Iraq: Divê Tirkiye bi fermî daxwaza lêborînê bike

Iraq: Divê Tirkiye bi fermî daxwaza lêborînê bike

.

A+A-

Serokomariya Iraqê êrîşa li Firokexaneya Silêmaniyê şermezar kir û ji hikûmeta Tirkiyê daxwaz kir ku bi fermî lêborîna xwe bixwaze.

Serokomariya Iraqê êrîşa li Firokexaneya Silêmaniyê şermezar kir û ji hikûmeta Tirkiyê daxwaz kir ku bi fermî lêborîna xwe bixwaze.

Serokomariya Iraqê di daxuyaniyekê de eşkere kir: “Operasyonên serbazî yên Tirkiyê li Herêma Kurdistanê dubare dibin, ku herî dawî bombebarankirina Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê bû, loma em wan ên ser serweriya Iraqê şermezar dikin, ku ti hinceteke yasayî tune ye ku destûr bide hêzên Tirkiyê ji bo terorkirina welatiyên sivîl bi bihaneya hebûna hêzên dijber li ser axa Iraqê.”

Serokomariyê daxwaz ji hikûmeta Tirkiyê kir ku berpirsyariya vê êrîşê bigre ser xwe, herwiha daxwaza lêborîna fermî pêşkêş bike, divê ev êrîş werin rawestandin û kêşeyên xwe yên navxweyî çareser bikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hatiye diyarkirin: “Di egera dubarebûna van êrîşan de, dê helwestên cidî hebin ji bo rêgirtin û dubarenebûna wan di siberojê de.”

Duh Înê 7ê Nîsana 2023an, teqînek li nêzîkî Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê rûda û ji ber teqînê agir li derdora firokexaneyê ket. Piştre hat ragihandin ku bûyer êrîşa dronî bûye.

Li gor çend jêderan, ew êrîş ji bo armanckirina Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî bûye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin