sibê ji nexweşxaneyê derkeve.
Nivîskarê Kurd Beşîkçî di 27ê Îlonê de di 9emîn Festîvala Fîlmên FilmAmedê de, dema ku li ser belgefîlma "Îsmaîlê Me" ya ku behsa jiyana wî dikir diaxivî, ji nişka ve ketibû.
Hatibû zanîn ku xwîn çûbû ser mejiyê wî û li Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê dihat dermankirin.
Piştî dermankirinê, rewşa tenduristiya Beşîkçî baş bûye û tê payîn ku sibê ji nexweşxaneyê derkeve.
Civaknas û nivîskarê navdar Îsmaîl Beşîkçî ku 65 salên xwe ji bo doza Kurdan feda kirine, wesiyet kiriye ku eger wefat bike li Amedê bê veşartin.
Dr. Beşîkçî bi xwe ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku ew baş e
Nivîskar û Alîkarê Serokê Weqfa Beşîkçî Xalid Sadinî re got, "Rewşa Mamoste Îsmaîl Beşîkçî niha gelekî baş e.
Tê payîn ku sibê di navbera saet 4-5an de ji nexweşxaneyê derkeve. Dermankirina wî bi dawî dibe.
Ew dê li vir, li Amedê bimîne, em dê di xizmeta mamosteyê xwe de bin.
Em hêvîdar in ku di demek herî kurt de rabe ser pêyan. Em ji gelê xwe jî dixwazin ku ji bo mamosteyê me dia bikin.
Ew naxwaze li nexweşxaneyê bimîne, dixwaze di nav gel de be."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin