
Îraqê hişyarî da Îranê: Berjewendiyên Amerîkayê meke armanc
.
Bexdayê bangî Tehranê kir ku li ser axa Îraqê berjewendiyên Amerîkayê neke armanc.
Rayedaran ragihand ku Îranê ev hişyarî li ber çavan girtiye û bersiveke erênî daye.
Rayedarên ewlehiyê yên Îraqê, ji Îranê xwest ku berjewendiyên Amerîkayê yên li Îraqê neke armanc.
Rayedarekî pilebilind ê ewlehiyê yê Îraqî, di daxuyaniyekê de ji AFPyê re diyar kir ku Bexdayê di vî warî de hişyariyeke fermî ji Tehranê re şandiye û Îranê ev bang li ber çavan girtiye.
Di daxuyaniyê de wiha hat diyarkirin, "Ji Îranê hat xwestin ku li ser axa Îraqê ti cihekî neke armanc. Tehranê ev peyam fêm kir û bersiveke erênî da."
Rayedar, ji ber sedemên ewlehiyê navê xwe eşkere nekir.
Hikûmeta Îraqê ku hevpeymana Îranê ye, di heman demê de bi Amerîkayê re jî têkiliyên hevpeymaniya stratejîk didomîne.
Di çarçoveya Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞê de, li Îraqê nêzîkî 2 hezar û 500 leşkerên Amerîkayê hene.
Ev bipêşketin, dikeve demekê ku piştî êrişên hewayî yên Îsraîlê yên li ser baregehên leşkerî û nukleerî yên Îranê, alozî di navbera Îran û Îsraîla hevpeymana Amerîkayê de zêde dibe.
Îranê gefa wê yekê xwaribû ku eger danûstandinên nukleerî têk biçin, dikare baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li herêmê bike armanc.
Ji destpêka şerê Xezeyê di Çiriya Pêşîn a 2023yan de û vir ve, komên çekdar ên nêzîkî Îranê, li Îraq û Sûriyeyê bi mûşek û dronan êrişî hêzên Amerîkayê dikin.
Herî dawî, roja Înê hin komên Îraqî yên alîgirê Îranê, daxwaz kir ku hêzên Amerîkayê demildest ji welêt vekişin.
Amerîkayê, roja Çarşemê ragihandibû ku ji ber sedemên ewlehiyê hejmara karmendên Balyozxaneya xwe ya li Bexdayê û Konsulxaneya xwe ya Giştî ya li Hewlêrê kêm kiriye.
RÛDAW
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin